Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Li Nav Enkûrê Xelkê Meçêre
Mihemed Qere Hesen*

Ger tu çêl û mî yî, wê te bidoşin, an ga û beranî ji cot û kêranê wan re yî. Û hespî ji siwar bûna wan re yî. Ji serpêhatî û bûyerên bi merov an gel re derbas bûne, nivişk jê tê birin ku tu kar bê nirx, bah û sermiyan netêkirin, bi taybet karê konevaniyê û berjewendiya dewlet û gelan, ji ber wê her alîkî li sûda aborî, konevanî, ramyarî û …xwe digere, li ber wê nêrînê pilana xwe dirêsin û dihûnin, ew jî bi şiyanên zanistî, aborî, nîr û lîsk di deriya berjewendiyê de bi pêk tên. Ev ton kar pir bi serê Kurdan hatine kirin û bûne qurban wan kiraran. Em gavek ne pir dûr bi paş de vegerin, gava şoreşa îktoberê li Rûsiya bi serket û partiya komonîst deslat bi dest xwe ve bir, bi mîkroskopê li gelên kêm hejmar gerîn û ji wan re di komarên ew lê dijîn de xweserî çêkirin, ji dêrisbûnê hatin parastin û xwe ji nûh ve vejandin. Ew jî ji bona ku dewleta Sovyetê bimîne mezin û di hemî waran de li ser lingên xwe raweste û serê xwe di serê dewletên mezin û pêşketî ke. Ew pilan kanî cîbicî bikira, rol û bandora xwe li beşekî mezin li dewletên cihê dibû.

Îro pêmaya sovyetê di hemî war û berghan de bi Rûsiya ma ye, ji ber Rûsiya li ser pişta wan gelan bûye dewletek mezin û pêşketî bi nêrvîna pir gel û dewletan hukariyê dike. Ji wan serphatiyan Kurdistana sor, gava hate avakirin, tavilê zenglê sor û biveyê li ba dewleta Turkiyê lêket û bi biveya wê hay bû. Ew xweseriyê çiqas biçûk û teze bû, lê bibû navendeke vebiruşîna ramana şiyarkirina netewî, hukariya xwe dê li gelê Kurd biba û ewê ji pêlanên bi navê ol, dîn, niştman û delwlêtê rizgar bibana, belkî rewşa Kurda ne wek ya îro ba jî. Tavilê Mistefa Kemal Atetork rola xwe bi rêya komara Ezerbêcan lîst û xwe gihandin serokê sovyetê Istalîn ku xweseriya Kurdistana sor li Kerbaxê biveyê li serê asayîşa me tevan çêdike, divê ew were hilweşandin. Wê hîngê konevanên Turkan bi şiyar û rabûna gelê kurd li beşê Kurdistana di bin destên wan hay bûn.

Gava ew ji Turkan cihê bibin dewleta wan dê di herêmê û cîhanê de rola wê dê jar bibe, û ew carek din weke cîhangêriya wan perçe bibe, wê tirsê ta roja îro pişta wan qurifandiye, û çirûskek Kurdan li kîjan beşî vêkeve ew dikin ku vemrênin, ta gotine ger konekê kurdî li Efirîqaya venin, emê hilweşînin!. Li dêvla ku weke dewletên pirgel bi çareseryê biraman û dewlek fidral ava bikin û li hespê şaristaniyê siwar bin, li kerê şeytên, şer û dêriskirina Kurdan siwar bûn. Pir rast bû gava tevgera kurdî li Sûriyê bendekî serek di rêbaz û pirograma xwe de danî bû. Divê em li ser şiyana gelê kurd a aborî rabin destên xwe nedin rijêmên ku beşekî kurdistanê din destê wan de ye, ji ber ku gava ew rijîm berketî û piştgirê mafê Kurd e li perçê ne di bin destê wê de, berî wê bila doza gelê Kurd li ba xwe çareser bikin, ji dêvla piştgiriya xwe nîşan bidin. Li ba wan têklî dimînin tektîkî ne dirust û resen in, û wan çar rijîman di tenga doza kurdî re pir hajî hev hene û alîkariyê li dijî doza Kurd ji hev re pêşkêş dikin. Lê li hêla beşê kurditanê yên ku berê xebat xwe dane şerê çekdarî û dest pêkirine. Tê xuyan wan rewşa her dewletekê baş ne pîvan û nirxandibûn, ji ber wê piraniya partiyên herdu beşên bakûr û başûrî kurdistanê di nav lingên rijîmên Sûriyê, Îraq, Îran û Turkiyê de hatin civlandin û pir caran biryarên xwe yên serbixwe derdane û li dijî hev ketin şerê birakujiyê, dubendiyê û ziyanên mezin gihêştine doza kurdî, sedema herî mezin ji wê çêrîna li nav enkûrên rijîmên ku Kurdan diçewsînin de bû. Ji ber ku gava tevgera kurdî li bakurê Kurdistanê dirûşma xebata çekdarî hildane baş şiyanên xwe û rewşa dewleta Turk têde nehatibûn pîvan û nirxandin. Hin ji wan.

