Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Nalîn û Hawara Efrînê!
Desteya sernivîser*

Ne tenê di dîroka gelê Kurd, lê belê di dîroka mirovahiyê bi tevayî de, roja Şemiyê 20ê Çilleya 2018an, roja destpêka şer li ser Efrînê di siha bêdengiya hêzên mezin ên cîhanê de ji bal artêşa Tirkiyê û çekdarên xwefiroş ên Sûrî ku navê «Artêşa Niştimanî» li xwe kirine, rojeke reş û tarî ye, roja kuştina aştî, mirovahî û ronahiyê ye. Rojeke wiha ye ku tewan û hovîtiyê hemû bend û sînorên xwe derbas kirine, bi pilan û zikreşiyeke kesnedî xwîna Kurdên sivîl ên bê sûc û bê guneh hatiye rijandin, mêr, jin, zarok, kal û pîr hatine kuştin, û tariyê konê xwe hawîr vegirtiye!

Di vê rojê de, biryara dagîrkirina Efrînê fermî hatiye wergirtin, bi dehan firokeyên cengî dever û cîgehên Kurdan bombebaran kirine, bi çekên giran, ji hemû aliyan ve, gund û bajarên Efrînê dane ber topan û mirina reş li xelkê belav kirine. Ji neçarî, gundiyan mal û milkên xwe li şûn hiştine, koçber bûne.

Wekî Kurdan gotiye»Dîtin û bihîstin ne weke hev in». Di van her sê salên borî di siha qedexekirina alavên ragihandina serbixwe de, bi hezaran tewan û kiryarên hovane ji bal dewleta dagîrker û çekdarên terorist ve li Efrînê bûne û hê jî dibin, piraniya wan veşartî mane,  ragihandin û raya giştî wan nabihîze!.

Bi armanca valakirina devera Efrînê ji xwediyên wê yên resen ku 97% Kurd in, ji bav û bapîran ve li gund û bajarên xwe, ser xaka xwe dijîn, dewleta Tirkiyê. Ji bilî girtin, revandina jin û zarokan, kuştina bêsûcan, diziya bermayên kevnar û hilweşandina gorên navdarên Kurd û herifandina perestgehên wan, ew siruşta welêt jî talan dikin. Ji dema dagîrkirina Efrînê ta roja îro, agir bi 40 deverî ketiye û bêtir ji 5000 darên zeytûnê hatine hilkirin û şewitandin û bi dehan jî darên mezin ên dîrokî ku temenê wan ji 100 salî bêtir e hatine birîn!

Ev e sê sal in ku xelkên Efrîna birîndar taromar, koçber û belav bûne, gelek ji wan koçberan di bin çadirên kampan de azarên giran dikşînin û jiyaneke dijwar derbas dikin, li hêviya wê rojê ne ku ev sitema mezin ji ser wan rabe, kujer û tewanbar bêne darizandin û ew vegerin malên xwe, ser gund û zeviyên xwe yên talankirî, careke din jiyana xwe ya aştiyane bidomînin. Ji bo bicîanîna vê hêvî û armancê, her dê kar û xebata me Kurdan berdewam be û em bêhêvî nabin!

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button