Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (127):
Amedebaşiyeke leşkerî, komkujieyek li bajarê “Tilrif’etê”, niştecîkirin û binpêkirin li gundê “Şingêlê”, girtinên bêsûcane

Hikometa Dadê û Geşepêdanê (Eledalê we Eltenmiyê ) bi serokatiya Erdoxan li fersendan digere, û sûdan ji behane û newekheviyên di navêna aliyên di Sûriyê de û li ser Suriyê nakokdar werdigre, da ku, siyasetên xwe yên li dijberî Kurdan, li herêmê bi giştî derbas bike û cîbicî bike; Hebûna wan înkar bike, û li tu mafên wan mikûr netê. Mîna ku, wan bindest bike, bigre, koçber bike, bikuje û vir û wir bombebaran bike. Û ji berztirîn wêneyên binpêkirin û tewanan, em li Efrîna ku, ji aliyê Artêşa Turkiyê û nandozên wê ji milîseyên bi ser Kiwalisyona Surî – Ixwanî hatiye dagîrkirin ve, dibînin. Û hin ji wan jî ev in:

= Bi bîranîna siyem ji dijberiya li ser Herêma Efrînê ya li 20.1.2018an re, istîxbaratên Turkiyê û rêgir û giropên leşkerî yên herok – bi taybetî li Bajarê Efrînê – seferber bûn, hûrgerîn û tengaskirinên xwe ji hemwelatiyên Kurd ên derin û tên re, pir kirin. Herweha, hêzên Artêşa Turkiyê û nandozên wê, li herdu rojên Sêşemê û Çarşemê 19-20/1/2021 an, hin gund û bajarokên Herêma “Şehba’i” û “Şêrewa” (Tilrif’et, Mer’enaz, Şewarxa, Elqemiyê, Malkiyê,…) – Bakurê Heleb, ên bi koçberên Efrînê mişt, bi dehan avêjtekan bombebaran kirin. Û ji aliyekî din ve, hêzên ewlehiyê û artêşa Suriyê qedexe dikin koçberên Efrînê yên li herêmên penaberiyê û kampan, di hundir sûriyê de herin û werin;  Weha jî, her demekê derbasgehan li pêş sîtêr û makînên sûtemeniyê û şênberên xwarinvexwarinê digrin, da ku, Rêvebiriya Xweser a ku, rewşên xwe bi rêve dibe di bin bandoriya xwe ke. Bi ser ku, rêbendên Rijîma Sûriyê baceyan li ser derbaskirina hemî kelûpelan jî werdigre. Û weke redkirin li ser vê dorpêkorinê, bi sedan Xelkê Efrînê, ji bo vekirina derbasgehan, li pêş derbaskirina kelûpel û şênberan, li pêş Navenda Lihevhatinê ya Rûsî ya li Gundê “Elwehşiyê”, xwepêşandanek li dar xistin.

= Li kat dudiyan piştî nîvro li 23.1.2021an, tanga Artêşa Turkiyê û nandozên wê, Bajarê “Til Rif’etê” û derdorê – Bakurê Heleb bi bêtirî deh avêjtekan topebaran kir, çar jê li orta bajêr ketin, yek ji çaran bi mala malbatek ji nişteciyên bajêr ên resen de hate xwar, û di encamê de, ziyanin şênberî gihîştin malan, /3/ hemwelatî ( du zarok “Macêd Yasêr Sekran/5/sal, Ebid Elmuhsên Sekran /12/sal” ji Xelkê Til Rif’etê, û “Nazliyê Mihemed Mistefa /55/ sal – hevjîna Edhem Mihemed ji Gundê Sêmalka – Navça Reco” ji Koçberên Efrînê) şehîd ketin, û /11/ birîndar bûn, û di nav de jî zarok û jin hebûn.

Malek wêrankirî li Bajarê “Tilrif’etê”.

= Di siya fewdalîzim û serberdayetiyê de, li 16.1.2021an, du girop ji milîseyên “Ceyş Elîslam” û “Cebhe Elşamiyê” li Gundê “Turindê” ya bi Bajarê Efrînê re hevcîwar, bi sedema têklîkirina endamê aliyekî ji wan bi jineke ji aliyê din re, li hev xistin. Û di encamê de, xirbeliqiyeke leşkerî di nav herdû aliyan de çêbû, û tirs û xof kete nav xelkê.

Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê – berî dagîrkirinê.

= Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê yê nêzîk sînorê Turkiyê, ji dora /120/malan pêk tê, ji nişteciyên gund ên resen tenê /51/malbat mane, û dora /100/malên anîndeyan lê hatine niştekirin. Milîseyên “Firqit Elhemzat” û serkêşê wê yê li gund “Sebrî Sekran” ê ji Herêma “Ezazê” hemî cûreyên binpêkirinan pêktînin, mala hemwelatiyê koçber bûye “Luqman Ewnî” ya li ser riya giştî, kirin hepseke taybet, û weha jî, tevaya malmewalên /17/malan ji malbata “Kerşot (Piçê)” yên bi zorê koçber bûne û hin malmewalin din, desteser kirin.

= Li 14.1.2021an, ev hemwelatî “Mihemed Remzî Sîdo, Mihemed Ismet Sîdo, Şêxmûs Ehmed Mistkalo” ji xelkê Gundê “Gewenda” – Navça Reco, û herweha temenmezin “Mihemed Reş /75/sal” ji heman gundî (yê ku hate berdan jî),  hatin girtin, û ta niha hersiyên din li ba asayişê li navenda navçê, girtî ne. Û yek ji serkêşên milîseyan, ji bo berdanê ji xwediyên “Şêxmûs”, vêrgiyeke diravî mezin dixwaze.

= Li 17.1.2021an, hemwelatî “Mihiyedîn Mihemed Şahîn /35/sal” ji xelkê Gundê “Avrazê” – Navça Mabeta, bi behaneya têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, hate girtin û piştî du rojan jî hate berdan.

= Li 17.1.2021an, giropeke çekdar e gerok ji “Asayişa Leşkerî û Sivîl” û bi hevaltiya Milîseyên “Firqit Elhemzat”, xwe avêtin ser Gundê “Firêriyê” – Navça Cindirêsê, û hejmarek ji hemwelatiyên gund girtin. Lê, me nikanî navên girtiyan belgebikirana.

= Li 16.1.2021an,  Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” li Mabeta, herpazdeh hemwelatiyên herdu Gundên “Mistika û Erendê” (yên ku, berê piştî teqîna makîna serkêşekî wê ew girtibûn, û bêsûc kêmrûmetî û işkence di dermafê wan de kiribûn), ji nû ve ew vexwendin û ji bo berdana wan, li ser her yekî /5/teneke zêta zeytûna ferz kirin.

= Ji bêtirî deh rojan ve, keça negîhayî “Şêrîn Rif’et Birîmo /17/sal” ji Gundê “Me’imila”, dema ku gihîşte ser rêbenda çekdar a li derbasgeha Bajarê Efrînê – Riya Reco, hate revandin, û ta niha em sedemên girtinê û çarenûsa wê  nasnakin.

= Ajansa “Anedolê” li 16.1.2021an weha guhest: Ku Kargêriya Ewqafê ya Wîlayeta “Hetayê” ya Turkiyê ragîhandiye” ku wê herdu pirojeyên çaksazkirina Mizgefta Umer Ibin Elxtab û gorgeha Nebî Horî li Herêma Efrînê bi dawî kiriye “, û “Omît Gokhan Çîçek” jî got: “Ku kargêriya wî girîngiyeke mezin dide parastina zanînwerên kevneşopî li Sûriyê”. Û ew gotina wî tersî tiştê dibe ye, çimkî cîgeha “Nebî Horî – Sîros” bi awakî giştiyane hate rêşkirin, kolandin, lêgerînkirin, piraniya kevneşopên wê hatin dizîn, û gorgeha wê ya navdayî û dîrokî /B.Z/ kirin zanyargeheke Islamî. Weha jî, minare û avahiyên Mizgefta “Umer Ibin Elxetab” li Bajaroka “Şiyê” ya dîrokî (ya ku, bi sedema pirojeyên kolandin û lêgerîna li kevneşopên wê ji aliyê Milîseyên “Firqit Silêman Şah” – Elemşat ve, hatiye roxandin), ji nû ve hatin avakirin; Û çîroka parastina Turkiyê ji kevneşopên Efrînê yên dîrokî re dereweke mezin e, ji ber ku, di bin serpereştiya istîxbaratên wê de, ji deh salan ve, tevahiya wan hatin wêrankirin û bi giştî hatin dizîn.

Jı ber ku, kiryarên li Efrînê dibin qirêj û cersandî ne, yek Nikane veşêre yan rûyê dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê sipî û xweşik bike. Û rastiya guhertina demografî li ser zemînê, ji dûr û nêzîk re zelal û kifşe.

24.01.2021an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê – berî dagîrkirinê.

– Pakrewan “Nazliyê Mihemed Mistefa”.

– Zarokên birîndar li Bajarê “Tilrif’etê”.

– Malek wêrankirî li Bajarê “Tilrif’etê”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button