1-    Dewleta Turk cihakî xwe pir stirtêcik di rojhilata navîn de girtibû. Nîzîkbûna wê li ser sînorê yekîtîiya sovyetê. Dewleteke di peymana Etlesê de. Dostê herî serek ji îsrayîlê re…

2-    Gava dest bi teqîna qurşînê bû, tavilê dewleta Turk bi têklî û piropagenda xwe kanî bû destê xwe bi tenî di rûyê Kurdan bida û bi terorê gunhkar bikira. Di vê kefteleftê de bi serket, piraniya dewletên sereke di peymana Etlesî de bi daxwaz Turkan re erê kirin û Kurd kirin terorisrit, tevî Kurd ew xwedî maf in û xebata wan li gor belgeyên navdewletî rewaye. Ta roja îro em wê ziyanê dikşînin û baca wê didin.

3-    Gava biryara şerê çekdarî hat birin, tavlê şer bi peymana Etlesê re hat vekirin, li gor bendên wê yên asayîşa netewê ji yên hev in, û divê berevaniyê ji hev re bikin.

4-    Di aliyê pêşketina tiqenî, zanyarî û pêşesazî de, dikanî sûde jê bigirta û bibe dewletek xwedî giranî û rol di rojhilata navîn de, nimûne çêkirina balefirên bê şofêr de ji Îsraîlê dibe, ji ber wê îro di herêmê de serê xwe dike yên dewletên mezin û di pir ciyan de ya xwe dibe serî, kaxez û alavên konevanî di destê xwe de kom dike û bi hêzên mezin re dikeve bazarê û bi hev diguherin.

5-    Xwe weke dewletek serkêş ji cihana îslamî re dibîne û hemiyan li dor xwe kom dike û pê karê xwe dike.

6-    Ew cihê xwe yê giring( stiracîkî) di heremê de li ser kêndira bi Rûsiya, Awrupa û Emêrkane re dilîze û bazara xwe di hemî aliyan de dike.

7-    Kurdistan bê gundewar bû, û bi hezar gund hatin hilweşandin û xelkê wan goçê bajarên mezein ên ne Kurd, wek Îstnbolê, Ankerê, û…bûn.

Gava gelê Sûrî livî û daket şarêyan û doza azadî, rûmet û jiyaneke nû kir û bi şêwe û teherekî aştiyane xebitî û doza rûxandina rijîmê kir. Li hember wê ji rijîm li serê xwe nîşt û daxwazên gel di hemî layane de cîbibcî nekir, bi qurşînan li ber xwe xwepêşandana rawestî û sivîl bi hezaran kuştin û Sûriyê ber ve gola xwîn dibir, û berê xwe da Mosko û Tehranê û piştgirî ji wan xwest, ji bona ku daniştoka deslatê bihêle çû li nav enkûrê wan çêrî û biryara pirsiyariya niştimanî û serbixwe derda, û ew rewş bû keysekê zêrî bû ji delwtên destêwerdan re û ji rêxistina Îxwan El-mislimîne û aligirên wê re hat ku şoreşa sivîl û aştiyane ber ve çêkdariyê û dîndariyê bajon ,her yek ji wan dewletên destêwerdan li ber pirojek xwe bûn. Ne bes rûxandina rijîmê bû, lê avakirina dewletek olî wek a Talban û Beşîr û Erdoxan ava bikin bû.

