Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Xintik Û Çirtik
Osman Îso*

-Roj baş Xintikê min, te xêre tu bi ser xwe de dinalî wek wê mirîşkê ço li sêrî xistine.

-Roj baş Çirtikê min welle ez ne bi kêf im. La Beran, Zinar, Debûr, Tefşo, Bêrik, Mêrik la ta Misas giş bi jor ketin û ez bi tenê li jêr mam. La Çirtikê min kesî nan tunebû bixwara, la qurşî qul di berîkê de tune bû anha bûne Kont û bi wa mêratî dilîzin…

– La fedî ke la tema tu mestmezin î, la qe ne şerm e .

– La te xêre law tu wek wa dolabî serberdayî derbekê tu filitî, la me çi got?!!

– La tu gotinên bin filitî dikî ew çi mêrate tu dibêjî.

– La qurban ez çêrê Dolêr dikim dolêr, ma qey hefsar in şoran hene, te bi ku de ajotin wê de derin …berde wan şorên boş tu çawayî Çirtikê min.

-La qurban ez wek navî xwe me, rojek reş bû ew roja nav li min kirin Çirtik, qederê min jî bi çirtik e, sêwî ez sêwî me, belengaz ez belengaz im , bêkes ez wek miletê xwe bêkes im ,birayên min mîna welatê me hatine parve kirin, her yek li welatekî ye, carina alîkariya min dikin lê di vir re ez peran dibim û hîn negîhame mal ev bênamûs ne li benda min in, welle bîlle ez rişkîn kirim …em bi ku ve herin welle dirêj kir, la ne bes dirêj kir pir û pir dirêj kir va kirîzê ne bes mal, malbat, avahî, berîk, daristan, goristan û laşê mirovan tev ji ber hev şelandin ….

– Tu zanî birayê Çirtik çima em jî ewkî xwe çê nakin?

– Ew çî ye law? Hew çi ew e.

– La ew ew, wanê çêlikan dikin.

– Medcenê mirîşkan!!!

– Na na la axnemez mirîşk hêkan dikin.

– Erê erê rast e, law ker? Bizin? Çêl çêlikan dikin, bes çêl gelekî biha ne û ker jî tabî ji berê pirtir bûne lê ew jî biha bûne…

 -La Çirtikê min ew çi ker in?!!! Ma tim ker di serî te de ne, tiştek navê wan mîna (pirtiyan ne – Nivîn-).

– Law dîwane çi pêwendî di navbera pirtiyan û çêlikan de hene!!!

– La navî xwe nêzî pirtiyan ne, ha ha jê re dibêjin: Huzib – Yaw navê xwe partî ye, partî.

– Eywa bidê medê te di çehvîk de lêxist.

– La Çirtikê min eger em jî yekî çê kin wek wayî te nav gotî tu zanî emê ço di peran vekin û çiqas derî wê li pêş me vebin û emê pê bilîzin, dûr me re emê bi dolaran wek meymûnan bilîzin qurban Bes çavên xwe damrîne û bi peran û duruşma (P.X.Ç- PARTIYA XINTIK Û ÇIRTIK) Birame.

– Xintikê min tu jî çavên xwe damrîne û bi Zêtûnên hatine birîn û şewtandin, komkujî, dizî, talan, desdirêjî, binçavkirin û zîndan û kuştina kal û pîran birame…… Xintikê min tu yê zengîn bibî û bi peran bilîzî, û gelek derî wê li pêş te serbest vebin lê deriyê mirovahiyê wê li pêş te were girtin Xintikê min ji bîr meke eger kûçik werne qusandin nabine tajî, werne talîkirin (qelew) nabine qurban.

* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button