Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

PENCEŞÊRA KOÇBERIYÊ
Ehmed Tahir*

Ji sibê heta nîvrojê, ser darê lingê xwe diçû û dihat, were vir û here wir, dawî yê karmend jêre got here sibe were Silo serê xwe hejand û got: gero mêvanê hero, bila seyda, dose ya xwe xist bin çengê xwe de, berê xwe da mal weke yekî dîn ser rê û bin rê dibû, ji xwe re digot xwedê mala we xira bike,agir bi xaniyê we bikev e,we çi bi serê me kir, bavo hema digotin şîr û hinguv e, dînar û dolar in,dane heve,xwezî ew xewn ma ba di serê me de û me bi çavê xwe ne dîtiban e, wax wax me çi bi serê xwe kir, roja em hatin vêderê ji nişka ve veciniqî li ser dengekî dibakir Silêman Silêman li paş xwe nerî ku Hemo û Xemo li pey wî tên, bû tiqtiqa Hemo û got: kuro çi bi serê te hatiye tu ser rê û bin rê dibe, bû kufa kufa Silo weke marekî birîndar û axînek ji dil kişand, piştî silavê li ber sîka dîwarekî rûniştin Silo got: bi serê we zilam e hiş û sewdan di serê min de nema ye ev bû sê meh ev karê min e here û were her yek min dide dest yê din gih esayîş gih UN gih polîs gih qeze û her carekê ji min re dibêjin ma tu sûrî ez dibêjim na, ez kurdê Rojava me Xemo serê xwe hejand û bi dilekî xemgîn û şewitî got: bira ev halê me teva ye,xwezî bi wilo, hema bi xwedê li me dinerin wek em qereçî ne û nandozin Hemo li Xemo vegerand û got: bira qeşmeriya herî mezin dema tu bixwazî herî Rojava ji te re dibêjin ma tu hevalê me yî yan na, bi xwedê ev bû sê sal kebaniya min li ser rê ye lê mixabin rê li ber kesê feqîr û bê pişt girtiye û hin jê heftiyekê li vir in û heftiyekê li wir in ev mesela hizbîtiyê bûye agirek di nav vî miletî de bi dilekî şewitî got, gelo ma hin kurê dê ne û hin kurê jin bavê ne ? Silo got: bê baviya herî mezin ji berpirsê me ye ew ji bilî berjewendiyê xwe pêve tiştek nasnakin,mixabin bûne kelem di pêşiya vî miletî de Xemo di ber xwe de got: tifû li vî zemanî ku… û rawestiya Silo got: bêje bira çi di dilê te de heye, tûrikê xwe vale bike,Xemo li derdora xwe nerî û got: bira bi xwedê ez newêrim bêjim dîwar bi guhin,lê hema di kû ve zirav dibe bila bi qete,kuro ev kûçik bavê ku doh sîxurên rêcîma sûrî bûn û raport bi xelkê hildidan îro tev bûne berpirs vêce de werin safîkin Hemo got: kula herî mezin her roj em tiştekî dibihîzin ku yekî xeswa xwe revandiye yan yekî jinek bi mêr revandiye yan jî yekî yek birîndar kiriye ji bo coka avê, de binerin em ketine çi halî de Silo serê xwe berda ber xwe û keserek kûr kişand û got: bira ma çareserî çiye? Xemo li wî vegerand keko vegere em vegerin welatê xwe bi xwedê kesek ji nêza ne miriye, bila em bimrin bi rûmet, ma çiye jiyana qehr û zilt

 DUHOK 2015

* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button