Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (130):
Tewankirin li Gundê “Gemrûkê”, girtinên çaweyetî û bêsûcane, qutkirina daran û wêrankirina daristanan, li Efrînê pevçûnên di nav milîseyan de

Belavbûna fewdalîzim û serberdayetiya li herêmên di bin bandor û dagîrkeriya Turkiyê de – Bakurê Sûriyê serwerkirî, di siya gendelî û pirbûna milîseyên bi ser Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û reva Hikometa Turkiyê ji ber berpirsiyariya misogerîkirina aştiyê û sazûmena giştî de, û herweha mebestkirina mandina nakokdariyê di nav milîseyan de; Da ku, wan wek nandoz kontirol bike û kirîza Sûriyê bidome, û herweha jî xelkê Efrînê berve koçberbûnê têvede. Û ji ber wê, binpêkirin û tewan her berdewam in, emê ji wan van bi bîr wînin:

= Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta:

Girê “Bîrê Qûçikê”- Başûrê Gundê “Gemrûkê”.

Tenê /204/malbat ji nişteciyên gund yên resen têde man û piraniya wan temenmezin in, /36/malbat bi sedema koçberkirina zordar nikanîn vegeriyana, û dora /56/malbat ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin. Di dema êrişkeriya leşkerî de /5/ mal bipiçekî hatin wêrankirin, /17/tirektor û makîne û digel hejmarek matorên dutekerî hatin dizîn, û herweha kelûpelên hundir piraniya malan, ji raxistekan ve bigir ta  xwarin û vexwarin û zêta zeytûna û amûrên elektirîkê û firaxên baqirî û yên bilî wan jî, ji aliyê milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal – serkêşê wê Hesen Xeyriyê” ya gund destlat dike ve, hatin dizîn. Herweha wê milîseyê mala hemwelatî “Deler Beya’e – Duktorê dersdar di Kolîca Endezyeriya Elektirîkê  li Heleb de” û ji pêkhateya Ereb, ji xwe re kirî zîndan û biryargeh, baceyên bilind li xwediyên du guvêşgehan ferz kir da ku acetên wan neyên dizîn, hersal 15% ji berhema zêtê li xelkê gund ferz dike, û dest daniye ser dora /13/hezar darên zeytûnan, û li ser xelkê ferz dike ku xizmet wan daran bikin, û îsal tenê bêtirî /10/milyon LS ji bo xizmetguzariya wan daran ji xelkê kom kir, û weha bi destên mêrên gund û bi kirên hindik, wan daran bi rengekî hovane dikesxîne da ku, tibabeke bêtir ji êzingan jê derxîne û bifroşe. Û herweha, piraniya darên biyê yên li kêlek Çema Efrînê û Solava “Gemrûkê” qut kirin.

Û weha jî bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê û li dirêjiya heyvina û bi alavên giran, Girê “Gemrûkê – Bîrê” ya di navêna gundên “Gemrûkê û Şorbe” de û Girê “Bîrê Qûçkê” – Başûrê gund ên kevneşopî rêş kir û koland, û kinzên wan ên veşartî û nirxbuha dizîn.

Û ji dora sê heyvan ve, keblên elektirîkê û herdu guhêzokên gund ên giştî û guhêzoka elektirîkê ya taybet bi guvêşgeha keyayê gund dizîn, û herweha jî keblên telîfûna zemînî û betarî û amûrên Yekîneya Derbaskirina Ronahiyê (Wehdit Elnefaz Eldew’iyê) yên taybet bi gund.

Weha jî xelkê gund rastî cûrbecûr tengasîkirin û binpêkirinan hatin, û bi dehan ji wan bi behaneyên derewîn hatin girtin, rengereng wext di hepsan de man, û bi tibabin darayî hatin cezakirin.

= Li 31.1.2021an, “Asayişa Leşkerî” ev hemwelatî “Aras Yûsêf kurê Mihemed Xelîl, Şiyar Sîdo kurê Gilgil, Ehmed Sîdo kurê Ebid Elrehman, Yûsêf Betal kurê Mihemed” ji xelkê Gundê “Sêmalka” – Navça Mabeta girtin, û li 4.2.2021an û piştî ji her yekî /1000/PT standin, li Bajarê Efrînê ew berdan.

= Li 10.2.2021an milîseyên “Lîwa’i Semerqend” ciwan “Mehmûd Mehmûd kurê Mihemed” ji xelkê Bajarokê “Kefirsefrê” girtin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

= Li 11.2.2021an “Asayişa Leşkerî” ciwan “Zekî Elî Sebrî Xeçûnê” ji xelkê Gundê “Maseka” – Navça Reco -dema ku wî di kargeha xwe ya dirûtinê de ya li Bajarê Efrînê, kar dikir- girt, û herweha ciwan “Nîdal Elî Hisên Golîn” jî ji heman gundî, bi tewanbariya têkiliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re.

