Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

ji zimanê Kurdî pir hez dikim

Ez Bêrîvan im, keça Kurd im, yek xwendevanên NEWROZê me, ez ji zimanê Kurdî pir hez dikim, bi şanazî û payebilindî pê dixwînim û dinivisînim. Zimanê me yê şêrîn, sembol û nîşana hebûna gelê me ye, xwedîlêderketin û hembêzkirina wî jî, erk û ustûbarê me ye. Ez nav di hemû xwişk û birayên xwe yên ciwan didim, bila bi hûrbînî, van gotinên rêber û rewşenbîrê Kurd ê mezin DR.NÛREDÎN ZAZA bixwînin:

«Gelî Kurdan!

Eger hun naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletên din re bi pêş ve herin, û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin!».

* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button