Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (109):
Jin û mêrek bi teqîna bombakê birîndar bûn, lêdana jinekê, şewtandina daristanan, “Kefirsefrê” ji nuh de

Rojek derbas nabe ku, milîsên terorîst ên bi Turkiyê ve girêdayîne binpêkirinan di dermafê Kurdên resen de li Efrînê dikin. Ev arta bûye beşek ji jiyana wan a rojane. Van kiryaran hemî yasa û bergirên sincî û mirovane derbas kirine, armanca wan a serek ew e ku, rol û hebûna kurdî  rakin, û diyardeyên wan ên rewşenbîrî û dîrokî ya herêmê bitepisînin, ew bihane û rêbaza dijmantiya Toraniya Turkiyê ya ku li ser kuştin, dizîn, penaberkirin û tiştên din ava bûye, li dijî  Kurdan aşkere û berdewame.

Me di hefta borî de wiha berçav kirin:

 -Siba roja Şemiyê li 26.09.2029an, xelkê gundê Qêsim – Reco ji ber dengê teqîneke mezin ji xew şiyar bûn.  Bombeyek li nav zemîna çandiniyê di bin Tirektorê de li kêleka goristana gund teqî bû, welatiyê bi navê Nezmî Henan Îsmayîl /69/ salî dajot, û jina wî Emîne Husên /60/ salî ji gundê Şorbe li rexê rûniştibû, û herdu bi giranî birîndar bûn, mêr li Efrînê di nexweşxanê de hêştin, lê jina wî birînên xwe kûr bûn rakirin nexweşxaneyekê li Turkiyê.

– Roja Duşemê li 21.09.2020an, welatiya Kurd Gulîstan Îbiş ji gundê Kora – Cindirêsê,  bi destê kesên ji Xota anîne lêdan xwer, ji ber dozkirina wê ku ji mala wê li Cindirêsê bi derkevin, piştî ku ew ji serdana merivên xwe rojekê li gund vegeriya, û dît ku, mala wê birine.

 -Milîsên Eniya (cebhe) El-Şamiyê yên ku, li taxa Eşrefiyê -Efrînê serdestin, êrişî mala welatiya Kurd Zêneb jina Xelîlê E’têr kirin, hin tişt û /2500/ Dolar dizîn û bi cihekî ne nas de revandin, û ta niha rewşa wê ne bêlî ye.

-Li nîvroja Şemiyê 26.09.2020an, agir bi hêla rojhilat a çiyayê Hawarê – Reco xistin, û hêj vêketiye. Bi destên Milîsên terorîst darên wê yên nû û teze, ji bona êzingan tên birîn ku bi komir kin. Çiya ji roja dagîr bûye de, ji çar aliyan ve hatî şewitandin, tevî ku bargehek leşkerî ya turkî li gundê ” Çiyê yê vala kirî ” li lûtka wê heye, ji bona ku dar û keskayî li hermê nemînin.

– Xelkê gundê Kefirsefrê – Cindrêsê di rewşek pir dijwar de dijîn, milîs bi hemî şêweyan li wan fişar dikin ku, dev ji malên xwe berdin û penaber bibin. Li vê dawiyê 15% vêrgî, li berhemên zêtûnan xistin, û /10000/ pere sûrî li her pîk abek şitlê zêtûna barke xistin ku bide, ji ber ku bajarok pê nas e. Piştî ku serekên milîsên “Ehrar El- Şerqiyê ” û “Lîwa’i El-Weqas” rûniştin û biryar dan.

 -Ji ber serberdayetiyê, li gundê Til Silorê – Cindirêsê, teqînek mezin di xana çekan de bû, bê ku sedem nas bin, hêşt ku xelkê wir pir bitirsin. Cihê teqînê tîmargeha mirîşkan (medcenê) bû, xwediyê wê parêzer Husên Yazicî ji xelkê gund bû.

Kirayarên milîsên terorîst ên di bin serpereştiya Îstîxbarata turkiyê de kar dikin, hemî yasa, tîtal (e’iraf) û belgeyên navdewletî yên li ser mafê gel û mirovan derbas û binpêkirine. Çavdamrandin û bêdengiya civaka navdewletî li ser tiştê bi serê xelkê Efrînê tên kirin cihê mixwebinî û gumanê ye, ger dengin şermezarkirinê hebin jî ne li gor û asta konevanî û mirovî ne.

27.09.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Mêrjinên birîndar, Nezmî Henan Îsmayîl û Emîne Husên — gundê Qêsim – Reco.

-Welatiya Gulîstan Îbiş – gundê Kora –Cindirêsê.

– Şewtandina çiyayê Hawarê – Reco.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button