Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (120):
Sê gund di dorpêçkirineke girtî de ne, qumandarin asayîşê li Navça Mabeta işkencekirinê dikin, girtin û fewdalîzim û qutkirina daran

“Kurd terorîst in”, ev zarziman û gotara Erdoxan û Dewlet Baxçelî ye. Bi taybetî ew rêvebir û siyasetmedarê Kurd ê navdar Selah Eldîn Demirtaş, ê ji çar salan ve, li Turkiyê girtî, bi vê tuhmeta derewîn tewanbar dikin, û berdewam wê tuhmetê dubare dikin. Û herweha, bi heman mêjî jî, destlatên dagîrkeriya Turk bi nişteciyên resen ên Kurd re, li Herêma Efrînê, didin û distînin, û  serpereştiya milîseyên Kiwalisyona Sûrî ya rikber û Ixwan Elmislimîn dikin, û wan dihurhutînin û têvedidin ku, binpêkirin û tewanan di dermafê herêmê de -çi mirov an dar an kevir be- bikin. Ev jî hin ji wan binpêkirin û tewanan in:

= Li 4.12.2020an, piştî ku, makîna serkêşekî milîseyên “Feyleq Elşam” li nêzîkî Gundê “Bi’iyê” tûşî teqîna bombeyeke binzemînî bû; Wan milîseyan Gundê “Basûfan, Bi’iyê û Kibêşînê” – Çiyayê Lêlûn dorpêç kirin, bi tuhmeta danûstandinê bi hêzên Kurdî re, di dermafê xelkê wê de, hilmeteke girtinê cîbecî kirin, û vê re jî li wan dan û kêmrûmet kirin. Ji nav wan girtiyan ev hatin naskirin: Elî Kazim Elî, Rêzan Ibrahîm Erebo, Basêl Mamed Hisên, Samêr Mamed Hisên, Riyad Elî Cum’a, Ehmed Hindî Hindî, û ciwan “Dilbirîn Erebo” (yê ku, bi sedema lêdana lê hatiye kirin û birînên lê çêbûne), hatiye berdan. Herweha, êriş malên (Mihemed Elî Cinêd, Ereb Şahîn û Şêxo Ibrahîm), li Gundê Basûfanê kirin, û kelûpelên hundir malan dizîn. Û piştî ku, hemwelatiyê bi navê Şêxo Ibrahîm, hewilda ku, nandoz mala wî nedizin û li pêşiya wan sekinî; Ew tûşî lêdaneke mekin hat, û ji ber wê ew ji bo dermankirinê rakirin Bajarê Efrînê. Û bi ser ku, serokê Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî “Nesir Elherîrî” seredana Gundê Basûfanê yê Êzdî, li vê dawiyê kir, û soz da xelkê ku, mafan vegerîne û zirdariyan red bike! Ta niha rewşên hersê gundan pîs in, û dorpêçkirî ne.

Navenda asayîşa Navça Mabeta.

= Di navêna sê heyvên borî de, Bajaroka Mabeta, bi tuhmetên têkel, tûşî hilmeteke girtinên bêsûc û zordar bû, û dora çel kesî ji hemwelatiyên wê yên Kurd hatin girtin, û di lêkolînê de, û di bin serpereştiya istîxbaratan de, rengereng û mekin hatin işkencekirin, li rex wê jî sixêf û kêmrûmet kirin. Da ku, tuhmetên çêkirî bi wan ve bizelqînin, an di bin zorê de, ew nokeriyê bipejrînin. Û ji endamên asayîşê yên bi kîn û zikreşiyeke bineolî û ta’ifî jî, li dijî hemwelatiyên bajarokê yên bi ser Elewiya ve, işkence kirine, “Mulazêm Ehmed Hac Elî (Ebû Bekir) ji Herêma Elresten, Mulazim Mihemed Hisên (Ebû Emced) ji gundewarên Ezazê, û Neqîb Yasîn Yûsêf ji Şamê”. Û li 29.11.2020an, piştî cezakirina her yekî bi /1500/PT, ev girtî (Zûhêr Şe’ibo, Mihemed Yûsêf û Remzî Elîko) hatin berdan. Hêjaye bête zanîn ku, milîseyên “Elcebhe Elşamiyê”bajarokê destlat dikin, û navendeke istîxbaratên Turkiyê têde heye, û yeke din e “asayîşa sivîl”.

= Li 6.12.2020an, hemwelatî “Mihemed Hebeş Hibo/55/sal, Mihemed Hisên Dehdo/30/sal” ji xelkê Bajaroka Be’idîna, ji aliyê istîxbaratên Turkiyê û asayîşa leşkerî ve, hatin girtin û bo navenda Navça Reco hatin birin. Û li 10.12.2020an, “Rif’et Hisên” (yê ku, li 30.11.2020an hatibû girtin, piştî dandina baceyekê /1000/PT), hate berdan.

