Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (110):
Ji “Reco û Kotana” ta Ezerbîcanê wek nandozan dibin, berên zêtûnan didizin, girtin, pakrewaniya pîrejinekê, gerînokek bi navê “Ertixril”

Konevaniya Faşî ya hukometa Anqerê li ser destêwerdan ji pir  dogiş û doseyan re avabûye, di Awrûpa, bakurî Efrîqiya, rojhilatî derya sipî, kendava erebî, Filestîn, Îraq, Sûriyê û li vê dawiyê şerê Ezirbîcan û Ermeniya de, da ku, li ser kirarên zordarî li hindir dike, û pir gelş û tengiyên Turkiyê bipeçine. Li vê dawiyê deslatên Turkiyê ya dagîrker li Efrîn – piyê Reco /70/ çekdar û li Kotana piyê Bilbilê /50/ çekdar, ji Artêşa Niştimanî Sûrî birin Ezerbîcanê ta li dijî Ermeniya şer bikin, weke berê şandine Lîbiya, li ber çav û guhên civaka navdewletî, bi ser de, ji sala 2011an ve destêwerdana aşkere ji gelşa Sûriyê re, piştgirî berdewame ji giropên terorîst re, yên ku bi rêxistina El- Îxwan Mislîmîn û Qa’îdê ve girêdayî ne, û alîkariya Turkiyê di dagîr kirina pir herêmên bakurî Sûriyê re kirine. Bi xwe encameke ji konevaniya Turkiyê dajo ye, ta niha xelkê herêma Efrînê ji berdestê wan milîs û dagîrkeriyan tewan û binpêkirinê dibînin. Û di hefta borî de me ev kiryar berçav kirine.

Berê zêtûnan:

Wek li salên borî, milîsên çekdar û piraniya ew kesên anîne, dest bi dizîna berê zêtûnan a vê salê jî kirine, û bi pariyê nên şerê Kurd a dikin, ji bo ku penaber bibin, û rê li ber guhartina demografî di herêmê de fere û dûz bibe. Ji ber vê, milîs û piraniya ewên anîne li piyê Bilbilê bicih kirine, serberdayî, bi şev û roj, dest bi dizîna berên zêtûnan, ne bes yên kesên ne li wir lê yên li wir jî dikin. Û newêrin li wan dizan gilî bikin. Wek nimûne, li gundê Qizilbaşa û derdorê, ya di bin destê “alaya (lîwa’i) Siqor  El- Şemal” de a ku,  “Hesen Xeyrî” serwerê wê dike, ji hêla nefer û serokê wan yê bi “Emar Kosofî” li gund dinase, piraniya berên zêtûnên gund dizîn, jê  hin ên van hemwelatiyan e (Hemo Husên Gurdê, Mihemed Mistefa Gurdê, Şêxo Reşîd E’loş, Ehmed Henan Osman). Û li nêzîkî firka rêya gundê “Qirigolê”, çekdarên wê alayê hêrekî zêtûnan li ber çavên xwedî dizîn, bi sedema kaxeta mewdaniyê li ba wî tunye. Û milîs nahêlin xwediyên zêtûnan rêşkin bi sedema hêj nebûne an belgeyên mewdaniyê tune ne. Ta zêtûnin hindik bi xwediyan gerek bin jî, divê pêşende belgeya erêkirinê li ba wan hebin. Hin welatî neçar dibin, zêtûnên xwe bi bihakî erzan bifroşin bazirganan ji tirsa tev werin dizîn. Lê Encûmana xwecihî tu rolî erênî nalîze, û bi ser de li ser dizan dipeçine .

Li rêbenda Bulbilê  – riya gundê Ze’irê çekdaran /3/ çiwal zêtûn ji kurdekî standin, û li rêbenda firka rêya gundê Qurta – Bilbilê çekdaran /2/ çiwal ji xwedî standin. Milîsên “Leşkerên El-Nuxbê” yê li gundê Şêxûtka û Emara- li mabeta serdest, berên nêzîka /8000/ darên zêtûnê, yên malbatên Kurd jê penaber kirine dizîn. Û gava hatine gundê Şêxûtika dest danîne ser/ 25/ xaniyan, û li gundê Emara jî dest danîne ser /15/ xaniyan.

