Piştî borandina bêtirî du sal û nîvan di ser dagîrkirina hêzên Turkiyê û bi hevaltiya milîseyên terorîst ên di bin navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî de û girêdayî Hikometa Sûrî ya Demkî” ji herêma Efrînê re, û derketina bi hezarana rapor û vîdiyoyên kiryarên nemirovane û binpêkirin û tewanên ku ew milîse di bin serpereştiya istîxbaratên Turkiyê (MÎT) de, di dermafê sivîlên wê yên resen de bi kar tînin; serokê Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî Nesir Elherîrî seredaneke ragîhandinî û vebiriqandinî ji Herêma Efrînê re kir, di wê seredanê de hevdîtinin ji endamên hin encûmenên xwecihî û hin nûkerên dewleta Turk re çêkir, ji bo ji “Komîta vegerandina mafan û redkirina zordariyan” – a ji nav serkêşên milîseyan hatiye avakirin da ku, wêneya dagîrkeriyê û nandozan were xweşikirin, û li ser binpêkirinên rojane mîna guhertinên demografî, girtinênên bêsûcane, revandin, talan, ferzkirina bacan û dizîna werzan veşêre û bide nixumandin- dengvedan û hêlehûlekê jê re çêbike. Li gor amûrên ragîhandinê yên bi ser Kiwalisyonê û Turkiyê ve, ew komîta bi “kesên birû û keyayên” hin gundan re civî, li gilî û gazinên taybet bi “zordarî û kiryarên milîseyan” hatine pêşkêşkirin guhdar kir, û hin mal li xwediyan vegerandin. Lê rastiya heye, ew komîte bi berpirsiyarî û cediyet li ser “zordariyên pir û vegerandina mafan” nesekiniye, û di bin serpereştiya aliyeke bepirsiyar de, bersivdana pirektîkî ji hemî giliyan re nekiriye, û lêkolîn û şopandin jê re çênekiriye, û di vê warî de, emê li vir bi bîr wînin ku, ta niha jinên girtî di hepsa Maratê de nehatine berdan û hîn çarenûsa wan ne diyar e. Di dema ku, komîta ji bo li ser rewşa Efrînê bisekine hatiye çêkirin, di nav Kiwalisyonê û Encûmena Niştîmanî ya Kurd “ENKS”de hate binaxkirin. Tiştê seyr ew e, ku çawa komîtak ji milîseyên tewanker û bi rengekî fere jî kiryarên qirêj bi kar anîn hatiye avakirin, wê kanibe mafên kesên zor lê hatine kirin vegerîne û xwebixwe tewanbar bike?! Nesir Elherîrî çêra vegerandina mafan û redkirina zordariyan dike, û milîseyên wî niha bi rengekî fere û bi roj û şev werza zeytûnan didizin û talan dikin, û nişteciyan kêmrûmet dikin.
Di xirebaliqiya liv û tevgerên dagîrker û nandozan û wê serdana ragîhandinî de, binpêkirin di dermafê sivîlan de nesekinîn, û me di hefta navborî de ev şopandin:
– Milîseya “Lîwa’i Elsultan Mihemed Elfatêh” ya ku, gundên “Me’imila, Kurkê Jorin û Jêrin, Ereba, Deştên Dirûmiyê” destlat dike, dest danî ser nîvê berhema zêtê zeytûnên hemwelatiyên derbeder û bi zorê koçberbûyî – ta ku desteka hilanîndanîna mal û milkên xwe dabin merivên xwe jî. Bi ser de, ji bilî lêçûnên xizmetguzariya çandiniyê û kirê berefkirin û guhestinê, nirxa tenekên vala jî (4000P.S buhaya her tenekakî) dispêrin xwediyên milk. Wek nimûne, li guvêşgeha Kurka – Dirûmiyê, dest danî ser /15/teneke zêt ji tevayiya /30/tenekî yên hemwelatî Hesen Mihemed Şe’iban yê ku dora /100/darê zêtûnê yên birayê xwe û bi erêkirina wî bi rêve dibe.
– Li gundê Avrazê – Mabeta û derdorê, milîseya “Lîwa’i Elşemal”, ji bilî destdanîna ser zeviyên ku xwediyên wan ne li gund bi behaneya ku ew di Partiya Yekîtiya Demokrat de endam in, ew nîvî berhema zeytûna hemwelatiyên ne li gund û rêvebirina milkên xwe dane dest merivên xwe, bi zorê dibin – rewşa piraniya gundên Herêma Efrînê jî weha ye.
– Milîseya “Lîwa’i Elweqas” a ku, gundê Aşkê Xerbî – Cindirêsê destlat dike, 15% ji werza zêtûna -wek bace- li xelkê gund ferz dike.
