Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Mandina «ENKS» di Kiwalisyonê de û li Turkiyê rûreşiyeke dîrokî ye
Memê Alan*

Em tev zanin ku, Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî sîwana siyasî ji milîseyên Isalamî yên cîhadîst û terorîst re ye, di hembêza Turkiyê de ye û nandoziyê jêre dike (Turkiya ku, xaka Sûriyê û herêmên Kurdî dagîrkirî û balafir û top û tifingên wê bi hezaran keç û lawên me kuştine, şerê nasnama me ya Kurdî dike, ala Turkiyê li şûn a Sûriyê li herêmên dagîrkirî hildide, perê Turkiyê jî bi kar tîne, zimanê Turkî di dibîstanan de dide fêrkirin û ya Kurdî qedexe dike, bi alîkariya milîseyan guhertina demografî çêdike, nahêle xelkê me vegere ser cî û warên wan,.. Û HWD). Tê wê wateyê ku ENKS jî, nûnertiya wan dike, û di hembêza dewleta Turk ya dagîrker û kujer de ye.

Û ji ber ku, ew milîseyên Islamî yên tundrew (ên ku, Kiwalisyon nûnertiya wan dike), di bin serpereştiya istîxbaratên Dewleta Turkiyê û sîwana Kiwalusyonê de, hemî binpêkirin, kiryarên qirêj û tewanan (kuştin, îdamkirin, girtin, lêdan, işkencekirin, koçberkirin, zîndankirin, standina bace û vêrgiyan, revandina hemwelatiyan, destdirêjiya namûsê, qutkirin û hilkirin û şewtandina dar û beran, dizînên rengereng, guhertina demografî di gel dewleta Turk a dagîrker, teqînan,… Û HWD) di dermafê xelkê me yê Kurd ên resen de, li Efrîn û Serê Kaniyê de pêk tînin.

Hebûna ENKS di Kiwalisyonê de û li Turkiyê, wê pêş gelê Kurd, ji ber wan kiryarên qirêj ve, dixe ber berpirsiyariyeke mezin û dîrokî. Wêlomê, em dibêjin: Mandina ENKS di Kiwalisyonê de û li hundir Turkiyê rûreşiyeke dîrokî ye, divê ji bo berjewendiya xwe û gelê xwe, îro berî siba ji wê vekişê, ji Turkiyê derkeve, û vegere nav refê Tevgera Kurdî, û herêmên xwe yên Kurdî û Sûriyê ji xwe re bike meydana xebatê.

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button