Di sala 2011 an de, dema ew xişim û bêtara ku di bin navnîşana şoreşê de li serê gelê Sûriyê herkiye û bi hezaran terorîst ji hemû derverên cîhanê mîna Da,îş û Elqaîdê û h.w.d bi piştgrî û serkêşiya serok komarê Tirkiyê Erdoxan dijiminê Azadî , Aştî û biratî – dostaniya gelan ligel dûfçilên wî ji îslamên redîkal bi navê Oposisyona Sûriyê li hevdu dixurcilîn û dek – dulab digerandin. Lewre jî ,wan bi hêzine mezin û kînên giran piraniyên bajar û gundên Sûriyê kavil û wêran dikirin.
Bi vê awî Erdoxan weke keyseke girîng ji xwe re didît , ku ew karibe xewnên bapîrên xwe bi dagîrkirina xaka Sûriyê ser û ber vejîne , ev li hêlekê û li hêla dî jî hebûna gelê kurd li Sûriyê jî tarûmar û tune bike. Vêca jî, tu carî wî tebat nedidît û ewî bi her hawî pilanên xwe bi şev û roj digerandin û ava serê kurdan li kuç dikir. Zor mixabin hêzên navnetewî û digel herdu dewletên mezin û xwedî hêz Rûsiya û Emerîkan li pêş kiryar û têrorîstiya Erdoxan û dûvçilan, xwe kerdikirin û çav dadimrandin!. Loman jî, ew lal û bê deng diman, tenê wan dida pê şopa berjewendiyên xwe!…
Wisan jî bajarê Aşîtî û zeytunan Efrîna Rengîn di 18 . 3 . Sala 2018 an de dihate dagîrkirin bi çavsorî û bi kinên kufikî hemû gund û bajarok ji hemwelatiyên resen vala dikirin û kesên biyanî ji Tirkiman û Ereban tê de cî war dikirin. Bi sedan girtin, dizî, talan, kuştin , revadina jin- keç , xort, mêr ta destdirêjiya kal û pîrên reben jî dikirin.
Di wa zexet û kiryarên nemirovane de, hê jî ew berdewam in, bi sedan darên Zeytûn û zevî dişewtandin, şûnwarên kevinar hildiweşadin û h.w.d bi wê tenê nedikirin Girêspî û Serê kaniyê jî didane ber xwe û paşê jî li Şengalê, ew hê jî li ser ya xwe mane û li serê xwe suwar in, ku xewinên xwe û bavpîran pêk bînin !.
Li encama ev êş, jan û serpêhatiyên giran, vê yekê dihişt ku, birek mezin ji kurdên me xwe li deriyên sînor û tehlûkeyan dixistin da ku karibin zar û zîçên xwe ji kuştin, bivetî û birçîbûnê rêzgar bikin, em bi va awî bi ber bayê reş diketin û weke nok û nîskên li tehitê ketine li seranserî dever û Dewletên Cîhanê dipijiqîn , meşexite û penaber dibûn ! .Wisan jî, di warê civakî de, pir kelem û pirsgirêk di riya xelkê me yê penaber de li civaka biyanistanê serî hildidan, ji ber ku civaka berê ya ku em têde mezin û perwerd bûne, sîstema bavê tê de serdest bû!. Lewre jî , em bivên û nevên mafên jinê û rola wê bincil û winda bû ?! Piraniyên jinan li pêş kiryarên mêran ker û lal bûn, ji ber ku zagonên Sûriya me ne li gor parastina mafên mirovan û nemaze mafên jinan bûn ! Loman jî , rewşa jinê di heyameke ne tendiristî û normal de li ber xwe dida û dimeşî.
