Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (107):
Pirgirtin li Mabeta û Cindrêsê, berdewamiya destdanîna ser milk û mewalan, dizîna amoran ji tora têlefona têlî

Destêwerdana Turkiyê ji Sûriyê re binpêkirineke ji belgeya Yekîtîya Neteweyan, yasa navdewletî û biryarên desteya ewleyî re ye, nemaze bendê rêzgirtin ji serweriya niştimanî ya dewletên dorhêl re. Lewre, me ji destpêka êrişakirina herêma Efrînê ve, 20 Çileya 2018 an, ta roja îro bi dagirkeriyê navkiribû.

Deslatên Turkiyê bi hest û hişê pir kesên sûrî dilîze, dîn û baskên îslamiya konevanî dike xizmetê xwe, û destêwerdana wan a aşkere, neyînî û qirêj di kar û barê Sûriyê de ji bo armancên xwe, ji hemiyan ve nas û zelal e. Vî karî jî pir ziyan gihande hemî pêkhateyên gelê sûrî. “Hemahenga sûrî  – El- Îxwanî”  û hukmeta xwe ya demkî, di rêya milîsên xwe re ya bi “Artêşa Niştimanî Sûrî” bi nav dibe, bi dagîrkeriya turkî re hevpişkin, û ew di ber hemî binpêkirin û tewanên li herêma Efrînê li dijî mirov, dar û keviran dibin de,  û ji ber rewşa heyî ji hêla konevanî, yasayî û rêvebirî, û guhartina demografî ya ku gihêştiye asta qirkirina nijadî di dermafê kurdan de, berpirsyar in, hêjî ew tewan û binpêkirin ta niha berdewamin, me hin ji wan di hefteya borî de berçav kirine:

Cindrês di dema êrişa turkî de

–      Di 09.09.2020an de li bajarokê Cindrêsê hêzek leşkerî turkî digel Asayîşa leşkerî, bi tangan êriş navenda encûmena xwecihî kir, tevî ku ew bi destê deslatên dagîrkeriyê çêbûye, û serokê wê yê bi navê “Subhî Riziq ” ewê ku ji roja dagîrkeriyê ve karê xwe dike, û hin endamên encûmenê girtin, ji wan: Kemal Yosêf û Luqman Yosêf ji Tirmûşa, Xedîce Sirî ji Cindirêsê, Cemîl Hemo û kurê wî Dilgeş ji Çobana, Mihemed Bekir ji Qermîtliq, Îsam El-bekro ji Tirmanînê, û guneh û sûcê wan ne nas e. Piştî kurtedemekê wê hêzê dîsa êriş herdu malên “Subhî Riziq” û “Cemîl Hemo bavê Dilo” kir û hin tiştên wan birin.

“Asayîşa sivîl” li Mabeta ya bi dagîrkera Trukiyê ve girêdayî

–      Di 06.09.2020an de, Îstîxbarata turkî û Asayîşa leşkerî bi hev re daneser (himlê) bajarokê Mabeta kir, û dora /20/ hemwelatî girtin, di nav wan de jin û hin endamên encûmena xwecihî jî hebûn, ji wan ev nas bûn “Îbrahîm Xencer û keça wî Mîdiye, Mihemed Menan Menan, Tolîn Reşîd, Mistefa Mamiş Hemîd, Celal Husên Qrokî” û bi ser de hin karkirên şaredariyê jî girtin.  Her yek ji wan bi /600/ pere turkî seza kirin, û piştî wan bi ber dadgeheke sexte din wê her yek dandina /1000/ pere turkî biserîbike.

Hemwelatiyekî Kurd ji Mabeta bi riya têlîfoneke taybet weha got: “Em hemî projeyên girtin û şehîdbûnê ne, û bes tu Kurd bî tu tê armanc kirin, û her kesek di hêza cewherî ya berê de be, û ta empêrên kehrebê biribe an sûde ji saziya ava vexwerinê dîtibe, li ber çavên milîs û Îstîxbarata turkî tawankar û gunehbar e. Hin caran jî namûsa jinan jî tê şikandin, lê xwediyên wan ku ne ceris in hewal nadin”.

Ji bîr nebe ku, li Mabeta “El-Cebhe El-Şamiyê” serdest e, û navendek leşkerî û Îstîxbarata turkî û yek a Asayîşa sîvîl lê hene”

Minare û avahiya muzgefta Şiyê ya kevin, a ji hêla milîsa ” Emşat ” ve hilweşiye

–      Ji bona ku li Kurdên li herêma Efrînê mane bi zorê din, û bihêlin ku ew derkevin û penaber bibin, sedemên jiyanê li ber wan dibirin. Wek nimûme: Milîsên “Alaya (lîwaya) sultan  Silêman şah- El-Emşat”  li bajarokê  Şiyê, ji serokê wan “Mihemd El-casêm bavê Emşe”  re dest danîne ser cih û firoşgehên xelkê gund, bona ku navendek bazirganî tê de veke. Ew milîsina li malan digerin ku zanibin çend kes ji nişteciyên resen tê de dijîn, ji bona ku wan neçarbikin derkevin an ewên ji herêmên din anîne tev wan bicîbikin. Heman milîsan, demeke berê, bin mizgeta kevin kolan, li entîkan digerîn, bû sedem ku minare û dîwarin wê hilweşin.

–      Li 05.09. 2020an Îstîxbarata turkî hemwelatî “Mistefa Reşîd Zilfo” ji bajarokê Bedîna girtin û ta niha çarenûsa wî ne as e.

–      Milîseya “El- hemzat” a li gundê Dargirê serdest berdewam diziyê dike. Li vê dawiyê hemî kebil û têlên têlefonê di navbera Mabeta û Dargirê de vekirin û birin, û hemî dîrakên darî birîn, qutî û boriyên hesinî yên tora têlefona têlî birin.

    Kar û liva deslata dagîrker a turkî li xelkê me yê Efrîna berxwedêr dike ku vîna wan bişkîne, ew doza vekşîna wê ji herêmê, û vegera penaberên neçar li cih û warên xwe nekin! bi sernakeve, lê belê wan di xebata berevaniya herêma xwe de û vegera wê û herêmên Sûrî yên dagîkirî li serweriya welêt û rêvebiriya xelkê wan bi hêz dike.

13.09.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

–      “Asayîşa sivîl” li Mabeta ya bi dagîrkera Trukiyê ve girêdayî.

–      Cindrês di dema êrişa turkî de.

–      Minare û avahiya muzgefta Şiyê ya kevin, a ji hêla milîsa ” Emşat ” ve hilweşiye .

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button