Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Koronaname !!!
Dr. Memo Abdî*

Berêzan… Xoşewîstan… Nexweşên koronayê…

Wek hûn jî dizanin, ev pandêmiya (coronavirus) ku li cîhanê belavbûye û sînor çirandine û derbasî hemî welatan bûye bê ku rêdanê bixwazê. Bûye cihê tirs, sawîr û matmayînê. Pir nexweşî mîna vêna bobelat û tiştê nebûyî bi serê mirovahiyê kirine, di pêvajoya afirandina jiyan û zayîna insan li ser rûyê vê zemînê de û gorî û qurbaniyên giran dane. Lê ciyawaziya vê nexweşiyê ji wan ên derbasbûyî çiye gelo!? Berî her tiştî ez jî wek Dr.Memo Abdî (Mihemed Alî Abdî ) bûm yek ji qurbaniyên vê nexweşiyê û ta êsta ez êş û azarê wê dikêşim, lê bi hêvî me ku ez hêdî hêdî xwe ji nav neperûşkên vî hovê dirinde rizgar dikim û ber bi peravên saxlemî û tendurustiyeke rasteqîn ve diçim. bi saya xwedê û berxwedana min a bêhempa li hember vî dijminê nedîtî û nebînayî di dîroka nexweşiyên pêvedanê de… ji lewre, ez tevî ku zanyarî û agahiyên baş li ba min hene li ser vê nexweşiyê bi fermanê ku ez jî bijîjkim, jê wêdetir min hemî azar û keftalefta ku ev virus çêdike jiyan kir û pêjn û pûnijên wê hestkirin, û ji nêz ve hingivîne nervîna û çarenûsa min a fîzîkî.

Ji xwe berî aniha min çend namên hişyarkirinê bi zimanê kurdî û erebî weşandin di riya alavên ragihandinê de (TV, êstgeh û rûpelên hevgihandina civakî de ) bi armanca sûd û mifa bê wergirtin ji hêla xelkên me ve, da ku xwe biparêzin û nexweş nekevin û di encamê de nebin alîkar di belavkirina wê de çi bi hemdê xwe be (tembelîtî) û çi bê hemdê xwe be. Vêca hawniştimanê min û delalê dilê min van şîret û rênimayên ku dixwazim destnîşanbikim pêwîste bi rijd û guhdaneke ji dil bipejrîne û tikadikim neyên paşguhxistin û cihê tinaz û pêkenkan bê.

1. Ev nexweşî zor hêsan û pêkan e ger tu hişyar bî jê re. Bi gotineke din, pêwîste tu şehreza be di naskirina berjeng û nîşanderên wê yên ku zû xwiyadikin de, mîna bilindbûna têhna laşê te jorî 38 an. Êşek şidehayî di zengelorê de. Êşên giştî di laşî de. Guhertina tamê devê te. Ya herî giring û metirsîdar kuxik û nefestengbûn e. Bê guman kêmxwarin û rewşa derûnî û sawîrên mîna kabûsan û tirsa mirinê ev hemî dibin para nexweşî û ji qerem û hêza xwe dikevê bê vîn û daxwaza xwe.

2. Giring e yek xwe şaş neke û riya xwe jî winda neke. Bi lez xwe bighîne bijîjkê pispor û hemî pişknînên pêwîst û lezgîn çebike bi armanca danasîna Coronavirus û dest bi çareseriyê bike bi şêweyekî lezgîn û bê dudilî xwe amade bike ji cenga bi vî hovî re, ya na. Her rojek derengketî wê ne di berjewendên tendurustiya te de be. Lê, berevajî wê, wê bibe alîkar ji Coronavirus re. Erê wisa ye û yê ku ne bi vê duruşmê nêzîk bûne ta aniha rewşa wan ewle û misoger nebûye û ketine bin biv û tehlûkê de lê mixabin. Me got ev virus çiqas hêsan û pêkan e, wisa jî kujerekî lezgîn e û melkemotekî bê wijdan e û rihstên e.

3. Kesé tûşî Coronavirus bûye û wê bibe, pêwîst e xwedî moralekî bilind be û derûneke ji pola bê, yan na, wê xwe radestî vî virus î bêdilovan bike û stuyê xwe bide ber kêra wî.

Îro bes e, tiştên ku ez negiham destnîşanbikim sebaret çareserkirin, xweparastin di xeleka duduyan de be.

 Slav û rêz, bi hêviya jiyaneke bê Korona….

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button