Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Bihabûn … Barekî giran e
Nazdar Hesen*

Bihabûn û peydakirina pariyê nên li ba welatiyên sûrî yên ev nêzî deh sal di cengeke herî qirêj de dijîn, bi taybet li vê dawiyê destpêkirina cenga bihabûn û xizaniyê û têkiliya bihaneya dolar bi jiyana wan ya rojan e, jiyana welatiyan kambaxtir û aloztir kiriye.

Ceng, top û cebelxane, ji bihabûn û birçîbûnê bi dilovantir û hêsantir e!…Tu dikarî xwe ji ceng û topan biparêzî, lê tu qet nikarî dengê zikê birçî rawestînî!…Dema top û agir dibarîn, rewş ji niha çêtir bû. Belê, di vê demê de, ev gotin a piraniya xelkên Sûrî yên belengaz û perîşan vedibêjin û li ser zar û zimanê wan digere. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin rewş û jiyana welatiyan roj ji rojê xirabtir dibe, rabûn û rûniştina wan jî bi rabûn û daketina dolar ve tê girêdan û di destên bazirganiyên çeng û kirîzan de dimîne.

Belê…kêmbûn û bihabûna hemî pêdiviyên jiyana rojane û pêwîstiyên wê, cengeke dîtir e, rewşa xelkê xirabtir dike û barê jiyanê li ser milên wan girantir dike, lê ne tenê wiha jî, ew bi xwe re pir kêşeyên civakî jî tine, û pêşeroja welêt tarî xuya dike.  Ji ber vê yekê jî ger rewş wiha bidome û kirîz berdewam bibe, wê metirsî pirtir bibe û rêya çareseriyê wê dûr, dirêj û dijwartir bibe, û rewşa welatê me wê wek ya Efrîqiyan bibe, rojane bi sedan wê ji birçîbûn û nexweşiyan bimirin!

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button