Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Daxuyan
Qedexekirina çûnhatinê li Bajaroka Mabeta û zordarkirina xelkê wê

Piştî ku, bombeyeke teqîner di makîna serkêşekî milîseyên “Elcebhe Elşamiyê – Ebû Mihemed Elhezwanî” û hevalkarên wî de, li roja Îna borî, li orta bajaroka Mabeta – Efrîn teqiya, û ew bi kûranî hatin birîndarkirin; Li rojên Şemî û Yekşema borî, milîseyên “Elcebhe” qedexekirina çûnhatina giştî li ser bajarokê ferzkir, dorpêçkir, derbasgehên wê girtin, û bi hilmeteke girtinan e tewşankî ye bêsûcane rabû, bi dehan ji nişteciyên bajarokê yên resen -di nav de jî jin- û hin din ji yên hatine niştecîkirin girtin, vê re jî girtî  kêmrûmet û lêdankirin.

Ji ber wan kiryaran jî, xelk tirsiya, nema kanîn li nav bajarokê herin û werin, û ta ku, yên bi mîvandarî li ba meriv û cîranan li ciyên xwe man. Qedexekirina çûnhatinê Îro bi sibê piçekî hate rakirin, û ta niha çarenûsa girtiyan ne diyar e. Û bi sedema tirsê û ceflandina xelkê ji têkeliyê bi derve re, agihiyên peyda dibin, pir kêm in.

Kiryarên ku, bajaroka Mabeta ta niha tûşê dibe, ji tewanên şer têne jimartin, û ciyê pirtestokirin û şermezariyê ne. Ji ber wê lêkolîn û lêpirsîn tê de gerek in, û berpirsiyarkirina Hikometa Turkiyê di ber kiryarên dibin de tê xwestin, ji ber ku, Turkiyê xwediyê destlatkirina rasteqîn e, û wê herêm dagîrkiriye. Û Herweha, ji aliyê deste û rêxistinên mafwerî, û dewletên di rewşa Sûriyê de çalak, liveke bi lez tê xwestin, da ku, ji bo serbestberdana girtiyan, hilanîna serdestiya milîseyan, û danîndina rêgirekê ji binpêkirin û tewanan re, kar bikin.

20.12.2020an

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button