Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hevpeyvîn Bi Nivîskar û Şêwekarê Kurd Dr.Sêf Dawûd (Lewendê Dalînî) re
Rojnama Newroz*

Birêz Lewendê Dalînî, endezyarê Giyology, nivîskar û hunermendê şêwekar, di zimanê Kurdî de, xwedî nivîs û berhem e. Dostanî û hevaltiya wî bi hezkerên zimanê Kurdî , stranbêj, mûzîkjen, hunermend û helbestvanên Kurd ên mîna Seydayê Keleş re hebûye.

Eve çend sal in ku bi malbatî ew li derveyî welêt dijî. Li wir, wî bawernameya Doktorayê di zanista Petrolê de wergirtiye. Herweha, wî beşdarî di gelek simîner û pêşangehên hunerî yên şêwekariyê de kiriye.

Vêga, bi seredanekê ew hatiye welêt (Qamişlo), me xwest ku wî bi xwendevanên NEWROZê bidin naskirin û pirsên me jî ev bûn:

1-    Bi xêr hatî kekê Lewend, hêviya serkeftinê di hemû warên jiyanê de ji te re dikin. Tê çawa xwe bi xwendevanên Weşana Newrozê bidî naskirin û ezmûna xwe şirove bikî?.

2-    Ji kengî ve tu bi nivîsandina ziman û wêjeya Kurdî mijûl î, û bandora kê li te hebûye?.Çi berhemên te yên çapkirî û destnivîs hene?.

3-    Çawa te karî barê nivîsandina bi zimanê Kurdî, karê endezyariyê û şêwekariyê bi hev re hilgirî?.

4-    Di van çend salên dawî de, berhemên bi zimanê Kurdî çi helbest, çîrok, roman…hwd bi piranî hatine weşandin. Tu naveroka van berheman çawa dinirxînî?. Di vî warî de tu çi dibêjî?.

5-    Rola huner û wêje di danasîna gelan bi hev re çawa dibînî?.Gelo hunermend û nivîskarên me li Ewropayê doza gelê xwe bi cîhanê didine naskirin û dost û alîgiran jê re çêdikin?.

6-    Di vê rewşa navnetewî ya tevlihev û siyasetên dewletên mezin ku berjewendiyên xwe di ser her tiştî re girtine, weke rewşenbîrekî Kurd, bi nerîna te, ji  bo wergirtina  mafên xwe yê rewa, çi ji me Kurdan tê xwestin?..

7-    Li dawiya vê hevpeyvînê, tu dixwazî çi bêjî?.

—————————

Bersiv:

      Navê min Sêf Dawid e, li Qamişlo sala 1960î ji dayik bûme û bi navê Lewendê Dalînî di wêjeya Kurdî de ez tême naskirin. Di dîmahîka heftêyî de dema ez suxteyê dibistanê bûm, derfet çêbû ku ji seydayê nemir CEGERXWÎN ez hînî Elfabeya Kurdî ya Latînî bûme û ji kaniya helbest û Kurdperweriya li nik Seyda vexwariye.

Di dîmahîka salên heştêyî de, min dest bi nivîsa helbesta kilasîk kir. Piştî xwendina gelek pirtûkan bi zimanê Kurdî, çi helbest, gotar, û roman… hwd, pey demek ne dirêj jî, min dest bi nivîsandina kurteçîrokê kir. Ta îro, 3 pirtûkên minî çapkirî hene:

1-    Neteweperweriya Kurdî di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de (Werger ji Ingilîzî).

2-    Ramanek (Kurteçîrok).

3-    Keziyên Mijê (Helbest).

Ji bilî wan jî, min destnivîsek (Roman) û yek (Kurteçîrok) û du dîwanên helbestan jî hene.

Di warê Akadîmî de, li sala 2020an, min bawernameya Doktorayê di Endezyarita Petrolê de ji Zanîngeha Endezyariya Bilind a Lêşbona/Ispanya wergirt

Ji bilî Kurdî, ez bi zimanê Ingilîzî, Erebî, Almanî û hinek Tirkî jî dizanim û diaxivim. Di bîrweriya min de û oda bavê min li malê ku her şev çend zana û aqilmend kom dibûn û bi hev re, hemî beşên jiyanê guftûgo û şirove dikirin, Bandora wan civatan gelek li min hebû û bi taybet di warê zimanê Kurdî yê paqij û resen de. Gelek ji wan mezin û aqilmendan û tevlî bavê min, tenê bi Kurdî zanîbûn û tu zimanên din bikar netanîn, lewma zimanê wan paqij bû. Û şense baş ew bû ku hin ji wan Elîkî, hin Omerî, hin Xerzî û bvê min jî Hevêrkî bû. Vêca ev diyalogên cûrbecûr di hişê min de cih girtine û ji min re bûne mîna bingeheke xurt û min sûde jê girtiye, bi taybetî jî dema min dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kir.

Herweha dostanî û têkiliyên min bi gelek rewşenbîr û helbestvanan re hebû, lê têkiliyên dirêj û taybet bi seydayê Keleş re ku kesayetekî nefstenik, cansivik, neteweperwer û saxlem bû hebûn. Bi rastî, mn sûde ji seyda girt.

Di her astengî û qelsiya ferhenga min de, tim ew gotin û bêje ji min re sermiyan bûn, min ew di bîra xwe de tannin û di nivîsên xwe de bikar tannin. Ji milekî din ve, gelek caran bavê min ez bi xwe re dibirime şevbuhêrkên dengbêjan, bi baldarî min guhdariya stran, şer û kemançê dikir. Evê yekê jî bandoreke mezin li min kir, lewma ta niha ez ji stranên folklorî hez dikim û evîndarê zirnê û kemançê me.

      Çilo ji rojên pêşî ta roja îro min nivîs, endezyarî û şêwekarî bi hev re berdewam kirin, ew jî bi vî awayî bû. Ez gihiştim baweriyê ku hîna ji zikmakî ve huner bi min re hebû, lewma di jiyana min a rojane de ew bû beşekî giring û di baweriyê de bû çandeke nerînî û cihekî xwey taybet di hebûn û ramana min de girt. Ji xwe Zimanê Kurdî hebûna min e, lê endezyarî jî kareke ku ez pê abûriya xwe pêk tînim.

      Di dema mana min li welêt û têkiliyên me yên hunerî, ez bawerim ku nama hunerê navxweyî bû, di çarçova miletên deverê de bû, lê bi çûna min a Ewropayê û mana min li wir û dîtin û xwendina min ji çanda û hunera wan re, wê yekê ez û hunera min derbasî qonaxeke nû kirim, rengê şêwekariya min a kevn û nû tevlî hev bû, bêyî ku ez vî tiştî ji xwe re  plan bikim yan jî xaçerêkeke hunerî ji xwe re vekim, xweber rengek, yan jî beşeke nû ji hunerê di tabloyên min de hate pêkanîn. Lê ji ber ku nerîna mina çavkî beşek nû ji xwezayê, hunerê, avahî, xelk (Rû, Beden)ê dît û weke xwendina pirtûkekê, di damarên hişê min de kûr cih girtin û di tabloyên min de hatin bikaranîn.

Huner (Tablo) ew bi xwe çand e yan jî nameyeke (diyalogeke) di navbera miletan de, û ez bawer im min di riya pêşangehên ku li welatê Rojavayê min çêkirin, namek ji wan re hate şandin û gelek pirs hatin kirin, ev yek belû û xuya bû ku tiştek ji wan re hate dîtin û cihê şanaziya

wan bû. Herweha ew bû cihê rihetî û kêfxweşiya min jî, ji ber ku ez gihame baweriyê ku nameya mina hunerî gihişte wan.

      Derbarê rewşa navnetewî û siyasetên dewletên mezin, di baweriya min de, wekî Kurd, berî her tiştî, yekîtî ji me re divê. Di vê rewşa tevlîhev de, pêwiste em nakokiyên xwe deynin hêlekê û li hember neyarên hebûna xwe, dest bidin hev. Mixabin ku dewletên xwedî hêz nema li mafê mirovan dibin xwedî, tenê ew li zêdekirina perên xwe û xurtkirina hêzên xwe digerin. Gereke siyasetmedarên me Kurdan lîstika polîtîkayê ya derve bi hûrbînî bixwînin û têbigihên, da ku bibin xwedî roleke çalak û mafên gelê xwe bicih bikin.

      Li dumahiyê, gelek spas ji weşana NEWROZê re ku ev derfet da min, û bi hêvî me ku her xebat ji bo doz û zimanê Kurdî armanca we ya yekemîn be û serkeftin para we û hemû dilsozan be.

Gelek spas û her serkeftî.

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

———-

Ji tabloyên hunerî yên Dr.Sêf Dawud:

Related Articles

Back to top button