Ji zagonên xwezayê ne ku zindewer li cihê sedemên jîn lê heye dijî. Sedemên sereke jî av û heyame, û cihê xwerin lê heye. Ji ber van sedeman çiyayê zagrosê û zincîra wî, û hebûna çemên sereke jê derdibin û tê re diherikin (Ferat, Dicle, herdu Zab, Diyele, Aras, ava Reş…), hêşt ku mirov û ajal lê bijîn.
Li herêmên ku av û şewq lê hene, şînahiya têvel jî şînbibe, û li wir rengên di şewqa royê de bi xwe reng têvel jî peyda bike, wê têveliya rengan bi xwe têveliya çêj peyda kir. Ji ber zimanê zindeweran li gor çêj di geya û çawîrê de çê bû, bû sedemek ku li gor çêja xwe xwerinê bixwe.
Gava yekê hêşt ku mirov ji jiyan ajalan bi dûr keve; bi karanîna agir berî şesed hezar sal bû, vê re jiyana li çolê derbas şeketan bû. Fêrî goştê sewalan bikelîne û bibirêje bû. Ev xwerina nû bû sedemek ku girseya mejî mezin bibe, bi mezinbûna wî re hiş û raman berhem da.
Loma agir li ba niştewerên Ciyayê Zegrosê payek bilind wergirt û pîroz bû, ji ber wê bawer dikirin ku rastî ji ronahiyê û êgir e, divê di malagirande herdem vêketî bimîne. Di ola zardeştiyê de kesê agir vêdixist bi agirvan nav dibû.
Ezbet û êlên bawerî bi agir dikirin, bi navê arîperst nas bûn, li wir hin bi rojhilat de berve hindê çûn, û hin jî berve Oralê çûn, hin jî bi başûr de çûm, hin jî berve rojava ta Awrupa çûn û belav bûn.Herêma zagrozê ( herêma avê) bû makdera şaristaniyê û belavbûnê ye.
Li ba Kurdan malagir û malbat beramberî hev kiribûn. Dayka malê wê agir vêdixist û jê re digotin kelfet (kelî) ji bêjeya kolpeta Hindo- Arî kişiye. Ango xwediya malê ya fermana vêxistina êgir dide.
Li ba bawermendên malagir, dibînin ku ew malagira giyanî ye jî, û şana şanazî, rûmetê û şahiyê ye.
Gava zarokekî nû bibe, piştî heft- heşt rojan dibirin di dora malagir re digerandin û navka wî dikirin malagirê, û jê re digotin ocaxzad (ocaqzad).
Gava law şo biba û ji bavê cihê biba, agir ji malagirê dibir, malagirek taybet ji xwe re vêdixist. Û gava keçê mêr bikira, diçû di dor malagirê bavê xwe re digerî û xatirê xwe jê dixwest.
Gava mar an dupişk bi yekî bidada, bi ar dişewtandin, ji ber ku şana pak û dermankirinê ye.
Ta roja îro rêçoliya «xwediyên rastiyê «, peyrewên Elî – xwedê ye baweriya xwe bi hêza cadoya êgir dikin.
Gava lavjan li mirovekî bikin dibêjin: Xwedê ocaqê te şên bike. Ango xwedê zarokan bi te de û agir di ocaqê te de vêketî bimîne, û bi şahî bijîn. Lê gava nifiran li mirovekî bikin dibêjin: Xwedê ocaqê te kûr bike. Ango tu zarok bi pê te nekevin û ocaqê te vemire û mala te dêris be.
* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.