Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Serxweşî
Kesayetiya niştimanî û rewşenbîrî Şêx Mihemed Birîmce ji nav me bar kir

Me bi êş û jan nûçeya barkirina hevalê xwe û Kesayetiya niştimanî û rewşenbîrî Şêx Mihemed Birîmce kurê Reşîdê Mehmod ji herêma Efrînê – bajarokê Reco sala 1955 an ji dayîk bûye bihîst. 

Wî li /11/ heyva Tebaxa borî li ser rûpela xwe ya fêsbokê xuya kiribû ku bi nexweşiya serdemê Korone ketiye û di nexweşxanê de ye, lê mixabin ew li serê siba Îro 03 Êlûnê 2020an di nexweşxana bajarê Adî Amanê- Turkiyê de bi wê nexweşiyê mir.

Wî li dibistanên Efrînê dixwend û bekeloriya rewayî (Şerî’e) wergirt, û li vekulita Hiqoq ya zanîngeha Şamê xwend bê ku bi serî bike.

Nemir, xwîşk û birayên wî, di bin baskên bavê xwe de, yê ji xebatkarên pêşî bû di tevgera kurdî de, fêrî nirxên niştimanî, mirovatî, û hezkirina zanînê, rewşenbîriyê û bergiriya doza kurdî ya dademend bûn. Li destpîka heftêya sedsalên borî, ew derbas nav partiya me bû, ta roja rihmetî bûye li ser karê xwe bû. Ew aşne û ziman xweş û xwediyê têkliyên rewşenbîrî û civakî çi li Efrîn,  yan li Heleb û Şamê bû.

Ew yek ji damizrênerên saziya fêrkirin û parastina zimanê kurdî li sala 2006 an bû. Bi sedan kes ji ber destê wî fêrî zimanê kurdî bûne. Hevjîntiya wî û “Kewê” keça birayê “nemir Osman Sebrî”, hêşt ku mala wî li Şamê bimîne zaretgeha mêvan û hezkirên zimanê kurdî, û şevbihêrkên rewşenbîrî û rêzanî tê de werin kirin.

Piştî bûyerên 2011an dest pêkir. Wî xwe rakir çû Turkiyê, li gundê malbata Osman Sebrî (Kolkê-Kextê) devera Adî Amanê rûnişt, û li wir bi sedema nexweşiya Korone koçbarkir, li mezela wê bê rêwresmên heyî hate veşartin .

Em bi dilgermî serxweşiya malbat û hevalên wî dikin, û Xweda sebirê û vehesiya can bi wan de.

03 Êlûnê 2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button