– Li sibeha 24.10.2020an, istîxbaratên Turkiyê li gel ya bi asayişa sivîl tê navdan û milîseya “Lîwa’i Elsemerqend” a ku gundê Kefirsefrê – Cindirês destlat dike, êriş hin malan kir û hejmarek ji xelkê -di nav de jî jin-, bi tuhmeta danûstandinê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, û piştî dandina her yekî ji wan /500 P.T/ hatin berdan, û ev jê hatin naskirin: Şiyar Ebid Elrehman Xilo, Ebdo Bedrî Exres, Egîd Mistefa Xilo, Mûrad Xelîl Mûrad, Almaz Xelîl Hac Ebdo, Mihemed Remedan Derwîş, Hesen Eyûb Eyûb, Emîne Hesen Eyûb, Filê Hecî Cum’a Gedro, Behrî Hecî Cum’a Gedro, Fatme (berdayiya Mihemed Ebid Elrehman Derwîş), Mistefa Mihemed Xilo. Lê, hîn hemwelatî Filê Hecî Cum’a Gedro girtî ye û rewşa wê ne diyar e.
Herweha, heman aliyê û di heman rojê de, êrişî gundê Kora – Cindirêsê kir, û bi behaneya têkeliya wan bi Rêvebiriya Xweser a berê re, hin kes girtin, û piştî dandina her yekî ji wan /1000 P.T/bace – ji bilî Riyad Mûrad Gedro û Mihemed Ehmed Hec Birîm ên ku çarenûsa wan ta niha ne diyar- hemî serbest hatin berdan. Ji wan ên hatine naskirin ev in: Ehmed Husên Mehmedko, Mehmûd Ehmed Hec Birîm, Mihemed Nebî Silêman, Cîhad Şukrî, Riyad Mûrad Gedro.
– Di çarçewa kiryarên istîxbaratên Turkiyê li navça Mabeta de, ew bi van kiryaran rabûn: Li 14.10.2020an hemwelatiyê ciwan Elî Ehmed Îşano (karmendê dîwana encûmena xwecihî), li 20.10.2020an hemwelatî Kanîwar Kemal Reşîd/27/sal ji gundê Şêxûtka (xizmetkarê encûmenê), û li 16.10.2020an hemwelatî Ednan Hemzê Mensûr ji xelkê gundê Şorbe – Mabeta û xwediyê kargeha sabûnê girtin. Û ta niha çarenûsa hersiyan ne xuya ye.
– Di siya fewdalîzma belavbûna çekan û pirbûna milîseyên terorîst û tinaziya wan bi jiyana sivîlan de, li roja Pêncşemê 29.10.2020an, li kat nehê sibê, hin avêjtek bi ser gundê Îska de ketin. Yek jê li hewşa dibistanê ket, û di encamê de çar şagirt (Resûl Ehmed Beko, Sozan Cemal Bekro, û du şagirt ji malabata Fehid – ji anîndeyên bajarê Dêra Zorê) birîndar ketin, û ya din jî bi ser maleke li rex dibistanê de ket, û di encamê de çar kes birîndar bûn û ew jî ev in: Temenmezin Ewaş Cimo/80/sal, Xalîde Cimo û mêrê wê, û zarokeke ji malbata Resûl Şukrî Cimo.
Hêjaye bi bîr were ku jêderin ji gund tekez kirin ku, ew avêjtok ji leşkergeheke perwerdekirina çekdaran ya li cîgeha Hurşê Milê ya li aliyê Bakur ji gund dikeve ve hatin avêtin.
– Li 26.10.2020an, li ser riya Cindirêsê, li nav bajarê Efrînê, matoreke duloqî ye bombekirî hate teqandin, û di encamê de, du kes hatin kuştin, hin din birîndar bûn û ziyanin şênberî gîhan deverê. Lê, me nikanî navên kuştî û birîndaran bi dest bixista.
Çendî destlatên dagîrkeriya Turkiyê û yên pêve girêdayî hewil bidin ku, wêneya milîseyên terorîst xweşik û sipî bikin, û behaneyan ji kiryarên wan re yên di dermafê sivîlên Herêma Efrînê û yên din re bibînin, nikanin rastiya heyî ya rojane ya bêtar a li ser Herêma Efrînê ferzkirî veşêrin.
Lê, ya bêtir me venahesîne çavdamirandina birêz “Gîr Bêdirson” nûnerê taybet a Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê û birêz “Mark lokol” hevrêzê rewşên mirovane li Sûriyê, ji xişm û bêtarên Herêma Efrînê û xelkê wê re, û rola Turkiyê ya yekser tê de ye. Dema ku, rapora xwe ya dawiyê li ser rewşa Sûriyê, bi riya gereke tilfizyonî re, pêşkêşî Encûmena Ewlehiyê kirine.
01.11.2020an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Gundê Îska – Şêrewa.
– Gundê Kora – Cindirês.
– Teqîna matorê – Efrîn.
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: