Hêjayî gotinê ye ku kiryar û tewanên dewleta Turkiyê û çeteyên wê li deverên Kurdî yên dagirkirî têne kirin, ew di asta jînosîd û tewanên şer de ne! Guhertina demografî li wan navçeyan aşkere mîna roniya tavê birêve diçe. Ji bo armanca rakirina Kurdan û çandina Ereb û Turkumenan di gund û bajarên wan de, kuştin, dizî, girtin û şewitandina dar û beran ji karên wan ên rojane ye, bê ku ev dewletên mezin, xwediyên duruşmên mafên mirov li hemberî vê hovîtiya kesndî karekî bikin!.
Belê…Di rewşeke wiha zor û tarî de ku tu rêz û rûmet ji mirov û nirxên mirovatiyê, çand û gotara mafên mirov û aştiyê re nema ye, gelo çi ji me Kurdan tê xwestin?! Gelo rewşa me ya îro rewşeke xweristî ye ku evqas bêrêzî li me dibe, bi ser de jî em hevdu napejirînin, şerê hev dikin û xweliyê li serê neyarên xwe dikin!
Bi kurtî dixwazin bêjin ku îde ev dem, ne dema piştguhkirina rastiyan, û bez li pey berjewendiyên partiyetî û kesayetî yên piçûk e, divê ji bîr nebe ku xwîn û paşeroja gelê me di stoyê berpirsên siyasî de ye, û bêgomane dê rojeke were ku ewê ji ber hilwestên xwe bêne pirskirin û darizandin, û hilwesta her aliyekî, her kesekî, li nik gel û dîrokê nivîskî belgekirî ye!
Digel hemû toz û dûmanê û heyama têkilhev, digel cudahiya nerîn û baweriyan, berjewendiya gelê me diyar û aşkere ye, ew di weşandina çand û gotara lihevkirinê, hevgirtin û yekrêziya hêzên wî yên sereke de ye.
Bi hêvî ne ku di vê serdema siyasî ya nû de, ji bo berjewendiyên xelkê, em gelê xwe nekin ardiwê tenûran!
* Rojnama Newroz – hejmar /147/ – 01ê Berçille 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.