Gava çewsandarên gelê Kurd li her parçekî di tengiyê kevin, an jî dê pirojekê bimeşînin û bi cibicibikin, vedigerin vî hişî û gotekariya Kurdên baş û yên ne baş, ji ber ku Kurd di her çar parçan de ebir û pîvanên mîzînê ne. Loma zimanê xwe diguherin ji derve re xwe nerm dikin, û gelê Kurd dabeş dikin, Kurdên baş û yên ne baş. Bi nêrînên wan ên baş kî ne û yên ne baş kî ne. Kurdên baş, ewên ku guh li wan dikin û dikevin partiyên serdestan yên netewî, piroje û berjewendiya deshilatên zordar di nav Kurdan de pêktînin û cibicih dikin, li dijî doza gelê xwe radiwestin an jî jê bi dûr dikevin û li ortê radiwestin û mitan dibin. Gava ew li rex karê zordarên gelê Kurd radiwrstin, di çerx û feleka wan de digerin û dibin kelem li pêş tevgera kurdî, dibin hespên dijminên xwe, ew ji hêla wan zodaran ve tê pejrandin û pesnandin û dibin Kurdên baş. Ev tiştekî xwezaye ku di her gelekî de hinên wiha hebin. Lê gava pir bin bigihîne asteke beravêtina mafê gelê xwe tiştekî ne xwazaye, û divê rê li ber wan were birîn. Di dîroka xebata Kurdan nimûne pir hene. Li başûrî Kurdistanê ceşok hatibûn çêkirin. Û li bakurê Kurdistanê qurecî hatine çêkirin. Û li rojavayî Kurdistanê Be›sî û kesên bi şaxên asayîşa ve girêday hene. Zordarên Kurdan li pêş cîhanê dibêjin kurd li ba me wek birane û parek in ji hevhûndinda gelêrî û civakê ne, û hin kesan bi xwe girêdidin û dikin serokê hin dezgehan, û Kurdên li gor nêrînên wan baş wek rastîkê pêşkêşî komît û saziyên navnetewî dikin, ku ew xwedî mafin û nehatine zordarkirin. Li ba wan kurdên herî baş, ewên ku mirîne, çi bi laş, çi bi hiş. Lê Kurdên li gor nêrîna wan ne baş, serdefter doz û mafê gelê Kurd e. Ewên ku ji ber mafê xwe ve dixebitin, û doza wê dikin. Ewên ku kirar, nêrîn û dublumatîka wan riswa dikin û dicerisînin. Rûyê wan î hovane û rast ji der û hindir re aşkere dikin. Ewên ku can, hiş, mewal û demên xwe didin dozê ne… Ew gihêştine baweriyê ku nikanin gelê Kurd li xak û zemîna wan rakin û bipişfînin. Dixwezin Kurdan vê şiyan û hêz bikin. Dixwezin Kurdan ji hêzê û dezgehên rêxistinî vê par bikin, ji ber vê bi devikî dibêjin Kurd rindin, lê tevgera wan a konevanî ne rindin û li dijî welêt û parçekirina wî kar dikin. Di dîrokê de nas bûye ku netewek nikane vê tu sazî, dezgeh û rêxistinan bi serkeve, ji ber ku hêz û şiyana wan belav dibin. Loma ew şerê ramana rêxistin û sazîkirina gelê Kurd dikin. Ji ber vê çewsandarên gelê Kurd vê yekê napejrînin, wan weke xiniz, parçekirinê welêt û teror dibînin. Kar û xebata tevgera kurdî li derveyî yasayê û rewayên dibînin, û divê bi çi û awî be werin pelixandin, raku xêr, bêr û dewletên gelê Kurd ji wan tenê re bimînin. Loma ew Kurdên doza mafê xwe yê netwî bike, ewên ne baş in, û li ser wan xedar û bivene. Ev gotin û hiş li ba çewsandarên Kurdan wek alavek moralî li dijî gelê Kurd bi kartînin, û dikin ku wan dabeş bikin û ji hev bidizin û dara wan kurmî bikin. Ew li ba dilê xwe dibêjin ku karekî diblumatîk û piretîkî li dijî netewa Kurd bikartînin. Û yekîtiya Kurdan bi ser nekeve û bi hêsanî wan bişkînin. Divê bi çavekî çûçik li vê çekê netê nêrîn, ew lihevnekirina Kurdan wek rastîkê li dijî wan bikartînin, û bi dost û dijmên me re dibêjin, ku Kurd ne li gor maf û dewletê ne. Li hember hemî kirên dijmên Kurdan çeka her bihêz û xurt vîn, lihevkirin û yekîtiya wan e. Ev bi xwe re morala netewa gelê Kurd bilind dike û baweriya wî xurt dike, keys û derfetê dide ku dostên me çi li hindir, û çi jî li derve li kêleka mafê me bimînin û piştgirê bike.
* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.