Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (105):
Dîsa pirgirtin (carek din Kurzêlê), dizîna berê hejîran

Jerkî leşkerên Turk herêma Efrînê li Avdara 2018 an dagîrkiriye, ji kesên ku kir, binpêkirin û tewanên rojane bi destên çeteyên terorîst ên di bin sîwana “Artêşa niştimanî ya Sûrî de” kar dikin  û bi hukmeta Sûrî ya demkî ve girêdayî ne, û bi serperiştiya Îstîxbarata Turkiyê, li dijî hemwelatiyên Efrînê yên resen tên kirin, nas û bêline ku çiqas êş û jana wan mezin û giran e, bi mebesta ku hebûna Kurdan û nasnama wan ya dîrokî asîmîle û tune bikin û ta niha ew kiryar berdewamin, bi bihaneya (Parastina asayîşa milî ya turkî), ev bihana pûç û ne rewaye û ji rastiyê dûr e.

Di dema rêvebiriya xweser ya berê de, tu rojan ji aliyê wê ve sînor û tixûbên Turkiyê bi ser herêma Efrînê ve tu kar leşkerî û asayîşê li dijîyê nehatibûn kirin. Li vajayî wan bihanên ne rast, tebatî û asayîşek baş û ji herêmên di bin destên çekdarên dijberiyê û tundrewan de ji 2011 an ve pirtir bûn.

Hêj binpêkirin berdewamin û pir dibin, me vê heftê ev binpêkirin berçav kirin:

– Xelkên gundê Kurzêlê pirtirî carekê tên girtin û kêmrûmetkirin. Asayîşên leşkerî yên Turkiya dagîrker, di 24.8.2020 an de êrîş birin ser gund û ev sivîlina girtin: (Mihemed Ce’fo kurê Nûrî û Emînê – 35 salî ye, Welîd Cim’ene kurê Elî û Xedîçê – 55 salî ye, Subhî Cim’ene kûrê Elî û Xedîcê – 60 saliye, Ehmed Elo Îbiş kurê Elî û xezê  – 58 salî ye, Ehmed Îbiş kurê Zekerî û Xedîcê – 42 salî ye,  Yesmîn Ebdo keça Îbrahîm û Fehîmê  – 35 salî ye, Mewlîde Ce’fo keça mistefê – 50 salî ye, Rêzan Subhî Cim’ene kurê Elî û mewlîde – 35 salî ye, Xalîde Kemal Ce’fo kulfeta Rêzên – 30 salî ye, Sîham Ce’fer keça Se’îd û Horiyê – 40 salî ye). Û di 25.8.2020 hemî hatin berdan.

– Dîsa asayîşa leşkerî digel milîsên “Lîwa’i El-şemal” êriş gundê Şêxkêlê kirin – Mabeta, û hin xelkên gund girtin, ew jî ev in (Mihdîn Çîçek Şêx Kêlo 35 salî ye, Miqdad Çîçek Şêx Kêlo 33 salî ye, Şekîb Nûrî Şêx Kêlo 23 salî ye, Îsam Mihiydîn Şêx Kêlo 55 salî ye, Fewzî Mihiydîn Şêx Kêlo 57 salî ye, Faroq Mihiydîn Şêx Kêlo 44 salî ye). Vê ku zanibin sûc û gunehê wan girtiyan çî ye ew birin asayîşê li bajarê Efrînê.

– Dîsa asayîşa sivîl ev herdu  welatî ji gundê Şiketka- Şiyê bi gunehê danûstandina bi  rêvebiriya xweser ya berê re girtin: Kawa Hido kurê se’îd 43 salî ye, Reşîd Bîlal kurê Menên 56 salî ye.

– Berdewamkirina dizîna xêr û bêra çandinyê yên xelkê Efrînê, çekdar û kesên anîne, ber û berhemên hejîran li piraniya gundan didizin û li bazarên herêmê difroşin.

Fişar û zora deslata dagîrker ku, li xelkê Efrînê yên resen dikin, nikarin vîna wan bişkînin ku dev ji xak û doza xwe berdin, û bi hemî şêweyan berxwe bidin, wê kar bikin ku  hêzên Turkiyê yên dagîrker biqewtînin dervayî sînorên dewletî, û milîsan ji herêmê rakin, digel xelkê Efrînê ên resen ku, bi darê zorê penaberkirine vegerin malên xwe.

30.08.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Wêne:

–  Gundê Kurzêlê – Şêrewa.

–  Gundê Şêx Kêlê – Mabeta

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button