Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Faroq Bekir Bavê şiyar: Damezrênerê Koma Zozan li Şamê bû
Mihemed dillî*

Ji gundê Gewrika (Kurdaxê), tev bav dê, xwîşk û biran ji zû de barkiribûn. Li taxa kurdan a Şamê bi cih bûbûn. Min ev mala welatparêz di sala 1983 yan de naskir, Faroq karmendê belavkirina postên asayşa trafîkê bû, min ji nêzîk ve dît ku ew Kurdhez û welatparêz e. Piştî 13 salan, li vê dawiyê, min kanî têkilî pêre bikra. Niha, hîn ew li şamê ye. Ji ber xebata wî ya bi fedekarî ji bo kurdan , ew ji karê fermî hatiye derxistin. Mixabin ku niha ew di rewşek zor de kar dike, da ku bi rûmet mala xwe xwedî bike.

Faroq dibêje: (Diya min digot tu di miha pala nîskan de hatiye dunyê, bavê min digot di sala 1954 de bû.

Yekemîn kesê ku ramana damezrandina komeke folklorî ya Kurdî li paytexta Sûryê – Şamê pêşniyar kirî, ew birayê mine Izzat Bekir Bavê Kawa ye (Bavê hunermend Şoreş Bekir e). Di sala 1976-an de, yekemîn car komek folklorî kurdî, li ser navê Koma Azadî hate rêkeftin. Rêvebirê koma Azadî Hanan bû û ez jî li gel Edhem, Riyad, Meimon Wanlî û Bavê Mizgîn endamên komê bûn). Her weha Farûq dibêje: (Ji ber min korsa Asaiyêşa trafikê dikir û ji ber nexweşiya herêmtiyê, min koma Azadî berda). Sala 1981 an Farûq xuya dike ku digel Jemal Eli , Hemid Horo (kinik), û Jemal Bekir , kari bûn dabeşîna komeke nu bikrana bi rêya kek Mustefa Sebrî Ednan ( paşnav nayê bîra Farûq) ew fêrî çend govendan bûn , navê ZOZAN lê kirin , wek pêşniyara Eli Jeifer bû. Rênas Hunermendekî ji bakurî Kurdisan alîkaî kir û bi hevre yekem car ahenga Newroz di sala 1981 an de Koma zozan li Xota kirin. Li daweta Sêvê Îzolî komê stran, govendên xwe pêşkêş kirin. Bi hevkarîya Koma Zozan a Helebê hevrêzî hate damezrandin û ji Hesen Koşkar fêrî hin govendan bû ( wek Qertel, Çakoç û Qalûç…). Faroqê (Bavê Şiyar ) tekez dike ku Elî Ceifer, Horan Bengî, M.Dillî, pir alîkar bûn ku endamê komê pir bibin bi tevlêbûna keç û xortina ji taxa Elqedem, û pir kes din hatin komê ji hemo herêmên kurdî yên hatine Şamê, û di nav du salan de, şaxên komê pirr bûn û xurt bûn, di civata kurdan de li şamê çalak bû, bi taybetî di Newrozê de kasêta yekem sala 1984 an derxit, Rizneme serê sala 1983 an der dixist.

Hin biroveyên xwe Komê li navenda (جبهة النضال الشعبي الفلسطيني) de dikir. Koma Zozan li şamê berdewam kir heya sala 1994 an, wê hingê bi beşin ji Koma Azadî û Welat … komek bi navë Nohilat ava kirin bi rêveberiya Xandî û Cemal û Faroq heya sala 2000 î kar kir, û piştî Rihlekê li dervayî Şamê tev hatin girtin û komik ji hev bela bû.

Di wan salan de komin din li şamê hebûn: Koma Mîdiya (Şukrî Terzî + ebo çençelî + Selah Bekir + Miqdad Qere Depe + Ednan Meydankî …) Koma Kawa :1982 çêbû ( Bavê Arîn+ Mizgîn +… bi rêvbirya Rebhan ) Koma Hilat : 1982 çêbû, rêvebirê wê Ebdella Hisso bû tev Cemşîd (li Cumbuşê dixist, Remzî li Ûdê dixist, şewqî li tembûrê dixist, Mehmod Berzencî Mixabin Erşîfa Koma Zozan di bûyerên Taxa Elqedem de di va salên piştî 2011 an de bi malan re tar û mar bûn. Ev hunermendê welatparêz, dilsoz, westandî zêde dike dibêje: Tiştê ku min kiriye, ustubariyeke welatparêzî ye, da ku ez wijdanê xwe bi gelê xwe ve girêbidim. Silav, spas û rêz ji bo vî mirovê qenc re.

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button