= Li 6.12.2020an, milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” hemwelatî “Mihemed Hac Yûsêf Behar, Ehmed Hac Golîn, Xalîde Şêx û Emîne Ebdo Mûrad”, ji xelkê Bajarê Cindirêsê – Taxa jêrin girtin, û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e.

= Li vê dawiyê çar jin (Lonjîn Mihemed Ebdo û xwîşka wê Rojîn, Heyfa’i Elcasêm ji pêkhateya Ereb, Rûken Minle Mihemed), ji hepsa Maratê – Bajarê Efrînê, hatin berdan. Hêjaye were zanîn jî ku, ew ji dora du sal û nîvan ve hatibûn revandin û bi zorê hatibûn veşartin, û di dema ku, li 28.5.2020an de, giropeke çekdar ji “Artêşa Elîslam” êrişî biryargeha milîseyên “Firqit Elhemzat” kiriye; Ew jin di perçevîdiyoyekê de, di nav giropeke ji /11/ girtiyan de hatin diyarkirin, û ta niha çarenûsa her heft jinên mayîn û bavê Lonjîn û Rojînê ne xuya ye.

Û di çarçewa fewdalîzmê û Serberdayetiyê de jî:

Hemwelatiyê mirî “Adêl Henan Necar”.

– Li siba 11.12.2020an,  hemwelatiyê ciwan “Adêl Henan Necar” ji Gundê “Qîbarê”, di mala wî ya li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê de, mirî û bi şirîteke elektirîkê ve daliqandî hate dîtin, û li gorî wêneyên belavkirî û gotûbêjên mirovin ji taxê; Tu tekezî ji xwekujiyê re tuneye, û nezelaliyek û hin vepirsîn li dor bûyerê hene.

– Li gor “Berevaniya sivîl”, li 8.12.2020an, termê zarokekî kêmî dehsalî, li nav zeviyên zeytûna, li Gundê “Hemamê” – Navça Cindirêsê, hate dîtin.

– Li gorî jêderine xwecihî, li 10.12.2020an, termê kesekî ji anîndeyên Şamê – li gel kesekî din e jîndar-, li nêzîkî çateriya Bajaroka “Şera” hate dîtin. Û ew herdu ji bêtirî heftakê ve, ji aliyê çekdarinan ve, hatibûn revandin.

– Li 9.12.2020an, milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” li Bajarê Efînê di seferbîriyê de, û hevrikiyê bi milîseyên “Firqit Melekşah” re bûn. Ji ber ku, “Firqit Melekşah” endamek ji “Sultan Elmûrad” girtibû û radestî “Asayîşa Leşkerî”kiribû. Bi sedema ku, yê girtî destdirêjiya jineke anîndeyên “Humsê” û ji “Melekşah” ve nêzîk, kiribû.

Qutkirina daran:

– Serkêşekî milîseyên “Lîwa’i 112” û bi “Ehmed Rehal – Ebo Hesen” tê navdan, li orta Bajaroka “Be’idîna”, li pêş guvêşgeha “Şe’iban”, dareke biyê ye mezin, û herweha dareke merxê ye temenmezin/150/sal – Bakur Rojavayî Gundê “Dumiliya” qutkir, bi ser de jî, qutkirina darine zeytûnê yen zeviyên Gundê “Xaziyana” yê di bin destê wî de. Û wî embar û navendeke bazirganiyê, ji bo kirîn û firotina êzingan, li Bajaroka Be’idîna, li kastîna sûtemengeha “Reşîd Dehdo” vekir.

Cîgeha Çiyayê “Hec Mihemed” – Bakurî Bajaroka Kefirsefrê.

– Piraniya darên daristana merxê li Çiyayê “Hec Mihemed” – Rojavayî Çiyayê Qaziqlî û Bakurî Bajaroka Kefirsefrê, hatin qutkirin. Û ew cîgeh û tevlî zeviyên zeytûnan ên derdorê, bûn çêregeha keriyên pezên serkêşê milîseyên “Lîwa’i Elsemerqend”, ya ku, bajarokê destlat dike.

Çendî û çiqas, ên sûdê ji rewşa heye dibînin, ên hevkar û yên di bin metirsiya heye de, pesnê desthilatên dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên pêve girêdayî bidin; Xelkê Efrînê bi giştî, hebûn û kiryarên wan ên kirêt û tewanbar, bi pihêt pirotesto dikin, û herweha jî, ji seredanên tu kesî ji Kiwalisyona Sûrî – Ixawanî – çi Nesir Elherîrî û hevalbedên wî bin, an jî hin din bin – ne razî ne, û pêşwaz nakin. Û ew bawerin ku, dawîbûna bêtara li ser wan, bi dawîkirina dagîrkeriyê û nandozên wê, dest pê dike.

13.12.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Hemwelatiyê mirî “Adêl Henan Necar”.

– Navenda asayîşa Navça Mabeta.

– Cîgeha Çiyayê “Hec Mihemed” – Bakurî Bajaroka Kefirsefrê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button