Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (121):
Talan û girtin li Gundê “Qude”, pevçûn û teqîn, girtin û dizîna kevneşopan

Di herêmên Sûriyê yên di bin bandor û dagîrkeriya Turkiyê de, di bin çavdêriya istîxbaratên wê û dora /20/ hezar leşkerên wê (yên bi çekên têkel  çekdarkirî) de; Milîseyên terorîst, “Cebhit Elnesra” û bermayên “Da’işê” serbest derin û tên û kiryarên qirêj dikin, ew herêm di rewşeke fewdalîzim û seberdayetiyê de dijîn, û bi taybetî jî Herêma Efrînê ya ku, di bin binpêkirin û tewanên berdewam û zêdetir de. Evên jêrin jî hin ji wan binpêkirin û tewanan in:

Milîseyin Gundê “Qude” – Navça Rec, li Avdara 2018an dagîr dikin.

= Ji dema ku, Milîseyên “Firqit Elhemzat” Gundê “Qude” (yê ku, ji /250/malbatî pêk tê û girêdayî Navça Reco) destlat kiriye ve, dest danîn ser mal û mewalên dora /170/malbatên wê yên bi zorê koçberbûne, û ji wan mal û milkan dora /25/hezar darê zeytûnê. Ji bilî wê dizîn û vêrgiyên ku, li ser malmewalên hemwelatiyên hene  ferz kirine, mîna: 10% ji zeyta werza îsal istandin, xelkê gund ji asteng û binpêkirinên wan ên din jî nehatin parastin, û bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, li 22.10.2020an /12/ hemwelatiyên wê hatin girtin, ta niha yek ji wan “Ehmed Ezet Osman /40/sal” hîn girtî ye, û piştî ferzkirina /400/hezar PS li ser her yekî ji yên mane, serbest hatin berdan.

= Fewdalîzim û serberdayetî:

Şewtandina malekê li Bajarê Cindirêsê, di encama pevçûnên di navbera “Elzengî” û “Ceyş Tehrîr Elşam” de.

Li 13.12.2020an bi şev û ro, li hundir Bajarê Cindirêsê, bi sedema nelihevkirinê li ser destdanîna ser mala hemwelatiyekî koçberkirî ye ji nişteciyên bajêr ên   resen, di navêna milîseyên “Nûr Eldîn Elzengî” û “Ceyş Tehrîr Elşam” de, bi çekên sivik û orte pevçûnekê rûda, û di encamê de, xelk tirsiya, birîndar û kuştî ji herdu aliyan ketin, û malek hate şewtandin. Û bi destêwerdana karwaneke leşkerî ji milîseyine din, pevçûn hate rawestandin.

Li roja Duşemê 14.12.2020an, li hundir Bajaroka Meydankê, bi sedema nelihevkirinê li ser mala hemwelatiyê Kurd “Reşîd Osman” yê bi zorê koçber bûye, di navêna du giropên milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” de, pevçûninan rûdan, û di encamê de xelk tirsiya, û qurşîn li destê temenmezin “Ibrahîm Cebir” ê ji heman bajarokê ket.

Li şeva 18.12.2020an li kat deh û nîvan, li Bajaroka Celemê gelek qurşîn tewşankî hatin avêtin, û milîseyan bi şêwakî tewşankî dora /15/ hemwelatiyên bajarokê girtin, û ji bo lêkolîn û lêpirsînê birin navenda asayîşê “mexferê”, û di heman rojê de jî hatin berdan.

Li şeva 18.12.2020an, li orta Bajaroka Mabeta, bombeyeke teqîner bi makînak serkêşekî milîseyên “Elcebhe Elşamiyê de” teqiya, û di encamê de, ew û du hevalkarên wî bi kûranî birîndar bûn, û hin din jî curbecur.

Jêderine xwecihî dan xuyan ku, li 18.12.2020an, li Gundê Çolaqa – Cindirêsê, embareke çek û cebilxanan e milîseyên “Herekit Ehrar Elşam” tûşî teqîneke mezin hat,  agir pê ket, û di encamê de endamên parêzvan hatin kuştin.

Dareke temenmezin e li nêzîkî Girê “Dudêra” – Başûrî Bajaroka Meydankê, û li Pûşpera 2019an, bi rengekî hovane hatiye qutkirin.

= Ji Pûşpera 2019an ve, Girê “Dudêra” yê ku, bi /2/KM li Rojavayî Bajaroka Meydankê û nêzîkî riya giştî dikeve, ji aliyê milîseyan ve û bi serpereştiya istîxbaratên Turkiyê, bi alav û acetên giran hate kolan û rêşkirin, û ta niha pirojeyên lêgerînan û dizîna kevneşop û kenzên wî berdewam in. Û li gor jêdereke xwecihî tê dîtin ku, derdora gir bi kûraniya /3-5/M an hatiye kolandin, di hundir ciyê hatiye kolandin de jî dîwarekî kevneşopî heye, û li başûr û jêve nêzîk jî, dareke sindiyanê ye temenmezin bi şêwakî hovane hatiye qutkirin.

“Ebid Elrezaq Elmehdî” li gel “Mihemed Elcasêm – Ebo Emşe”

= Weke tekezî ji têkeliyên germ di navêna milîseyên bi Tirkiyê ve girêdayî û ” Heyit Tehrîr Elşam – Cebhit Elnesre” yên terorîst de, û li gor jêderine ragîhandinî yen xwecihî ku, rewakarê Heyit Tehrîr Elşam “Ebid Elrezaq Elmehdî” seredana “Mihemed Elcasêm Ebo Emşe” – serkêşê milîseyên ” Firqit Elsultan Silêman Şah”, li Bajaroka “Şiyê” kir, û bi hev re civiyan.

Çavên xelkê Efrînê li yekrêziya Gelê Kurd li Sûriyê ye, û li seknandina bira û welatparêzên Sûriyê yên bi rûmet li kêlek wan e, ji bo rizgariyê ji dagîrkeriyê û hebûna milîseyên terorîst, û herweha bêhêvî jî namînin.

20.12.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Milîseyin Gundê “Qude” – Navça Rec, li Avdara 2018an dagîr dikin.

Şewtandina malekê li Bajarê Cindirêsê, di encama pevçûnên di navbera “Elzengî” û “Ceyş Tehrîr Elşam” de.

Dareke temenmezin e li nêzîkî Girê “Dudêra” – Başûrî Bajaroka Meydankê, û li Pûşpera 2019an, bi rengekî hovane hatiye qutkirin.

“Ebid Elrezaq Elmehdî” li gel “Mihemed Elcasêm – Ebo Emşe”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

 

Related Articles

Back to top button