Ji berztirîn pirojeyên Dewleta Turkiyê, ji damezrandina wê ve, şerê hebûna Kurdan, ziman û çanda wan e, tunekirina zanweriyên dîrokî yên beşdariya wan nîşan didin e, û cîbicîkirina feretirîn guhertina demografî li herêmên wan e. Ev yeka, me di dema dagîrkirina wê ji Herêma Efrînê ya Kurdî – Sûrî re, li Avdara 2018an dît, û ta niha berdewam e. Û bi hezaran rapor, belge û bîneriyên jîndar ên kiryarên dijayetî yên rojane yên hêzên dagîrkeriyê û milîseyên terorîst ên bi ser ve, li dijî xelkê wê yên resen nîşan didin, û herweha daxuyanên serokê Turkiyê Receb Teyêb Erdoxan ên dubarekirî, û ya dawiyê gotina wî “her xakek ku xwîna leşkerên me li ser hatibe rijandin, ew perçak ji xaka me ye” (ya li ser bingeheke nijadperestî û li gor eydiyolociya Partiya Dad û Geşepêdanê – AKP û hevalbendê wê Partiya Tevgera Netewî – MHP), wan kiryar, binpêkirin û tewanan tekez dikin.
Ew kiryarên rêbazkirî yên bi serpereştiya istîxbaratên Turkiyê di dermafê nişteciyên Efrînê yên resen de têne kirin, qutûbir nîşana asta tinaziya destlatên dagîrkeriyê bi zagona navdewletî ya mirovane û peyman û belgenameyên navdewletî ne. Ewên ku ji stubariya Turkiyê ye ku rêza wan bigire û pê pabend be, ji ber ku ew dewleteke dagîrker e.
Binpêkirin û tewan hîn ranewestiyane, û me di navboriya hefta borî de hin jê şopandin:
– Xalên bi “Komîta vegerandina mafan û redkirina zordariyan” tê navdan ve girêdayî, ya ku ji aliyê “Hikometa Sûrî ya Demkî” ya bi ser “Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî” ve, û yekser bi şîreta istîxbaratên Turkiyê, û di bin zexta raporên ku, ji aliyên ragîhandinî, mirovî, rêxistin û komîteyên taybet bi mafên mirovan ên li ser rewşên li Herêma Efrînê serwerkirî hatine der ve, û bi taybetî rapora dawiyê ya Komîta Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya ji bo Sûriyê hatiye avakirin; Ev diyar bû:
1- Hin endamên komîtê -ger em nebêjin piraniya wan- bi xwe zordarî kirine û mafên xelkê Efrînê qoprandine, ji ber ku, ew serkêş û endamên wan milîseyên ku, ta vê kêlîkê dizîn, talan û qirêjiyan dikin ne.
2- Xelkê herêmê ji tirsa ku, paşê neyêne cezakirin, narin gilî û gazinên xwe pêşkêşî wê komîtê nakin.
3- Agahiyên ku li ser ragîhandina Turkiyê û Hemahengiyê (Itîlafê) û di riya seredanên Nesir Elherîrî – serokê Kiwalisyonê yên şanşoretî ji Efrînê re, li ser vegerandina hin mafan, beramberî girseya mezin ji binpêkirin û tewanên dibin re, ne tu tişt in.
4- Seredana Herîrî ji Gundê Basûfanê – Çiyayê Lêlûn yê Êzdî re, nikane rastiya koçberkirina dora 80% ji nişteciyên wê, niştecîkirina anîndeyan li şûna wan, roxandina Zaretgeha gund, û qedexekirina xelkê gund ji bikaranîna dirûşme û bîrûboçûnên wan yên olî veşêre.
– Li şeva Duşemê 2.11.2020an, hemwelatî “Selah Henan Osman, Ednan Umer Mûrad, Husên Ehmed Elî û Mihemed Mustefa Çerçî” ji xelkê Bajaroka Be’idîna – Reco, bi behaneya pişikdariya wan di parastinê de di dema Rêvebiriya Xweser a berê de hatin girtin, û bo navenda asayişa Navça Reco hatin birin.
– Li 5.11.2020an, asayişa Leşkerî hemwelatî Bedir Koto ji xelkê Gundê Hemamê – Cindirêsê û yê di warê çaksaziya Elektirîkê de kar dikir girt, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
– Li şeva Pêncşemê 5.11.2020an, hemwelatî Esmet Husên Cano/40/sal, ji xelkê Gundê Hebo – Mabeta, tevî makînê hate revandin. Piştî ku wî nexweşek ji gund gîhande Efrînê, di dema vegerê de bi şev, nûçe jê hate birîn. Wek dadigere, ew ji aliyê rêbenda (milîseya Ehrar Elşerqiyê) ve – çateriya Gundê Emara – Riya Reco hate revandin.
– Dizîna werza zeytûna ji aliyê çekdar û anîndeyên herêmê ve hîn berdewam e, rêbendên li ser piraniya rê û çateriyan belavkirî vêrgiyan li barên werzên makîne û aletan dixînin, û milîse xelkê neçar dikin zeytûnên xwe li guvêşgehên di bin bandora wan de ne biguvêşin, da ku, zanibin tibaba zeytê ya her hemwelatiyekî çiqase, û li gor wê baca ku dixwazin ferz bikin.
– Milîseyên Gundê Memala – Reco destlat dikin, werza /70/ ê dar zeytûnê yên hemwelatî Ednan Mihemed Elî Gule Miço dizîn.
– Giropeke çekdar dareke sindiyanê ye temenmezin – dora /100/ salî – li Gundê Eltaniya – Reco qutkir.
Asta derewbûna silogan û dirûşmeyên serkêşên Turkan û serokê wan ên mîna “biratiya olê, cîrantiya baş û yekbûna xaka Sûriyê” her dere li ba dûr û nêzîkan açiq dibe. Ji ber ku, ew tenê ji bo reşandina ariyê di çavan de, tinaziya bi hişên dilpakên gelê Sûriyê, û derbaskirina pirojeyên wan ên nijadperest û ferehkirinê ne. Û dem hatiye ku, gerek kesên Sûrî yên bi Turkiyê hatine xopandin têbighên rola wê ya bi gûman û ziyanê digihîne gel û welatê wan Sûriyê.
08.11.2020an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Seredana Nesir Elherîrî ji Gundê Basûfanê re.
– Destesekirina milîseya “Lîwa’i Elşîmal” li ser Gundê “Memala” – Reco.
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: