Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Rûpelek ji dîroka Kovara PIRSê… Ragihandin Ji bo parastina aştiya cîhanê
Newaf Abdullah*

Komîta Amadekar…

Xwişk û birayên beşdar…

Li dawiya sedsala 20an, ji ber sedemên pêşketina pîşesazî, bijîşkî û zanistiyê li cîhanê, dawî li gelek nexweşiyên zarokan û hin cûreyên derdên bê derman hatiye. Xwarin û ava paqij a vexwarinê berdest û peyda bûye, û ji ber tunebûna programên birêkxistina malbat û civakê li deverên rojhilatê, nemaze li Asya û Afrîkayê, hejmara mirovan gihaye 7 milyar û 366 milyon î…

Ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê ji vê hejmara mezin a mirovan re, li Emerîka, Rûsya û dewletên rojava, bi hizaran fabrîqeyên mezin bi şev û rojê xebitîne û hê jî dixebitin, gelek dû, dûman û teniya reş a ziyankar berdidine atmosfera me, bax û daristananên mezin têne birrîn, ferehiyên keskiyê ji holê radibin û kêm dibin, jîngeha me ya pak gemar û genî dibe, tîna gogzemînê bilind dibe, sal bi sal erd û asman hişktir û ziwatir dibin û jêderên avê jî kêmtir dibin.

Ji hêleke din ve, rijêmên hov ên totalîter li gelek deverên cîhanê dest danîne ser semyana gel û welatên xwe, welatî birçî, tazî, nezan û xizan hiştine. Dergehên xwendinê li ber zarokan girtine, nezanî û nexweşiyên civakî yên wêranker belav bûne. Evê rewşa kambax, rê li pêş geşbûna nerînên nijadperest û hişkbawer dûz kiriye, nirx û pirensîpên mirovatiyê berepaş û têkbiriye, hiştiye ku mirov tenê li serê xwe bigere, haj rewş û pergala birayê xwe yê mirov nemîne!!…

Xwişkino, Birano..!!

Mixabin ku îro di siha ker-lalbûna civaka navnetewî de, li devera rojhilatê, hawîr pevçûn û şer e, xwîna mirovan li kolanên gund û bajaran bê şerm û bê fihêtî diherike, karbidestên hov, bi hemû çekên giran gel û welatên xwe dipelêxin, dişewitînin û agirê kîn, zikreşî û berberiyê di nav rêzên mirovan de gur û belav dikin.  Dîsa mixabin ku îro, asta tund û tûjiyê pir bilind bûye. Bi kurtî, mirov dikare bibêje cîhana me ya îroîn li hemberî qeyran û astengiyeke sincî û aborî rû bi rû bûye, ew çareseriyeke zanistî navnetewî ya lezgîn dixwaze. Eger ev problem çareseriyê nebînin, berê cîhanê ser û ber li şer û pevçûnê ye, paşeroja me hemiyan dikeve goman û tariyeke kûr a bê sînor..!!

Rola ragihandinê a ku îro mijara kongira we ye, ji bo parastina aştiya cîhanê roleke sereke ye çimku ew serdest e, tu sînor û dîwar li pêşiya wê tune ne, bi hêsanî û rengekî ji rengan derbasî her malekê bûye. Vêca, ji rêxistinên siyasî, komelên mafên mirov, rewşenbîr, pispor û aqilmendên cîhana me tê xwestin ku ew çanda mirovhezî, dadmendî û wekheviyê di alavên ragihandinê de li tevaya cîhanê belav bikin, şerxwaz û neyarên mirovatiyê, bazirganên şer û diktatoran şermear, rûreş û riswa bikin, mafên jin û zarokan biparêzin. Her wiha tê xwestin ku civaka navnetewî rêxistinên xwe bi rengekî nûjen saz bike, maf û azadiya gel, kêmnetew û rêolan biparêze û bingehên jiyaneke aştiyane û aram, jiyaneke bê xwîn û bê kuştina mirovan saz bike. Ta wê rojê:

-Xebat ji bo azadî, wekhevî û parastina aştiya cîhanê!

-Pêşketin û serkeftin ji çanda mirovheziyê û hevgirtina gelan re!

Û serkeftin ji kongireya we ya pîroz re.

* Gotina Kovara PIRSê di “Dîdara Midyakarên Başûr û Rojavayê Kurdistan li Dihokê de”, (5-6).12.2020 an.

* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button