Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Kurdistana sor
Mislim Ş.Hesen*

Berî ku bi ferahî rawestandin li ser Kurdistana sor bibe, tê xwestin ku ew guhartinên bingehîn yên li deverên Kurdistana sor rûdayî werin xuyakirin.

Vêca gelek şareza û dîroknasên misilman li ser vê mijarê û wan deverên Kurdistanê nivîsandine û dane xuyakirin ku ji sedsala dehemîn de, Kurd li Azerbaycan, Ermenistan û Haranê hebûne. Û herweha dibêjin ku kurê Şedad an Bin Şedad yê kurd li Haranê ji salên /951 ê-952 an/ û /1075 an -1076 an/zayînî de gelek Îmarat damezirandin û seroketî ji wan re kir.

Di heman mijarê de Profesor Cemal Nebez dibêje ku Babîk Alxuremî serhildanek mezin li dirêjiya bîst salan di salên /200 /koçî li dijî El Qeyser Rûsî Eliskender lidar xist, û dibêje ew serhildan dûmahîka serhiladana Ebî Mislim El xuresanî bû,çimkî dibêje Babîk Alxuremî  ji neviyên Ebî Mislim El xuresanî yê kurd bû.

Lewra jî xuya dike ji van agahdariyên dîrokî  ku beşek piçûk a Kurdistanê ji salên / 900 î-950 î / zayînî ve di nav axa Rûsya  El Qeyserî de bûye, lê di sedsalên di pişt re, guhertinên dîrokî çêbûn û bandor li rewşa Kurdên wê deverê kir. Di vê babetê de nivîskarê Kurd Emîn Evdal gotiye ku êlên kurd di sala /1595 an de ji ber zilm û stema Osmanî û Farisan koçberî Qerebax û Larsîn bûne û ev her du herêm di nav sînorê Azerbaycana Sovyeta berê de bûne.

Di sala 1734 an z. De Nader Şah   El-Farisî bi artêşeke mezin çû Qefqasyayê û Tiflîsê dagir kirin, û di nav rêzên artêşa wî de/ 6000 / şervanên Kurd jî hebûn.

Piştî rûdan şerê Rûsî-Êranî di salên / 1804 an -1813 an /z. de, Peymana Golestan di 10/12/1813 an de di navbera her du welatan de hate encamdan, û hin herêmên Kurd bi serweriya Rûsya ve hatin girêdan, û navê Kurdistan li wê deverê  hate kirin, lê Rûsya ji peymana Gulîstan ne razî bû, lewra jî  şer vejandin.

Di salên /1826 an-1828 an /z. de, û di Sibat 1828 an de Şahê Êranî neçar kirin ku bi navê «Turkman cayê « peymanek aştî bi Rûsya re îmze bike, û  li gorî peymanê du herêm radestî Rûsya kirin (Rawan, Nexcşûvan(.

Ji aliyakî dî ve, di salên /1877 an-1878 an / z de şerek di navbera Rûsya – Osmanî de rûda, û ew şer di Avdara 1878 an de hat rawestandin, li gorî peymana»San Stefano» û li gorî xalên peymanê ev dever Ardhan, Batum, Alaşkurd û Bayazîd  ketin nav sînorê dewleta Rûsya, û her weha hin deverên rojhilatê Tirkiyê wek «Kotar» bi serweriya dewleta Êranî ve hatin girêdan.

Lê Brîtanya razî nebû û Rûsya neçar kir ku hin deverên weke Bayezîd û Alaşkurd vegerandin nav sînorê dewleta Tirkiyê.

Lewra jî rojhilatnasê navdar ê Rûsî Mînorskî ev agahiyên dîrokî yên borî pişt rastkirin. ji ber vê yekê jî ew dibêje, Kurd û axa Kurdan sînorên me yên Rûsî derbas kirin û ketin Qafqasiya. Herweha profesorek Sovyetî yê din jî li ser Kurdên Rûsya nivîsî û tekez dike ku Kurd di şerê Rûsî-Farisî yê salên /1804 an – 1813 an / û /1826 an-1828 an / zayînî û  herweha di şerê Rûsî-Tirkî yê /1877 an -1878 an/ zayînî, ew ketin nav sînorên dewleta Rûsya û herweha dibêje ku beşek jî  di şerê cîhanê yê yekemîn de koçber bûn ji Kurdistana Tirkiyê ber bi Rûsyayê ve reviyan.

Vêca baş hate xuyakirin ku beşek ji Kurdistanê bi Rûsya û Sovyetên berê ve hatiye girêdan,wê lomê jî Kurd di şerên Rûsî-Tirkî û Rûsî-Êranî de ligel Rûsyayê bûn û helwesta Kurdan li hember Rûsya her gav erênî bû, û wan alîkariya artêşê Rûsî li dijî dewletên Osmanî û Farisî dikir,û di vê mijarê de beşek mezin ji Kurdên «Ardalan» ên Êranî red kir ku biçin şer digel Êranê dijî  Rûsya, ji ber ku Kurdan bawer dikirin jiyana wan di bin serweriya Rûsya de wê çêtir be.

Ji ber wê jî Rûsyayê pir girîngî da berjewendiyên xwe bi Kurdan re, û bi taybet dema ku agahdar bûn ku Kurd û Ermenî li dijî Empiretoriya Osmanî radibin û hin welatparêzên kurd wekî Şerîf Başa, Abdul Rezaq Bedirxan, Ihsan Nûrî Başa êdî guh nadin rayedarên Tirk, lewra jî têkilî bi Şêx Obidulah re danîn û piştgirî û alîkarî ji  Abdul Rezaq Bedirxan xwestin.