Piştî kurdên me li van dewletên Ewropa cîwar dibûn û heyameke nû ji demiqrasî, pêvajok, şaristanî û wekheviyê li pêş xwe didîtin û dipelandin, yanê jiyaneke nû nasdikirin. Lê mixabin û pir mixabin, wan xwe tê de nedidîtin û baş nasnedikirin! . Dema ku jin ev rûdawên şaristanî di hundir malên xwe de nabîne, wa hîngê nakokî di jiyana wê de mazin dibin, ev li hêlekê û li hêla dinê jî, ji ber ku mêrê kurd jî zor mixabin li biyanistanê nikarîbû xwe ji ramanên pûç û vala ku ji sedên salan ve toz û kulxanê li ser palvedane rizgar û azad bikira , ew wek kelem di riya wî de mane, û wî dixine deryak mezin ji nakokiyên curbe-cur û dibin sedema gelek serpêhatiyan, weke rûdawa berdana jinê, ango beredana mêran da ku li vir biborin, jin serdeste li gora zagonên heyî, ew jî berdana mêran roj ji rojê li va biyanistanê pir, zêde û hewişivedide !.
Lewra jî, hilweşandin û wêrankirina malê destpêdibe, ziyaneke mezin di berdewamiya malbatên kurd de peyida dibe!. Zor girînge ku mêr li xwe vegere û zanibe ku dem hatiye guhartin û rêzgirtina zagonên van dewletan jî nas bike û bigre, taku karibe malbata xwe ji hilweşandinê biparêze, û jina xwe weke ortaq û xanima malê li rex xwe bibîne û bipejirîne. Ne jî, li paş xwe piçûk, kêm û nizim weke berê bibîne.
Hişmendo, mêrê malê, hevaljînê xanimê, bavê zariyan pirsgirêkeke weke vê, tu carî weke pêwîste tu berê zanibe û jê re amede be, ku bi hêlbertiyan, qîj-qîja û vepekandina li pêş deriyê dadigeh û mehkeman çareser nabin, bi ser de jî tenê hilweşndina malê ye!. Mixabin birek mezin ji mêran hene hê jî li serê xwe siwar in, wisan jî, ta kuştina jinan li va biyanistanê çi li vir çi li wir, di serî wan de cîh gitiye!.
Li encamê, bêgûman ziyaneke mezin bi holê dikeve, akam û bandora xwe ya neyênî li ser berdewamiya malbatê û zariyan di civaka kurd li biyanistanê de, nemaze li ser duhatiya mendal û zarokan çêdike, ev li hêlekê, û li hêla dinê jî, bêgûman birek ji jinan hene ew jî zagonên Ewropayê ji xwe re weke fersend dibînin, heyf û tola xwe ya ji kevnarên salan ve li ba wan li dijî mêran mane dibînin, îro dem hat ku tola xwe li va biyanistanê hilînin!!.
Herwisan, ew bi destên xwe malên xwe hildiweşînin û rola xwe weke dayîk ji bîra dikin, ku ji erk û stubariya wê ya herî pêşî ye weke jineke kurd hewal bide ku çawa li va biyanistanê li rex mêr raweste, û di riya guftûgo û diyalogê re pirsgirêkên xwe çareser bikin! Weke pêşiyên me gotine : Du serî di beroşekê de nakelin.
Çi û çiqas girînge jin û mêr li rex û kêlek hevdu bin, ne jî li hember û dijî hevdu bisekinin, ta ku va cidahiya di navbera jin û mêr de ji holê rakin, an jî kêm û qels bikin, zar û zîçên xwe di heyameke tendurist de mezin û prewrde bikin, û kesatiyeke kurdî di hundir zarokên xwe de biçînin, ta ku ew jî zimanê dayîka xwe ji bîra nekin. Wa hîngê, ew zar û medalên me, ew nifşên nû gihayî, berhema jin û mêran, karibin jiyaneke durist, xweş û geş biborînin, û bi rola xwe ya naskirî rabin.
Dîsan dixwazim bibêjim, jin û mêr, herdu hevdu temam dikin, li dawî pêwîst e em gotinên bapîrên xwe jî herdem bînin ziman û ji bîra nekin : Dewlet li kuye, li devera tifaq e! …
Ma gelo xwendevanê gotara me çi dibêje, we jî got erê?!!
* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.