Girtin di dermafê xelkê Efrînê de berdewame:

Li 30.09.2020an, asayîşa leşkerî digel Îstxbarata turkî, /9/ navsal ji bajaroka Mabeta bi bihaneya çar rojan di dema rêvebiriya xweserî ya berê de derketine payînê girtin. Ew jî ev in: Luqman Şe’ibo kurê Ezet /50/ salî ye, Arêf Qerboz kurê Reşîd /75/ salî ye, Sidqî Hembaşo kurê Mistefê /50/ salî ye,  welat Oskêlo kurê Mihemed Elî Menan /55/ salî ye, Mihemed Elî Yosif kurê Yosif /57/ salî ye, Subhî Mamiş kurê Elî /57/ salî ye, piştî ku, bi dehan  kesên bajarokê hatin girtin, û her yekî  /600/ pere turkî seza da, ta ku, hatin berdan.

Û li 22.09.2020an, asayîşa turkî li Stenbûlê /11/ kes ji xelkê gundê Çeqelê cûmê – Cindrêsê bi gunehê têkilî bi xweseriya berê re girtin. Tevî ku tu têkilî wan pê re tunebûn, û hin ji wan ji sala 2013an ve li Stenbûlê rûniştîne. Ew jî ev in: Îbrahîm Mistefa Îbrahîm /35/ salî ye, Ferîd Xelîl Îbrahîm /55/ salî ye, Îbrahîm Hemo Îbrahîm /60/ salî ye, Welîd Hemo Îbrahîm /22/ salî ye, Seydo Mistefa Seydo /23/ salî ye, Mihemed Reşîd Mose /23/ salî ye, Ebdîn Reşîd Mose /39/ salî ye, Nûrî Xelîl Îbrahîm /60/ salî ye. Bê ku wan bi ber dadgehê din.

Û Îstîxbarata turkî hemwelatî “Reşîd Cebir Şêxo /41/ salî ye” ji gundê Meydankê –  Şera bê sedem girtin, û bi cihekî ne bêlî de birin, tevî ku li ba komela Buhar ya Hawarê şofêr bû.

Û hemwelatî “Ciwan Welîd Sîdo /33/ salî ye” ji gundê Turindê – Efrînê, bavê du zarokan hate girtin.

Û hemwelatî “ÎHesen Şêxo Şêxo, Egîd Şêxo Şêxo, Celal Mihemed Hesen, Ehmed Henan Dîko” ji gundê Qêsim – Reco hatin girtin, û di 30.09. 2020an de Egîd û Celal, piştî /1500/ pere turkî seza dan “dadgeha Reco”, hatin berdan.

Pakrewaniya pîrejinekê:

Hemwelatiya “Emîne Husên Me’mo” jina Nezmî Henan Îsmayîl , ji gundê Qêsim li 1/10/2020an di nexweşxanek Turkiyê de mir, ji ber birînê bi sedema teqîna bombekê di bin Tirektor a ku mêrê wê dajot de û ew li kêlekê bû, gava di nav zeviya çandinê re diçû, di 30î Êlûnê 2020an li serê sibê kat 7:30.

Binpêkirinin din:

–      Alaya Weqas a ku li gundê Merwaniya jêrîn– Cindrêsê serdeste /300/ darên zêtûnê hilkirin, ew ên herdu birayên bi darê zorê penaberkirine, “Cibrayîl û Îsrafîl Kêlo” ne, û dest  dane ser xaniyên wan jî.

–      Li 01.10.2020an, ji ber serberdaya asayîşî, li nêzîkî gerînoka (diwara) Newrozê li bajarê Efrînê, di kolana Vêlat de, makînak bi bombek zemirandî teqiya, ji ber wê du kes birîndar bûn, û ziyan bi firoşgehan bûn.

–      Ji ber kirina deslatê dagîrkeriya turkî, û bi alîkariya hemahengiya sûrî – Îxwanî ku, şaneyên kurdî a Efrînê biguhêrin, û rewşenbîriya Osmanî belav bikin, binpêkirinek aşkere ji serweriya Sûriyê re, gerînokek (diwarek)  bi navê bavê  hêmdarî dewleta  osmanî “Ertixril”, piştî bajarokê Meydankê li firka rêya “pêxmberê Horî” hate avakirin. Û ala dewleta turkî li ser hate venan. Milîsên “Feyleq El-Şam” perçe vîdiyoyek li ser rêwresmên destpêkirinê belav kirin.

Xelkê Efrînê namek aşkere û zelal ji deslatên turkî û Hemahenga Sûrî- Îxwanî re bi rê dikin, ku bi hemî şêweyan xebat û berxwedanê dikin, ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dagîrkeriyê û nandozan, û xelkê bi darê zorê penaber bûne li axa xwe vegerin, û tekez dikin ku, binpêkirin û tewan vîna wan naşkînin.

04.10.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

–        Pakrewan Emîne Husên Me’mo.

–        Gerînoka “Ertixril”.

–        Hêrê herdu birayan “Cibrayîl û Îsrafîl Kêlo”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button