Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (108):
Teqîneke terorîstî ye mezin, û qurbanine sivîl, zarok şehîd dibin, girtin berdewame, û dîsa gundê Maratê, dizîn berdewamin

Milîsên terorîst ên di bin baskên artêşa niştimanî sûrî de bi nav dibe û bi hukometa Sûrî ya demkî ve girêdayî û piştgirê dewleta turkiyê ye, heroj şêweyên nû yên zordariya pilankirî dikin, û destên xwe datînin ser milk û mewalan, bi ser de jî girtina nerewa berdewame, û binpêkirina zagona navdewletî ya mirovane aşkere ye, û kêrçvedan li hember hemî rist û belgeyên navdewletî ên li ser mafê mirovan berdewame, mebesta sereke ew e ku, di rêya zor, fişar, binpêkirin û bi birçîkirina Kurdên herêma Efrînê, jê barkin û penaber bibin, û rêjeya wan kêm bibe ku, guhartina demografî fereh û bi cibicî bibe. Em hin binpêkirinên di hefta borî de bûne berçav dikin:

–      Li vajayî deslatên turkî û alîgirên wan dibêjin, ji 20î Çileya 2018an ve, rewşa Efrînê di serberdayetî û fewdalîzmê de ye. Pir caran teqînên mezin dibin, û ya dawiyê di 14.09.2020an de li gergeha “Kawayê hesinkar” bûye, ziyayên madî bûne, û /11/ kes mirine û devdevî /40/ kesî jî, jê zarok birîndar bûne, birînên hinan kûr in, ji nav wan pakrewanê ciwan Ehmed Xelîl Îsmayîl  /27/ salî ye ji gundê Hebo – Mabeta, zewiciye û bavê du zaroka ye, û laşê wî li goristana Zareta Henên veşartin. Û zarokê pakrewan Mistefa Mihemed Îdawî /14/ salî ye – gundê Tiltewîlê û ji pêkhateya Erebên Efrînê ye.

–      Ji ber serberdana çekan, heroj di navbera çekdaran de û li nav xelkê sivîl şer peyda dibe û sivîl dibin qurban. Ji wan şerê dawiyê di 19.09.2020 an de li kolana vêlata bûye, li ortê  zarok Yosêf Osman /3/ salî pakrewan ketiye.

–      Li roja pêncşemê 19.09.2020an, Asayîşa leşkerî herdu hemwelatî (Reşîd Xorşîd /32/ salî û Dîdar Xorşîd /34/ salî) ji xelkê gundê Kora- Cindrêsê girtin, bi gunehê têkliya wan bi rêvebiriya xweser ya berê re. Û makînek, çend telefûn û peren ji malê dizîn, û hêj çarenûsa wan ta niha ne diyar e.

–      Milîsên Ehrar El- şerqiyê di 26.09.2020an de ciwana Kurd Mêrema Evdikê Şêxo /16/ salî  ji gundê Qêsim – Reco girtine û ta niha rewşa wê ne bêlî ye.

–      Di 17.09.2020an de milîsên Sultan Morad hemwelatî Morad Ebdilrehman Reşîd /25/ salî ji Cindirsê girtin, û ta niha çarenûsa wî ne bêlî ye.

Û bi ser girtina serok û hin endamên encûmena xwecihî ya Cindrêsê ya bi destê dagîrkera Turkî çêbûye de, di 17.09.2020an de Îstîxbarata Turkî derbas mala hemwelatî Mihemd Bazo – Cindrêsê bû û ew jî girtin.

–      Li gundê Brîmce – Mabeta, Asayîşa leşkerî van hemwelatiyan sê carine digirin: Xelîl Mihemd Osman, Mihemed Henan Mose, Welîd Mustefa Mose, Mistefa Mihemed Seydo. Bi gunehê danûstandina bi Rêveberiya xweser ya berê re. Û bi zorê /700/ pere turkî ji her yekî ji wan standin.

–      Mu’itez, yek ji terorîst û serkirdên milîsa “Firqit El-Hemzat” e, ya li gundê Maratê serdest e. Di çarçewa binpêkirin û kiryarên ne mirovan e de, xwediyê sê Tirektoran neçar dike, rojane sê Sîtêr av belaş ji gundê Mezin bikşînin, ji bona ku keriyê pezê xwe ji /700/serî ye avde. Bihayê her sîtêrek av /10000/ perên Sûrî ye. Û êzingên ku çekdaran li hêrên dora gund birîne bikşînin pir ciyan.

Hêjayî gotinê ye ku, yê bi “Mu’itez” nav dibe, heroj pezê xwe li zevî û hêrên zêtûnên xelkê gund diçêrîne. Milîs li nîvro hemî kebil, têl û dîrakên textî yên kerebê û têlefonê didizin. Ev karên pinpêkirinê rojane pir dibin û di bin siya Îstîxbarata turkî de li hermê tên kirin.

Komîta lêpirsînê ya navdewletî û serbixwe ji bona Sûriyê, di rapora dawî de li ser  binpêkirinên li Efrînê dibin rawestiye, û aşkere berpirsiyarî hilnedaye ser milên Turkiyê.

Xelkê Efrînê herdem ji civaka navdewletî doz dikin ku, kesên tewankar bi şêwekî rast bişopîne û bi ber dozgehan din, û Turkiyê û milîsan têvede bi alî ku, ji Efrînê û bajarên sûrî yên dagîrkirî bikşên.

20.09.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

-Teqîna Efrînê- gergeha Kawa.

-Pakrewanê zarok – Yosêf Osman.

-Pakrewanê ciwan – Ehmed Xelîl Îsmayîl – gundê Hebo.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button