Li beramberî piştgirî û alîkariya ku kurd pêşkêşkin, Rûsya soz da Kurdan ku ew ê otonomî bidin wan.

Lê piştî demeke kurt şoreşa oktoberê  di 1917 an de li Rûsyayê dest pê kir û   serfiraz bû, lewra jî Rûsya ji hemî aliyan ve hat guhertin û derbasî qonaxeke nû bû .vêca li gorî rewş û rêbazên nû  gelek neteweyên di nav  sînorên dewleta Rûsya de azadiya xweya neteweyî stendin û komarên Sovyetê hatin  damezrandin, û her weha li ber ronahiya siyaseta nû ya Yekîtîya Sovyetê, Veledemîr Êlitiş Lenîn di sala 1923 an de biryar da ku otonomî bide Kurdan li Kurdistana Sor, ya ku di çarçewa Komara Azerbaycanê de dimîne, û di heman salê de Lenîn birûskek ji Serok Komarê Azerbaycanê, Nariman Narimanov re şand û got, «Rewşa gelê Kurdistanê pir dijwar e û Kurdên li wir birçî ne, dibe hûn alîkariya wan bikin.

Di wê demê de, nifûsa û hejmara Kurdan li Kurdistana sor di navberî /35-40/ hezarî deye û rûbarê xwe /35340/km.

Bo bicîanîna  biryara Lenîn, Parlamentoya Azerbaycanê biryar stand ku şeş  herêmên Kurdistanî yên li Azerbaycanê bi heva girêde «Qereh Qişlan, Gulbajar, Kotolê, Kobatlî,  Kurdgaris, Morad Xanliyê»  ev herêm ji Qeradax dest pê dike heya digihêje Çemê Aras û bajarên sereke yên wê herêmê «Lajîn, Şoşe û Naxişwan» in.

Li gorî biryara perlemanto kurdisatana sor hat ragehandin û bajarê Şoşe destpêkê kirin paytext, lê piştî demekê hat guhartin û lajîn kirin paytext, û Xosê haciyêv bû serokê yekem.

Li destpêkê, gelê Kurd li Kurdistana Sor di warê çand û zanistê de gelek gavên erênî avêtin. Dibistanên Kurdî li ser asta sê qonaxan vekirin, û gelek pirtûkên zanistî û çandî bi zimanê Kurdî çap kirin, û her weha Rojnameyek bi navê «Kurdistana Sovyet» jî bi zimanê Kurdî hate çap kirin, û radyo dest bi weşana Kurdî kir.

Lê mixabin piştî mirina Veledemîr Êlitiş Lenîn di Sala 1924 an  de siyasetek nijadperest û kirêt li dijî Kurd û Kurdistana Sor hate şopandin, û hêdî – hêdî dibistan hatin girtin û  her weha li gorî biryarên nijadperest û şovenîst  hemû sazî û dezgehên Kurdistana sor hilweşandin, û Komara Azerbaycanê dest bi koçkirina Kurdan kir, û ta gîha ku Kurdan êdî newêribû bi zimanê xwe biaxifin û li kurdeyetiya xwe  xwedî derkevin!

Divê warî de, Dr. Kendal Nazan di lêkolîna xwe de dibêje ku heya salên sîhî dor /50/ gund û bajarên Kurdan di nav sînorê Azerbaycanê de hebûn û hejmara Kurdan li wan deveran nêzîkî /42/ hezar kes hebûn.

Vêca ew siyaseta nejadperest a li dijî kurdan û di bin çavdêriya serok komarê  Azerbaycanê Mîr Jafar Baqerov de berdewam kir, û di sala 1927 an de, ji Naxşivan, Lajîn û Qerebaxê kurd ber bi Asyaya Navîn, Sîbîrya, Tacîkistan, Ozbekistan, Qirgizistan û Kazakistanê ve bi deh hezaran bi riya Tirimbêlin ajilan  koçber  kirin, û li ser vê yekê Akademîsyan Nader Naderov dibêje, «Di navbera salên /1937 an -1953 an/ û di serdema Stalîn de, kesî newêribû behsa ew kiryarên kirêt û neheqiyê ku Kurd rastî hatî bikirana.

Lê dema ku Xrûşov bû serokê Yekitiya Sovyetê, delegeyên Kurdistana Sor serdana wî kirin û jê xwestin ku ew vegerin cihên xwe û carek din Komara Otonomî ava  bikin, lê mixabin, serokê nû  ew daxwaza  Kurdan paşguh kir , ta Yekîtiya Sovyetê di 1992 an de hilweşiya, lê piştî hilweşandina Sovyetê cardîn di 1992 an de komara Kurdî ya LAJÎN  di bin serokatiya Wekîl Mostafayev de hate damezrandin, lê ji ber ku  piştgiriya giştî ya Kurdan jê re nebû, dirêj nekir, çimkî li gorî siyaseta Ermenî ya dijminahiya Azerbaycan bû,  û ji aliyê din ve Kurdên ku bi Azerî re ol, çand û ax parve dikin hate red kirin, û serokê wê (Mostafayev) wekî penaberê siyasî çû  Îtalya û di 19/4/2019 an  li paytexta Balçîka biroksêl çû ser dilovaniya xwe û li ser daxwaza wî li herêma Kurdistana Îraqê bi axê hat hilpesartin .

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button