Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn… Serdikeve Û Wê Bi Ser Keve…
Nazdar Hesen*

Belê…Efrîn serdikeve tevî dagîr, talan û desteserkirina ax û warên wê. …Biserkeve tevî windabûna mirovatiyê û herikandina xwîna bi sedan keç û xortên wê û belavbûna term û keziyên wan li çol û newalan … Biserkeve tevî (kirên ) kiryarên herî hov û kirêt bêsûc di dermafê wan de heroj dibin û têne kirin, û tevî penaberî, xizanî, êş û birînan û rê û deriyên lê hatine girtin serdikeve. .. Biserdikeve bi xwendinê û rêjeya serkeftina xwendekarên wê û bidestxistina pileyên bilind di van çend salên cengê de û bi taybetî îsal sala 2020 an serkeftin herî balkêş e û li ba efrîniyan cihê şahnazî û serbilindiyê bû. Ev serkeftin ne tenê dilên bi xem û kederan kizirî yên xwediyên wan hinekî hênik û geş kir, lê ew dilên efrîniyan tev bi vîn û hêviyan geş û şîn kir.

Ji ber ku xwendin hîma sereke ye di avabûna her tiştekî de mirov, civak û welat jî bi rêya wê ava dibin û dibe bingeha pêşveçûn û pêşketinê, ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin guhdana efrîniyan bi xwendinê di van rewşên kambax û pir dijwar de, asta zanînê dide xuyakirin û serkeftinê nîşan dide. Belê hêzgirtin ne bi hilgirtina çekan e, çek û hêza herî mezin li ba gelan û bi taybetî li ba gelên bindest xwendin e, xwendin bi xwe re serkeftinê tîne û welatan rizgar dike, ji ber wê jî her ku ast û rêjeya xwendekarên me bilind bin, derfeta serkeftin, roniya pêşerojê, vegerandina axa me ya dagirkirî û bidestxistina mafên me yên rewa nêzîktir û hêsantir dike.

* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button