Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (117):
Guhertina demografî berdewam e, seredanên nerazîbûniyê, ji nû ve “Be’idîna”, teqîna bombeyekê bi zarokin bi zorê hatine koçberkirin

Dewleta Turkiyê ya dagîrker û bi hevkariya milîseyên terorîst ên bi ser ve, bi hemî rê û şêweyan hewil dide ku, guhertina demografî li Herêma Efrînê ya Kurdî – Sûrî cîbecî bike, da ku, hebûna Kurdan tune bike, û nasnama wan a çandî û dîrokî wenda bike. Bi behaneya “parastina ewlehiya netewî ya Turkiyê û şerê partiyên cudexwaz”; Dar, mirov û kevir jî, ji kiryarên wan ên ne mirovane nehatin parastin, û herweha dijayetî û destdirêjiyên bi hemî rengan li ser serweriya Sûriyê, û yekîtî û parêziya xaka wê. Yek ji wan destdirêjiyan, girêdana Herêma Efrînê bi Wîlayeta Hetayê ya Turkî û xistina wê bin fermandariya waliyê wê ye, û ya din  jiholêrakirin an roxandina binevahiyan û saziyên Sûrî ji roja yekê ji dagîrkeriyê ve ye. Mîna: Toreyên hevgîhandinan û elektirîkê, bi ser de jî toreyên giropên zayendkirina êliktirîkê yên xwecihî yên taybet, û giropên taqeta roniyê yên malan, ên ku, bi şêwakî rêbazkirî hatine dizîn û talankirin, da ku, “Kompaniya taqet û elektirîkê ya Sûrî Turkî – STE Enerji” were, û li gor girêbestên imzekirî bi “Encûmenên Xwecihî” re, hin karan cîbecî bike, û li dawiyê jî, elektirîkê bigihîne toreyê li Bajarên Efrîn û Cindirêsê. Û li aliyekî din, seredanên Nesir Elherîrî (serokê Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî) û vê re jî nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî “ENKS” – zor mixabin, ên bi qebhet û ciyê nerazîbûnê, li nav Efrînê berdewam dibin. Yek ji wan seredanan, a li nav zeviyên zeytûna yên nişteciyên Kurd ên bi zorê koçberbûyî, û milîseyên terorîst dest danîne ser e. Ev yeka aşkere tekeziya hevparkirina ENKS bi siyaset û kiryarên Kiwalisyonê re, diyar dike.

Seredana serokê Kiwalisyonê û nûnerê “ENKS” ê, bi hevaltiya endamin milîseyan, ji zeviyeke zeytûna re, li Efrînê

Bi ser bangewaziyên ku piraniya rêkxirawên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan, ji Hikometa Turkiyê re, ji bo binpêkirin werin seknandin û yên dikin jî werin cezakirin; Lê, ew hîn berdewam in û rojekê ji rojan nesekinîne.

Û me di hefta borî de, ev jê şopandin:

tijînokek ji zêta Efrînê, ye ku li Turkiyê hatiye tijîkirin

– Weke tekezî ji tiştên ku, me berê di raporên xwe de anîbûn zimên, ên li ser hevpişkiya Hikometa Turkiyê bi rengekî yekser di dizîna berhema zeytûna de, û destdanîna ser piraniya bazirganiya zêtê, ji kirîna bi buhayeke nizim de bigir, komkirina wê li navendeke Turkî li Cindirêsê, guhestina wê bo Turkiyê, tijîkirina di tijînokên( şîşe, galon, nîvteneke û teneke) cubecur de, di bin navê “berhemeke Turkî resen” de, û ta derxistina wê bo Ewropa û Emerîka,  bi serpereştiya istîxbaratên wê li Herêma Efrînê; Weşana Elzeman a Turkî, li 20.11.2020an, di raporeke xwe de, weha anî zimên: Nûnerên Desteya” Hevkariyên Elitîman a çandiniyê yên Turkî” çûn Emerîka, da ku, /90/ hezar ton ji zêta zeytûna wekû berhemeke Turkî bidin firotin, lê, diyar dibe ku ji darên zeytûnê yên Herêma Efrînê ya Sûrî hatiye dizîn. Û weşanê got: Hikmet Şîntîn “serokê odeya bazirganiyê li Hetayê” weke li xwe mikûr were ku dizîn çêbûye, got: Zeyt dikeve Turkiyê, bi mercê ku tenê di bazarên derve de were firotan.

Navenda Turkî li Cindirêsê bo kirîna zêta zeytûna…Ji Rewanga Sûrî ya mafên mirovan hatiye birin.

