Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (111):
Vêrgiyên bilind, dizîna berên zêtûnan, şewitandina daristanan, girtinên tewşankî

Deslata Turkiyê di riya milîsên terorîst ên biserve, û encûmanên xwecihî yên wê binavkirine re, bi hemî şêweyan fişarê li xelkê Efrînê mane dike, ku penaber bibin, da ku guhartina demografî fireh bibe û cihê xwe bigire, û di riya şerê wan bi pariyê nên û miçiqandina jêderên rizqên wan re jî, nemaze berê zêtûnan a ku jêdera sereke ye ji jiyana wan re , lewre dest ji ber çekdaran û piraniya kesên anîne berdane, ku berê îsal bi şêweyekî aşkere, bi ro û şev li ber çavên xwediyan bidizin.

 Di hefta borî de me hin dizîn û binpêkirin berçav kirin:

-Milîsên (Leşkerê Nuxbê, Tîpa “firqet” Sultan Murad, Lîwa’i Siqor El- şemal) yên li van gundan- piyê Bilbilê serdest in (Qestela Miqdêd, Qizilbaşa, Kotana, U’pila, Kurdo, Şêxûtka, Zêtonakê, Ebûdanê û navenda Bilbilê bi xwe jî) vêrgî bi /600/ P.S li her darek zêtûnê girtî an negirtî di hêrên xelkê li wir de ferzkirin, û hin caran destên xwe didin ser nîvî berên salê. Li piraniya wan gundan konên kesên anîne li nav hêran vegirtine, ku diziyê bikin. Hin caran, piştî rêşkirina zêtûnan ji aliyê xwediyan ve, çekdar destan datînin ser.

– “Tîpa Hemzat” a ku li gundê Maratê serdest e, vêrgiya tevahî bi /2000/ teneke zêt (16 kîlo safî) li xelkê gund ferzkirin, ji bo ku bihêlin herin berên zêtûnên xwe yê salane rêşkin, û /1000 / teneke li gundê Kefer şîlê, û /1500/ teneke li gundê Mezin ferzkirin, û vêrgî /2/ dolar Emrîkî li her darek zêtûnê girtî an negirtî li gundê  (Tilifê û kefer Zîtê… ) ferzkirin.

– Li dor bajaroka Be’dîna, milîsan berên dora hezar darên zêtûnê yên van hemwelatiyên bi zorê koçberkirî (Elî Reşîd Elî, Husên Murad Hebeş, Mistefa Xelîl Şeban, Mihemd Hebeş Hebeş, û xelîl Ebdela ji gundê Dumiliya) dizîn.

 -Milîsên “Lîwa’i Sultan Silêman Şah- Emşat” li piyê Şiyê/ Şêx El- Hedîd, vêrgî 15% li berhemên zêtûnên xelkên li wir û /8/dolar li her darek girtî an negirtî ya xwedî ne li wir ferzkirin. Ji bilî ku destên xwe dane ser deh hezaran darên zêtûnê bi bihaneya ku, xwediyên wan- yên bi zorê koçberkirî – endamên partiya yekîtî ya demokrat (PYD) ne.

– Milîsên “Lîwa’i El- Weqas” a ku, li Hec Qasma –Şiyê, destên xwe dane ser /400/ darên zêtûnê yên kurên malbata Oso, tevî ku, dê û bav li gund in.

– Bi sedema şer li ser diziyê, milîsên “Lîwa’i Siqor El- Şemal” di 06.10.2020an de qurşîn avêtin  jinek û du zarokên wê, ên ji gundewarên Hemê anîne, ji ber ku, wan zêtûn ji hêrekî gundê Şêxorzê – Bilbilê rêş dikirin. Her sê birîndar bûn, û rakirin nexweşxanek Turkî yê. Wan milîsan destên xwe danîne ser piraniya mal û milkên xelkên gund yên bi darê zorê penaber kirine û nehêştin ew vergerin Efrînê.

– Li 05.10.2020an, milîsên “Lîwa’i  Semerqend” a ku, li Kerfer Sefrê – Cindirêsê serdest e, agir berdan “daristana Zareta Şêx Mihemed” a ku, li bakurî bajarok dikeve, û ji bargehek leşkerî Turkî  ve nêzîke, û li “Xirabî Şêxa” dîsa agir berdan daristanê, û ew hemî şewitîn bê ku, deslat û bergiriya sivîl bilive ku vemirîne.

– Li 05.10.2020an Îstîxbarata turkî bi makînên xwe yên leşkerî digel milîsên li wir serdest daneser birin ser gundê Qêsim, bi bihaneya têkilî bi xweseriya berê re, ev hemwelatî girtin (Xelîl Bekir Bîlal, Ehmed Qadêr Sîdo, Henan Şêx Birîm, Şemsidîn Mistefa Mihemed, Ehmed Hesen Dîko û Ekmel Henan Ehmed), û li roja din 06.10.2020an dîsa êriş gund kirin û jê ev welatî girtin (Betal Dîko û Mihemed Şe’ban Dîko), û neçar kirin ku, her yek ji wan /1000/ pere turkî bide da ku we re berdan.

– Li 08.10.2020an, rêbenda derbasbûna bajarê Efrînê- riya Reco, ciwan “Ehmed E’zet Mistefa” bi bihaneya têkilî bi rêveberiya xweser ya berê re hate girtin.

Xelkê herêma Efrînê ya dagîrkirî herdem bang li Yekîtiya Awrûpî, Emrîka, Rûsiya, hemî rêxistin û desteyên bergêriya mafên mirovan û hezkiriyên azadiyê dikin, ku bi erk û stubariyên xwe rabin, li dijî  binpêkirin, tewan û kiryarên nemirovane û tersî yasaya navdewletî ya mirovayî û peyman û belgeyên navdewletî, û bikin ku ew ên wan kiryaran dikin û yên di ber de berpirsyar werin seza kirin, di pêşiya wan de Hukometa turkiyê; Û li wê fişarê bikin ku, ji Efrînê û herêmên din sûrî yên dagîrkirine bikşê, û mafê vegera hemî penaberên bi darê zorê  misoger bikin, û milîsên terorîst bi dawî bikin, û hemî herêm li serweriya sûrî û bi rêveberiya xelkên wan vegerin.

11.10.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Şewitandina “daristana Zareta Şêx Mihemed” – Kefer Sefrê.

– Gundê “Qêsim” – Reco.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button