Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (123):
Gundê “Qopê” yê bindestkirî, kuştina jinekê, revandin û girtin û zîndanên bi dizî, qutkirina darên behîvê, li Cindirêsê teqînek

Hikometa Anqerê bi serokatiya Erdoxan, bi hemî doseyên hundir û derve re, mîna piroseyên bazirganiyê û li gor berjewendiyên teng (ên bi pozbilindiyê û bîrûboçûnên Islamewî û netewperestî yên qirêj hatine istiran), dide û distîne. Ji ber wê ew di doseya Sûriyê de, li ser bingeha ferekirina bandora xwe û parastina peyayên xwe – ta ku terorîst bin jî -, û bi rengekî serekîn jî ji bo derbkirina hebûn û rola Kurdî di Sûriyê de, çalak dibe û tevdigere. Vêca, ew binpêkirin û tewanan di dermafê herêma Efrînê û xelkê wê de dike,  yan jî serpereştiya wan kiryaran dike. Emê ji wan karên qirêj van bi bîr wînin:

Mala dilovanber “Mihemed Şêxo” li gundê “Qopê”, û li ser deriyê wê jî weha hatiye nivîsandin ” bê rêdana ewlehiyê derbasbûn qedexe ye”.

– Gundê “Qopê” – Reco ji /122/malbatî pêk tê, li navîna Avdara 2018an hate dagîrkirin, û tenê /50/ malbat – bi qaserî /130/kesî ji nişteciyên wê yên Kurd ên resen û ên ku, piraniya wan temenmezinin têde man. Lê, ji anîndeyên “Xota û Humsê û gundewarên Heleb û Idlibê” dora /72/malbat di malên ku,  dest danîne ser de û /50/ jî di konên ku, li ser bêdera gund û li rex dibistanê vegirtine de, dan niştecîkirin. Û di dema êrişkirina gund de, piraniya kelûpelên malan, tirektora hemwelatî “Îbrahîm Şukrî Dadako” û yeke din e “Ukaş Hac Ebdo”, û otombîla hemwelatî “Elî Şêxo Kûse”, ji aliyê milîseya “Elmuntesêr Bîlah” ve ( ya ku, hepseke wê ye taybet di mala hemwelatî “Ehmed Heso” de hebû, û paşê ji çar mehan ve, bo mala hemwelatî “Mihemed Arêf Hemê” hate guhestin – herdu hemwelatiyên bi zorê hatine koçberkirin), hatin dizîn. Û ew e ya ku, hemî darên îhracê yên çiyayê “Heydo” ya bi ser gund ve, qutkiriye ye, û herweha bi hevkariya çekdarên “Firqit Elhemzat” re, tevahiya daristana goristana “Kînkê” ya ji bo miriyên gundên “Qopê û Berbenê” – yên li rex hev – taybetkirî û darên temenmezin jî lê hebûn, qut kirin. Herweha piştî vegera temenmezin “Mihemed Sîdo Şêxo /75/sal” bo gund, li Havîna 2018an, di bin zext û fişara girtin, îşkencê û tengasîkirinê de, hate koçberkirin. Û ji malên ku bi behaneya sedemên ewlehbûnê dest danîne ser, mala dilovanber “Mihemed Şêxo (Me’imê Çûçik)” e, zatirê mala li rex a lawê wî “Sebrî” jî, di dema şer de bi bombebaranê hate roxandin. Û di wê pêvajoyê de jî, dora /200/darên zeytûnê yên temenmezin ên malbatên “Heydo û Dadako” – gundê “Qopê”, di dema kolan û rêşkirina girê “Kitix” ê kevneşopî de, li Havîna 2018an hatin hilkirin.

Daristana goristana “Kînkê” li navêna gundên “Qopê û Berbenê” li berî dagîrkeriyê, û qutkirina wê bi rengekî tevayî.
Girê “Kitix” ê kevneşopî li berî  dagîrkeriyê, darên zeytûnê berî qutkirinê, û kolandin û rêşkirina gir

– Li destpêka heyva Berfenbara 2020an, hemwelatiya bi navê “Nadîre Durmiş”, ji xelkê bajarê Efrînê – pêkhateya Erebî, hate revandin. Û piştî bêtirî deh rojan, termê wê di malê de ( ya ku, li taxa kevin, li nêzîkî dibistana “Elrîfiyê” dikeve, û ji ber ku jinik ji mêr berdayî ye û halxweş e, bi tenê lê dijiya) hate dîtin, û zêr û pere û malmewalin di malê de û du makîneyên wê hatin dizîn.

– Li şeva 28.12.2020an, milîseya “Firqit Elhemzat” êrişî ser çend malên gundê “Kokanê” – navça Mabeta kir, “17” hemwelatî – di nav de du temenmezên bêtirî /70/salî – revandin, û piştî ferzkirina /10/ teneke zêta zeytûna li ser her yekî ji wan, piştî nîvê şevê ew berdan. Divê bête zanîn ku, piraniya wan berê jî hatibûn girtin, û li ba milîseyan û dadgehên bi navê “dadgehên Efrînê” tênê navdan, bace û ceza dane.

Hemwelatiya girtî “Leyle Mehmûd Ce’ifer” – gundê “Hisê”

– Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” di servebirina malên gundê “Hisê” – Mabeta û girtinên zorane de berdewam in. Li 29.12.2020an hemwelatiya bi navê “Leyle Mehmûd Ce’ifer” û lawê wê yê negîhayî “Mihemed”, li 25.12.2020an hevjînê wê “Amêr Henan”, û xort “Mihemed Reşad kurê Xelîl Hemo” û herweha herdu hemwelatî ” Behrî Ebid Elqadêr Elîko, Sefqan Ehmed Mistefa” jî li 30.12.2020an, girtin. Û girtî û xwediyên wan jî, tûşî danûstandinên hişk û îşkencê dibin.