= Li 8.2.2021an, hemwelatiyê girtî “Mistefa Pe’ipo kurê Ebid Elrehman” ji xelkê Gundê “Ereba” – Navça Mabeta (yê ku ji Avrêla 2018an ve veşartî) hate berdan.

= Li vê dawiyê li Bajarê Cindirêsê, milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” ji xwediyên firoşgeh û malan (ên ku ji milîseyên “Nûr Eldîn Zengî” li destpêka vê salê standine) belgeyan dixwazin, û vêrgiyên salane yên nû û bilind li wan ferz dikin.

= Li hin gundên Navça Bilbilê, milîseyên wir li beramberî birina nîvî êzingên kesixandina daran û nîvî berhema werzan wek vêrgî, rê didin kesên ku rêdanên birêvebirina malmewalên hemwelatiyên ne li gund bi wan re hene ku wan malmewalan hilînin û dînin, û  tevahiya xerciyan jî li ser wan e.

Keriyên pêz di nav malmewalên çandiniyê de – çateriya Gundê “Bêlê”- Navça Bilbilê.

= Li nêzîkî çateriya Gundê “Bêlê” – Navça Bilbilê, anîndeyên ku di dora /40/çadirî de rûdinin, pezên xwe di nav zeviyên çandiniyê ên xelkê de bê wijdan an qedexekirin ji destlatên xwecihî ve diçêrînin.

Qutkirina darên zeytûnan li Gundê “Metîna” – Navça Şera.

= Ji çend rojan ve, milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” dora /80/darên zeytûnê yên hemwelatî “Mihemed Mihemed Mislim” ji xelkê Gundê “Metîna” – Navça Şera bi hovîtî qut kirin, û êzingên wan firotin.

Çiyayê “Ce’ifer” – Rohilatê Gundê “Kora” – Navça Cindirêsê, hilkirina daran û rêşkirina axê.

= Wêneyine nû yen Çiyayê “Ce’ifer” – Rohilatê Gundê “Kora” – Cindirêsê gîhan me, têde qutkirin û hilkirina daran û rêşkirin û kolandina bi alavên giran ya ji bo lêgerîna li kevneşopan û dizîna wan, û herweha jî qutkirina tevahiya darên ihracê li Geliyê “Ereba” di navêna gundên “Miskê Jorin û Xalta” de – Navça Cindirêsê, bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, têne xuyakirin.

Geliyê “Ereba” – di navêna gundên “Miskê Jorin û Xalta” de – Navça Cindirêsê.

= Qutkirina tevahiya darên daristana sinoberê (yên ku li Roavayê Gundê “Qîlê” – Cindirêsê dikeve, û yên ku berî dagîrkeriyê xelkê ji berhemên wan sûd digirtin), ji aliyê milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” ve.

= Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” ji xwe re biryargeheke Leşkerî ji bo “Hêzên Stubariyên Taybet” li Cîgeha “Diromiyê” – Bakurê Gundê “Ereba” – Navça Mabeta ava kirin, û berê jî girê wê yê kevneşopî rêşkirin û kolandin.

= Li 11.2.2021an milîseyên “Feyleq Elmecid” û serkêşê wê “Ebû Elwelîd” tevahiya darên tirî û stûn û boriyên wê yên hemwelatiyê biyanber “Reşîd Bîlal Elî” ji xelkê Gundê “Çobana” – Navça Reco, qut kirin.

= Di siya fewdalîzim û serberdayetiya serwer de, pevçûneke germ di navêna milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” û “Ceyş Elîslam” de, li 13.2.2021an piştî nîvro, di navêna herdu gerokgehên “Kawa” û “Qaban” de, li Bajarê Efrînê rûda, derbasî hundir Herêma Pêşesaziyê û Gundê “Turindê” ya hevcîwar bû, û di encamê de, hin ji endamên herdu aliyan hatin kuştin û birîndar bûn, guhêzoka serekîn ya toreya elektirîkê hate qetqetî bû û elektirîk hate qutkirin. Û ta niha rewş li bajêr ne vehesiye û kolanên serekîn jî girtî ne.

Pevçûna ku îro li Bajarê Efrînê di nav milîseyan de rûdaye, nîşana gendelî û terorbûna wan nandozên bi Turkiyê ve girêdayî ye, û xuya dike ku li ba wan tu dozên niştîmanî û mirovahî tune ne, û herweha nakokdarî û newekhevî û pevçûnên li ser malmewalên dizînê û talanê û tewankariyên din, li ba wan xû ye.

14.02.2021an                                                      

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Girê “Bîrê Qûçikê”- Başûrê Gundê “Gemrûkê”.

– Keriyên pêz di nav malmewalên çandiniyê de – çateriya Gundê “Bêlê”- Navça Bilbilê.

– Qutkirina darên zeytûnan li Gundê “Metîna” – Navça Şera.

– Çiyayê “Ce’ifer” – Rohilatê Gundê “Kora” – Navça Cindirêsê, hilkirina daran û rêşkirina axê.

– Geliyê “Ereba” – di navêna gundên “Miskê Jorin û Xalta” de – Navça Cindirêsê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button