Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (124):
Binpêkirin û guhertina demografî li gundê “Çeqmaqê Mezin”, destdirêjî, bombeyên teqîner, serbestberdana hin kesên bi zorê veşartî

Teqandinên bombeyên teqîner di gundên li herêmên di bin dagîrkeriya Turkiyê de – ji bilî yên li navendên bajaran – çêdibin, her derin pir dibin. Ev rûdana jî, di siya reva hikometa Turkiyê ji berpirsiyariyên xwe ji bo pêkanîna sîstem û aştiyaneya giştî de;  belavbûna fewdalîzmê û nelihevkirin û nakokiyên navxweyî(yên ku, istîxbaratên Turkiyê di nav milîseyan de, li ser nandozî, talan û çarçewa bandoriyê gur dikin), tekez dike.

Û binpêkirin û tewan li Efrînê her didomin, emê ji wan van bi bîr wînin:

Gundê “Çeqmaqê Mezin” – Reco, û deştên wê.

= Gundê “Çeqmaqê Mezin” – navça Reco ji dora /300/mal/malbat pêktê, ji nişteciyên wê yên resen /92/malbat mane, û bêtirî /400/malbat ji anîndeyan lê hatine bi cîkirin. Milîseyên “Feyleq Elşam” gund desteser dike, navendeke wê li wir heye, /7/ hezar darê zeytûnê ( hin jê yên malbatên Îbiş, Şêxo û Ebas in), bi taybetî jî piştî ku, belgeyên “wekaletên” ku, hin hemwelatiyan  pê mal û milkên merivên xwe bi rêve dibirin, nema hatin pejirandin), û herweha jî dora /4/hezar darê behîvê û fistiqan ên zaroyên dilovanber “Şêxo Îbiş”. Û ew darên dest danîne ser, ji bo êzingkirinê bi rengekî hovane hatin qutkirin, û tenê ji darên behîv û fistiqan dora /50/ ton êzing hate derxistin. Ji wan darên hatine qutkirin, dareke sindiyanê ye romî /300/sal û yeke din /200/sal ên di zeviyê dilovanber “Şêxo Osman” de, û tevahiya darên ihracê yên derdora zaretgeha “Qemçî” û yên çiyayê bi ser gund ve. Herweha, girê Başûrî gund û zeviyên çandiniyê yên derdorê û çiya jî, hatin kolan û bi amûran li kevneşop û entîkan hate gerandin û dizîn. Weha jî, li meha Tebaxê /2018/an, ji aliyê istîxbaratan ve, ev hemwelatî (temenmezin “Hîkmet Ebdo keça Bêkir /60/sal”, temenmezin “Mihemed Şêxo Ne’isan/62/sal”, “Es’ed Ukaş Xelîl /43/sal” û “Zehir Eldîn Hemîd Mihemed/37/sal”) hatin girtin, bo Turkiyê hatin guhestin, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, weha hatin zîndankirin: “Hîkmet” bi /6/salan û hersiyên din jî bi /5/salan. Û li çaxa êrişkeriya bi ser gund de hatiye, çekdarên milîseyan kelûpelên hundir malan ( şênberên xwariniyê, giropên eliktirîkê, tablo û betariyên taqeta eliktirîka roniyê, deboyên “cere” gazê yên malan, firaxên baqirî û tiştin din),  herweha textên pê banên xaniyan têne girêdan ( buhaya wê dora /15/hezar dolar),   û (pîkabek honday, tirektorek, bagrek ji hev hate şelandin û perçeperçe hate firotan – ên malbata “Hemoyê Êhmo”), dizîn. Herweha jî, hemî heyînên çêgeha perwerdekirina mirîşkan a li navbera gundên “Çeqmaqa û Çençeliya” (giropa zayendkirina eliktirîkê, derî, alav û gerekiyên din) hatin dizîn, tenê jê ban û dîwar man, û ji xizmetguzariyê derket. Weha jî, xelkê gund tûşî gelek tengasiyan bûn, wek nimûne: li 30.7.2020an, hemwelatî “Ridwan Mihemed” bi tuhmeta vekişandinê ji Islametiyê hate girtin, û ta niha li hepsa Maratê – Efrîn, /6/ heyvên ku, pê hatiye cezakirin diqedîne.

Dareke îhracê ye qutkirî li çiyayê gundê “Çeqmaqê Mezin”.

= Li navça Bilbilê û gundên wê, hemî zeviyên zeytûna û erdên ku, milîseyan dest danîne ser, bi tirektorên xelkê wan gundina – bê pere yan jî bi pereyên hindik – têne ajotin. Û herweha ji nû ve, destan dîdinin ser malmewalên hemwelatiyên hene, ger nikabin belgeyên malmewaliyê yan jî rêdanên çandiniyê ji encûmena xwecihî ( ya ku, destlatên Turkiyê çêkirî) peyda bikin û wînin.

= Li 2.1.2021an, milîseyên “Firqit Elhemzat” dora /225/darên zeytûnê yên sê bira ji malbata “Kevno” ji gundê “Bablîtê” ( yê ku, li Rojavayî bajarê Efrînê bi dora /6/KM dikeve) qutkirin -bi ser ku, wan li ser her darekê /2/dolar vêrgî jî dabûn. Herweha hersê bira çend rojan girtin û paşê berdan, lê, bi cezakirinê hatin gefkirin, ger gilî bikin an wê tewanê ragihînin. Weke wê jî, hinek din bi revandina keçên wan hatin gefkirin, ger ku, qutkirina darên xwe bidin xuyan.

= Li 8.1.2021an piştî Nîvro, giropeke ji milîseyên “Lîwa’i Semerqend”, bi du makînên çekdarkirî çûn ber mala hemwelatî “Xelîl Ehmed Şêx Îsa” ji xelkê bajaroka “Kefirsefrê”, bi zorê û bi behaneyeke çêkirî ji mal derxistin, û bi awakî hovane lêdan. Û paşê jî ji ber birîn û derzandinên li govde çêbûne, şikestina dêst û hin paresûyên wî, ew birin nexweşxaneyeke Efrînê ji bo dermankirinê. Û li Roja Şemiyê bi Êvarî, di tenduristiyeke pir ne baş de, vegerandin malê.

= Li 3.1.2021an, du giropên çekdar li hundir bajarê Efrînê, bi çekan bi hev ketin, û di encamê de, ciwanekî negîhayî ji anîndeyên “Xotayê” bi qurşînekê birîndar bû.

= Li 4.1.2021an, milîseyên “Artêşa Ehrar Elşerqiyê” ya ku, gundê “Qurbê” – Cindirêsê desteser dike, /30/ endamên milîseyên “Firqit Elhemzat” ( yên ku, darên zeytûnê – yên hemwelatiyên bi zorê koçberkirî û di bin destê wê de, qutkirine), girtin û hepis kirin.

Hemwelatî ” Xelîl Ehmed Şêx Îsa”

= Li 8.1.2021an, li derbasgeha bajaroka Kefirsefrê, “pisporên endezyariyê” makînak bi bombeyeke teqîner bombekirî ( ye ku, istîxbaratên Turkiyê diyarî cîgirê serkêşê milîseyên “Lîwa’i Semerqend” yê ku, di mala koçberekî Kurd de ya li nêzîk cîgeha teqandinê, rûniştî), teqandin. Û di dema şuştina makînê de, û berî were bikaranîn, pêhesîn ku makîne bombekirî ye.

= Li 2.1.2021an, hêzên Turkiyê û nandozên wê, bajaroka “Tilrifetê” û gundên “Şehbayê” li gundewarên Bakurî Heleb (yên ku, bi koçberên xelkê herêma Efrînê ya dagîrkirî mişt) pir bombebaran kirin.

= Hemwelatiya bi navê “Nazliyê Ebid Elrehman Ne’isan” ji xelkê gundê “Xelnêrê” (ya ku, li Havîna 2018an hatibû girtin, û bêtirî du sal û çariyekê hatibû veşartin, û paşê bo hepsa Maratê hatibû guhestin), serbest hate berdan.

= Hemwelatiyê ciwan “Semîr Mihemed kurê Fayiq” ( bawernameya aboriyê ji zanîngeha Heleb wergirtiye û ji xelkê gundê “Til Silorê” ye), li Avdara /2018/an di dema êrişkeriya bi ser herêmê de hate revandin, bi zorê dora du sal û nîvan hate veşartin, paşê bo hepsa Maratê hate guhestin, û li destpêka vê heyvê, ji wir serbest hate berdan.

 Şopandinên ragîhandinî, mafnasî û siyasî li ser asta navdewletî, nagihêje radeya guhdan û pûtepêdana bi miletekî weke Kurd li Sûriyê ku, herêmên wî ên dagîrkirî bi awakî rêbazkirî guhertina demografî (ya ku, digihêje asta qirkirina nijadî), tê de çêdibe.

10.01.2021an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Gundê “Çeqmaqê Mezin” – Reco, û deştên wê.

– Dareke îhracê ye qutkirî li çiyayê gundê “Çeqmaqê Mezin”.

– Hemwelatî ” Xelîl Ehmed Şêx Îsa”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

 

Related Articles

Back to top button