Xwendevanên rêzdar…
Beriya 50 salî, ev çemê perîşan ê ku hun wî di vê belengaziyê de dibînin, çemekî zengîn, xêrdar, mezin û herikbar bû, hemû werzên salê, bi ava xwe ya zelal ew diherikî, bi comerdî, dehil, zevî, birinc û garisên xelkê avdida. Ne tenê wilo, li taxa Enteriyê aşekî avê bi navê aşê Samo ku bi navê xwediyê xwe yê xiristiyan hatibû binavkirin hebû, gundî û xelkên deverê ard û savarê xwe lê dihêran, bi saya vî çemî digeriya…
Lê mixabin, heta ev çemê bê guneh ji sitem û çavsoriya dewleta Turkiyê bêpar nema ye. Wekî hun dizanin bajarê Nisêbînê ku ji mêj ve ew jî li ser vî çemî hatiye avakirin, hevsînorê Qamişlo ye, hema tu dikarî bibêjî her du bajar bi hev ve hatine girêdan.
Nisêbînê, hemû ava xwe ya serşokan û ava gemar îro berdide vî çemî ku ziwa û bê av maye, ew ava genî di hundirê bajarê Qamişloyê de bi giranî diherike, êş, nexweşiyên cûr bi cûr û bêhna genî hawîr belav dike, bê ku dewleta Turkiyê hinek avê ji bendên xwe berde, da ku gemara bajarê Nisêbînê li ber xwe bibe, bidûr bixe!.
Lê, wê rojek bê ku di siha destelateke demokrat û welatparêz de, bi guftûgo û diyalogê ev pirs çareser bibe, çemê me jî maf û para xwe ya avê bidestxîne!
* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.