Weke em zanin di nav tevahiya miletên cîhanê de pend û şîret di hemî warên jiyanê de hene, ew pend ne ji valahiyê derketine, hatine gotin û ji nifşekê derbasî nifşeke din bûne. Na, ew encama tecrûbe û ezmûnên jiyanê, binketin û serkeftinan ne. Di vê babetê de, bav, dê, bavpîr û dêpîrên me Kurdan jî, li dirêjiya sedsalan di gelek ezmûnên jiyanê û binketin û serkeftinan re derbasbûne, encam jê wergirtine, û weke pend û şîret li dû xwe hîştine, da ku, em sûdan jê werbigirin, ne tenê bibhîsin û hew. Ji wan pend û şîretên ji me re hîştine, ev du pendên jêrînin: «BAR KET JI XWEDIYAN MEKINTIR TUNE YE KU WÎ BARÎ HILGIRE» û «HÊKÊN XWE TEVAN MEKIN QUFEKÊ».
Ger em baş li van pendên jorîn temaşe bikin û bixwînin; Emê çi wateyê jê werbigirin, û çawa di xebata xwe ya di ber çareserkirina doza me ya Kurdî de li Sûriyê kêrhatinê jê bibînin? Bi baweriya me û li gor van herdu şîretan, em Kurd li Sûriyê miletekî xwedî dozeke dadmend û rewa ne, lê ev doz weke wî barê ketî, em xwediyê wê ne, û serdefter ji me tê xwestin berevaniyê di ber de bikin, û paşê jî dostan ji xwe re çêbikin, da ku alîkariya me bikin. Lê, mixabin tiştê li ser erdê heye, em ne li ser hev in, sê herêmên me (Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî) di bin dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê de ne, kirîza Sûriyê ketiye bataqê û tu çareserî di asoyê de nayê xuyakirin, destêwerdanên herêmî (Turkiyê û Îranê) û navdewletî (Rûsiya û Emerîka) û her yek ji wan jî tenê li berjewendiyên xwe digere û ne xema me ne, bê gerantî Amerîka û Rûsiya jî dixwazin me ber xwe rakêş bikin, Turkiyê û Îranê dixwazin me tune bikin, û rijîm û rikberiya heye jî dixwazin em radest bibin û bi wan re nebin hevpar. Vêca, li hember vê tabloya reş û tarî, û li gor şîretên ku, mezinên me ji me re gotine -Ger rast em bi doza gelê xwe re dilsoz in- gerek em bi şev û roj li ser van xalan bixebitin û katekê pêş de bi cih wînin:
1- Di nêzîktirîn dem de, em li hev bikin, hêzên xwe wînin ser hev, û lêvegereke siyasî ava bikin, da ku, em kanibin vî barî li erdê bi hev re rakin. Çimkî dem dibore, tirba me tê kolan, û belkîm wextek were lihevkirina me jî fêdê li me neke.
2- Çendî aliyên hundir Sûriyê çê yan xerab bin -dûr an nêzîk- em neçar in wan bipejrînin û li ser masakê li hev rûnin, û kêm an zêde pêşerojekê ji welatê xwe re ava bikin. Ji ber ku, xaknîgariya Sûriyê ji hev nayê qetandin û bila tu kes û alî me nexapîne, û em tu xewnan nebînin. Vêca, gerek em tim ji vê yekê re amede bin, û ne tenê weha jî, gereke em hewil bidin van têkliyan bi aliyên Sûrî re geş bikin, çimkî em û ew tenê xelkê vê welatî ne, û yên din ji derve hatine, kîjan rojê be, wê ji vir derkevin û domdar ji me re nabin pişt.
3- Halî hazir Turkiyê dewleteke dagîrker e, ji ber ku, beşek ji xaknîgariya Sûriyê dagîr kiriye û di nav de jî sê herêmên kurdî ne. Lê, nêzîk an dûr wê derkeve û vegere sînorên navdewletî, û di heman demê de jî em ji bîr nekin, ew dimîne dewleteke hevsînor. Û destêwerdana Îranê jî di Sûriyê de gerek were tunekirin. Lê, ta wê hîngê, divê em haje pilanên wan ên li dijî gelê me yê Kurd hebin.
4- Herdu dewletên zûlhêz Emerîka û Rûsiya yên xwedî rol di Sûriyê de, xwedî berjewendiyên pir û fere ne, ta niha bi temamî ji bo kirîza Sûriyê li hev nekirine, û her yek ji wan dixwaze bê gerantî me bi xwe ve girê bide, û belkîm siba jî dest ji me berde, û nimûne jî gelek in. Çimkî berjewandiyên dewletan siyaset û dostên wan bêlî û sînor dike. Ji ber wê, gereke em hemî hêkên xwe tenê nekine selka yekî ji wan. Yanê gerek têkliyên me -kêm zêde- bi herdiwan re hebin, ji ber ku, pêşeroj ne zelal e.
Li dawiyê em karin bi kurtasî weha bibêjin: Neqşeriya rakirina barê me yê ketî di lihevkirina me ya bi lez de ye, di avakirina têkliyên biratî bi aliyên Sûrî re ji bo pêşerojeke çêtir ji hemî pêkhateyên wê re, di dûrketina ji hurhutandina Turkiyê û hewildana peydakirina aramiyê di pêşerojê de ye, û di dan û standina bi herdu dewletên xwedî bandor di Sûriyê de (Emrîka û Rûsiya) re ye.
* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.