– Jêdereke xwecihî tekez kir ku, hepseke bi dizî ye milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” di biryargeheke wan de, li cîgeha “Tela’êh Elbe’is ya berê” ya li gundê “Kefircenê” heye. Herweha rûpeleke ragîhandinî ye xwecihî – rikber, li ser hebûna hepsê tekez kir, bi “hepsa Kefircenê – Sêdnaye” bi nav kir, û got “Elcebhe Elşamiyê” bi serpereştiya “Ebû Ehmed Nûr”, di dermafê girtiyan de hemî cûreyên îşkenceyan pêk tînin. Û herweha rûpelê got, ji bêtirî du salan ve sivîlin girtî têde hene, “Şamiyê” jî hebûna wan li xwe nane, û yek ji girtiyan – piştî ku, xwediyên wî nikanîn baceya hatiye xwestin bidana –  kuştin. Û dema ku, ji bo lêpirsîna girtiyên hepsa “Kefircenê”, veger ji rêvebiriya “asayişa leşkerî ya li Efrînê” re çêdibe, li gor rûpelê bersiv weha tê gotin: ” Mijar bi dest Istîxbaratên Turkiyê de ye, û em nikanin destêwerdanê têde bikin”.

– Li 28.12.2020an, destlatên dagîrkeriya Turkiyê herdu bira “Hisên û Enwer Mihemed Mihemed” ji malbata “Çiro” – bajaroka “Be’idîna”, ji hepsa “Maratê” – Efrîn, – piştî borandina dora şeş heyvan tê de, û du salan ji veşartina zorane di zîndaneke bi dizî de – , hatin berdan. Divê were zanîn ku, ew di wê hepsa bi dizî de, rastî gelek cûreyên danûstandinên hişk û işkenceyan hatin, û di dû re piştî tenduristiya wan bi şûn ve çû, ew bo hepsa “Maratê” hatin guhestin.

– Ji bêtirî heftakê ve, milîseya “Ceyş Elnuxbe” ya ku, gundên “Emara, Şêxotka, Sêmalka, Zêtûnakê” destlat dike, xelkên wan gundan neçar dike ku, herin nimêjê li mizgeftan bikin, û li xelekên olî beşdar bibin, da ku, piştî ew bi kufir û xinzîrbûnê dane salixdan, wan fêrî hînkerên olî bikin (wînin ser riya rast),  an jî wê werin girtin, û an ji gund werin qewtandin. Di heman dema ku, ew milîseya – bê ku, bijangên serkêş û şêxên wê werin cirfandin – hemî kiryarên qirêj û heram dike.

– Li navêna çend rojên sersalê, milîseyên ku, gundê “Xilalka” – Reco destlat dikin, darên “Behîvê” li geliyê “Meydana” yên malbata “Kosa” ji heman gundî, û yên temen di ser /100/salî re qutkirin, da ku, ziyanê bighînin xelkê û êzingan bifroşin. Û bi taybetî jî vê zivistanê buhayê her tonek êzing gihîşte /300/hezar PS.

Teqîna makînak bombekirî li orta Cindorêsê

– Li 2.1.2021 piştî Nîvro, makînak bombekirî li orta bajarê “Cindirêsê” – nêzîk nanpêjgeha “Medê” teqiya. Di encamê de kuştî û birîndar ketin û ziyanin şênberî çêbûn, lê ta amedekirina raporê me nikanî navên kuştî û birîndaran bi dest bixistana. Ev bi xwe jî fewdalîzim û serberdayetiya li herêmê serwerkirî nîşan dide. Di siya reva Turkiyê ji hilgirtina berpirsiyariyên xwe de, ji bo gerantîkirina sîstem û aştiyaneya giştî û peydakirina parastinê ji sivîlan re. Ji ber ku, ew xwediyê destlatkirina rastî ye, û ji xaka dewleteke din re, dewleteke dagîrker e.

Zarzimanê hemwelatiyên Efrînê, dengkirina bi talbûn li ser êş û tûşîbûnên ku, rastê hatine û ta niha li ser destên hemwelatiyên welêt ên bi “şoreşa azadiyê û rûmetê” û “ola Islamî ya henîf” bang dikin, berdewam dibin e. Lê, ew li ser pêgirtina bi axa xwe û berevaniya di ber doza xwe de, û herweha jî li ser riswakirina binpêkirin, tewan û siyasetên ku, Turkiya Eledalê we Eltenmiyê û Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û milîseyên terorîst ên tundrew ên pêve girêdayî, bi rijdin..

03.01.2021an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Mala dilovanber “Mihemed Şêxo” li gundê “Qopê”, û li ser deriyê wê jî weha hatiye nivîsandin ” bê rêdana ewlehiyê derbasbûn qedexe ye”.

-Daristana goristana “Kînkê” li navêna gundên “Qopê û Berbenê” li berî dagîrkeriyê, û qutkirina wê bi rengekî tevayî.

– Girê “Kitix” ê kevneşopî li berî  dagîrkeriyê, darên zeytûnê berî qutkirinê, û kolandin û rêşkirina gir.

– Hemwelatiya girtî “Leyle Mehmûd Ce’ifer” – gundê “Hisê”.

– Teqîna makînak bombekirî li orta Cindorêsê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button