Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (113):
Turkiyê tu rêgir ji binpêkirin û tewanan re dînena, girtin û bace, şewtandina daristanan, şerê zimanê Kurdî

Li gor girse û berdewamkirina binpêkirin û tewanên ku li herêma Efrîna dagîrkirî pêk tên, diyar dibe ku komîta lêkolîna navdewletî ya serbixwe û taybet bi Sûriyê, û di pêre Encûmena Mafên Mirovan û Netweyên Yekgirtî nikanîn zext li Turkiyê bikirana, da ku, rêgirekê bi qaserî pozî derziyê ji kiryarên qirêj ên ku milîseyên “artêşa niştîmanî ya Sûrî” pêk tînin re dîne. Bi ser ku komîtê di rapora xwe ya di /14/î Rezber a borî derxistî de, gelek nîşan û belgeyên tekeziya wan kiryaran anîbû zimên, û li ser wê bingehê derencam dabû ku tewanên şer li Efrînê hatine kirin, û Anqerê di ber peydakirina sazûmankirin û aştiyaneya giştî de berpirsiyar e. Herweha jî, eniyên berpirsiyar û serkêşên “Kiwalisyona Sûrî – Elixwanî û hikometa wê ya demkî û artêşa wê ya terorîst” bi tuhmetên ku pê hatine tewanbarkirin xuneda. Ne tenê weha, wan bi lez û bez bi hevokên çêkirî, virevûtan û seredanên bernamekirî ji hepsa “Maratê” ya bajarê Efrînê û hin navendên serkêşên çekdaran re, xwestin wan tuhmetan red bikin. Û herweha wê komîta ku Kiwalisyonê ji bo şopandina binpêkirinên li Efrînê dibin re çêkirî û Encûmena Niştîmanî ya Kurd “ENKS” jî jê re tewkirî û kirî hêlehûl, ta di tenga girtinên hin karmendên nêzîk jê ve, û di encûmenên xwecihî yên destlatên dagîrkeriyê çêkirine kar dikirin de jî, hate jibîrkirin. Di vî warî de, ta niha/11/ hemwelatiyên Kurd ji endam û karmendên encûmena Mabeta ya xwecihî – serok û cîgirê wî jî di nav de – li ba istîxbaratên Turkiyê li navenda navçê ji dora/14/ rojan ve girtî ne, bê ku bo dadgehkirineke dadmend werin pêşkêşkirin, an jî çarenûs û tuhmetên wan ji xwediyan re werin xuyakirin.

Navenda asayişa Mabeta

Û di navboriya hefta çûyî de me hin binpêkirin şopandin, ew jî ev in:

 -Hin milîsên “lîwa’i Mihemed Elfatêh” hin hemwelatiyan neçar dikin ku berhemên zeytûna yên zeviyên ku dikevin bin destlatiya wan de, li guvêşgeha “Şêx Husên” ya li ser riya Dirûmiyê – Kitix biguvêş in, û 5% bace li ser berhema zêtê ferz dikin. Û hin milîsên din ji heman Lîwa’ê neçar dikin ku berhema zeytûna zeviyên di bin destlatiya wan de, li guvêşgeha derbasgeha gundê Ereba – Mabeta were guvaştin, û /0.7/dolar bace li ser her tenkak zêt ferz dikin.

 -Di pêvajoya şêweyên wan yên çêkirî de, milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” yên li piraniya gundên navça “Reco” belavkirî, /5/ milyon pereyên Sûrî wek bace li ser hemwelatiyekî Kurd (M.Eyn.C) li gundekî navçê – bi behaneya ku wî zêtûnên apê xwe yê ne li gund beref kirî -ferzkir in, û di bin gefên revandin û işkencekirinê de neçar kirin yekser bide. Tevî ku, mala apê ew spartibû ku, beref bike.

– Di siya berdewamiya girtinan di dermafê sivîlan de li herêma Efrînê, li 22.10.2020an “asayişa leşkerî” ciwan “Mesûd Elî Kêlo/25/sal” ji bajaroka Be’idîna – Reco girt, û bire biryargeha xwe ya navenda navça Reco. Herweha heman aliyê ji heyvekê ve hemwelatî “Henan Heno” ji xelkê bajarê Cindirêsê binçav kir, û hîn çarenûsa wî ne xuyaye.

Çiyayê “Parsexatûn” – navça Şera, qutkirina daran ji roja yekê ji êrişa Turkiyê ve…Jêdera wêneyê: Inêb Beledî.

– Li 23.10.2020an giropeke çekdar agir bi çiyayê “Parsexatûnê” yê nêzîk gundê “Qestelê Cindo”- Şera xist.

– Di çarçewa şerê ziman û çanda Kurdî de, piştî belavkirina pirtûkên nû -di nav de jî pirtûkeke zimanê Kurdî hebû- li ser şagirtên asta seretayî li dibistanên bajarê Cindirêsê li destpêka sala xwendinê ya nû; Ew pirtûk ji nû ve -weke pêngaveke bi cers ji bo qedexekirina Kurdan ku fêrî zimanê xwe bibin- ji hemî şagirtan hate kişandin. Di dema ku hînkirina zimanê Turkî li ser hemî astên xwendinê têye ferzkirin.

– Ji bêtirî deh rojan ve, milîseya “lîwa’i Elweqas” ya gundê Anqelê – Şiyê destlat dike, rolinîvro dora /20/ ton pelûşê zêtûna (bêrîn) ji guvêşgeha malbata mixtêr (keya) bi zorê û li pêş xwediyan bir. Hêjaye bête zanîn ku, buhaya wê bêrînê dora/1.5/milyon P.S.

Dijmantiya dîrokî û kîna mezin ya destlatên Anqerê û bi taybetî rêvebirên Partiya Eledalê we Eltenmiyê ji Kurdan û hertiştê bi wan ve girêdayî re, tenê ziyan  gîhand gelên herêmê (Ereb, Turk, Kurd û yên din) û ta niha ew ziyan berdewam e û gihîştiye asta kirîz û kêşeyan. Ji ber wê ji hişmendên hemî aliyan tê xwestin ku, li pêş vê hişweriya jehirkirî bisekinin, da ku, hemî milet bi hêminî û aramî bijîn, û xizmetek ji bo aştî û aramiya herêm û cîhanê were kirin.

25.10.2020an

 Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Çiyayê “Parsexatûn” – navça Şera, qutkirina daran ji roja yekê ji êrişa Turkiyê ve…Jêdera wêneyê: Inêb Beledî.

– Navenda asayişa Mabeta.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button