Gava aliyên dîndar dest bi şer kirin û serek dewleta Turk ew hembêz kirin û dest danîn ser biryara wan a niştimanî û ji dest girtin, û ew weke nandoz ji xwe re bi karanîn, ji ber ku hemî aliyên şerker li nav enkûrê xelkê diçêrin û pişta xwe bi xelkê xwe girênedane û qurşînên xwe kirine sîngên hev û roja sûdê ji wan dibin. Loma herdu aliyan terorist li seranserî cîhanê kom kirin çi Şi›î an sunî li nav garisê Sûriyê şer kirin. Û welatê me kirin vê rewşê hêj ev jî berdewame û em baçê didin û di dozexê de dijîn. Derd û xema herî mezin ji dewleta Turk re li herêm hebûna Kurdane, û di vê qonaxê de Kurdên Sûriyê. Ji ber ku bûne xwedî hêzek leşkerî û beşek ji cigrafiya Sûriyê di bin destan de ye, û serweriya wê dike. Piştî dewleta Turk hemî milsên Îslamî û terorist û nûnerên wan ên konevanî( hemaheng û komîta destûrî ) kirin destê xwe, bi vehesî wan dibin her derê ( Lîbiye, kerebaxa Ezerbîçanê û çêra keşmîra Pakistanê jî dikin ) û weke nandoz û terorist bi kartînin. Nemaze li dijî kurdan çi pê Efrîn, Serê kaniyê û girê Sipî û dike ku herêm in din ji xaka Sûriyê dagîrkir bike û pilanên xwe li dijî kurdan ( guhertina demografî, û zorkirina ku kurd di goftûgoya xwe de bi ser nekevin dike, û binpê û mendelkirinên( înkar) ji maf û mawdanên herêman di bin destên wan de) dajo berdewame. Lê tiştê herî giring ji me kurdên Sûriyê re ew e ku guftûgoya kurdî here serî, ji ber ku ev derfeta zêrîn ji me re hatî ji destên xwe ber nedin, tu rojan nedihat bîra tu kesî, ku Kurdê Sûrî bibin xwedî hêzek leşkerî û pê xwe biparêzin û bibe paldank ji misogere kirina mafê kurdan re, tiştê vê hebûna bi hêz bihêle bi serkeve, yekîtiya Kurdane. Ji birayên me yên li başûr û bakur tê xwastin ku yekîtiya vî beşe bi ser berjewendên partîtî, bîrdozî û kesane din, destên xwe ji lihevkirinê re dirêj bikin, ne mirûdan ji xwe re çêbikin û yên li govenda wa sema nekin di ser re gavkin.

Di vê qonaxê de neyarên gelê Kurd pir di nav nakokiyên Kurdan de dixebtin û dilîzin hin bi gef û guran hin jî dandina peran, ku pirtir ji hev jêbikin û vê derfetê bi derdin. Ji herdu aliyên guftûdar tên xwestin her yek ji aliyê xwe ve pirtir li hevkariyên xwe vergere, nemaze aliyê E.NK.S têkliya xwe bi hemahengê û dewleta Turkiya dagîrker re û yekîtiya kurdî bi pêş têklî bi wan re de, û ji aliyê din jî tê xwestin yekîtiya Kurdên Rojava bi pêş têkliyên bi partiyên bêşê Kurditanê din de. Divê hemî aliyên Rojava xwediyê biryara xwe ya niştimanî kurdî sûrî serbixwe bin. Miletê ku dilopên barana welatê xwe di kevçika dilê xwe de kom neke dê di bin simiyên zordaran de bi miçiqe.

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button