Û malpera Rewşên Turkiyê (Ehwal Turkiyê) li 20.11.2020an, di raporeke xwe de, li ser zimanê “Onak Şevkiyor” – cîgirê serokê Partiya Gel a Komarî ya rikber, weha guhest: “Artêşa Sûrî ya Azad” a ji Turkiyê ve piştevankirî, darên zeytûnê ji nişteciyên xwecihî dizîn. Û petrola(zeyta)di nav Turkiyê re, derbasî Rojava (Ewropa) dibe, alîkariya parastina xaka Sûriyê (ew armanca ku, destlatên Turkiyê yek ji sedemên derbasbûna leşkerî ya Turkiyê di dewleta ku şer perçe kirî de, didîtin) dike.

– Di çarçewa hilmeta girtinan ya ku, Bajeroka Be’idîna – Reco tûşê dibe de, “asayiş leşkerî” li 16.11.2020an hemwelatî “Mihemed Xelîl Sîdo, Henan Mistefa Şe’iban, Ehmed Elî Horo, Umer Mihemed” bi behaneya hevkariya wan di nobetên parêzvaniyê de, di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, girtin û birin navenda Navça Reco.

– Li 17.11.2020an, dema ku hemwelatî “Mihemed Nebo” û hevjîna wî – ji xelkê Gundê Hemamê – Cindirêsê, ji Bajaroka Celemê bi matora duloqî vedigeriyan mal; Li ser riya Gundê Til Silorê – Cindirês û li nêzîk çateriya Gundê “Fîlik”; Ew tûşî bûyereke meşîniyê( tirafîkê)bi makîneyeke leşkerî ye Turkî re hatin, û di encamê de, wî di cî de jiyana xwe ji dest da, û jin jî şikest û birîndar ket, û bo nexweşxaneyeke Turkiyê hate veguhestin.

Zarokek birîndar ji ber teqîna bombeyekê li Herêma Şehba – Bakurî Heleb…Ji Heyva Sor a Kurdî hatiye birin

– Li Roja Înê 20.11.2020an, bombeyeke zemînî ji bermayên şer, li nav zeviyeke zeytûna, li nêzîk Bajaroka Til rifetê, di çar zarokên ji yekmalbatê – xelkê Gundê Merwaniyê – Navça Şiyê – Efrîn ( ên ku, bi zorê koçberî Herêma Şehba – Bakurî Heleb bûne) de, teqiya, û di encamê de, bi kûranî birîndar ketin û yekî jî lingekî xwe wenda kir,  û ew jî ev in: Nebî Qaziqlî Bekir, Nezmî Mistefa Bekir, Diyar Mistefa Bekir, Nebî Mistefa Bekir.

– Di çarçewa fewdalîzim û serberdayetiya ewlehî de, li 16.11.2020an, bombeyeke teqîner e di makîneyeke bara de hatibû çandin, li derbasgeha Efrînê – riya Cindirêsê teqiya, û tu ziyanên giyanwerî encam neda.

Navenda komkirina êzingan li Gundê “Xalta” –  Cindirês

– Di çarçewa binpêkirinên milîseyên terorîst di dermafê daran de, li Herêma Efrînê; Milîseya “Ehrar Elşerqiyê” ya ku, Gundê Xalta – Cindirêsê destlat dike, navendeke komkirina êzingê darên sinober û merxê yên ji çiyayên derdora gund têne qutkirin, ji bo firotinê çêkir. Û herweha piraniya milîseyan tenê êzingan li malbatên anîndeyan belav dikin, û nadin malbatên Kurd ên li gundan mane. Ji dêvla wê, ew wan malbatan neçar dikin ku, rêdankên anîndina  şax û êzingan ji çiyayên derdorê ( beramberî /25000/PS)wînin.

Hewildanên xweşikirina wêneya kiryarên milîseyan di bin perda “cîhad û şoreşê” de, û perpînkirina li ser kiryar û gendeliya wan ên qirêj li Herêma Efrînê, nema di ser tu kesî re derbas dibe. Û emê li rex tevahiya xelkê Sûriyê yên bi rûmet, karê xwe ji bo diyarkirin û riswakirina siyasetên Turkiyê yên li dijî welatê me Sûriyê û bi taybetî li dijî Kurdan, berdewam bikin. Li ser riya kar û xebata ji bo bidawîkirina dagîrkeriyê û hebûna hemî milîseyên terorîst.

22.11.2020an

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Seredana serokê Kiwalisyonê û nûnerê “ENKS” ê, bi hevaltiya endamin milîseyan, ji zeviyeke zeytûna re, li Efrînê.

– tijînokek ji zêta Efrînê, ye ku li Turkiyê hatiye tijîkirin.

– Navenda Turkî li Cindirêsê bo kirîna zêta zeytûna…Ji Rewanga Sûrî ya mafên mirovan hatiye birin.

– Zarokek birîndar ji ber teqîna bombeyekê li Herêma Şehba – Bakurî Heleb…Ji Heyva Sor a Kurdî hatiye birin.

– Navenda komkirina êzingan li Gundê “Xalta” –  Cindirês.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button