Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Gendelî Penceşêra civak û rêvebiriyan e
Nûşîn Bêcirmanî*

Çi civaka hebe, siyasî, çandî, abûrî, leşkerî û her weha çi cureyên hebin, sedemên pêşketin û paşketina wan hene. Sedemên pêşketinê ku wê civakê serfiraz, hevgirtî û azad dikin, pêkhateyên wê jî aram, şad û bextewer bi hev re dijîn. Kar di civakê de tekûz û hêsan bi rêve diçe. Li beramberî wan, sedemên paşketinê jî hene, ku di civakekê de peyda dibin, ew civak di hemû milan de, qels û lawaz dibe, kar birêve naçe, civak jî di cihê xwe de pîkolê dike, endam jî li paş dimênin û bi lawazî  jiyana xwe derbas dikin.

Diyar e, ku egerên paşketina civakan û rûxandina rêvebiriyan pir in, her yek ji wan, vê civakê lawaz dike, kar tim li paş dimîne, yasa binpê dibe, mafên civakê û kesan têne pêlêkirin…. Di serê van egeran de  û ya herî zor,  GENDELÎ ye.

Gendelî, ji mezintirîn nexweşiyên ku di civakan de peyda dibe, berê civakê dide, hejarî û lawaziyê, paşketin û têkçûnê!

Berî her tuştî, a herî giring, em danasîna  gendeliyê bidin xuyakirin;  gendelî çiye? Çawa peyda dibe? Encamên wê  çi ne û çawa dê çareserî jê re were dîtin, da civak bibe civakeke saxlem û bi hêz.

Di gel ku gelek danasîn ji gendeliyê re hene, ji ber cureyên wê pir in, lê, em dikarin gendeliyê bi kurtî weha bidin nasîn, Gendelî: ( bikaranîna desthilatê bo havila taybet). Ev havila taybet, dibe ya kesane, rêxistin, girûp an jî ya partiyane be.

Temtêlên gendeliyê çine  û çawa bikar tên?

 1- Gendeliya karmendên desthilatê û paşxistina rêdan û bidawîbûna karan demeke dirêj , xwestina pelik û emzeyên zêde ji bo karekî an rêdanekê.

 2- danîna kesûkûs û naskiriyên karmendên bilind û berpirsyarên asteya jor, di cihên karmendiyê yên bilind de, digel ku ew ne li gor wê berpirsyariyê ne.

3- dana bertîlê ji karmendan re, bo bidawîkirina kar û daxwazên welatiyan di demek zû de û heye carna jê, ne ligor yasa û rewatiyê be.

4- lîstika bi piştgirî û alîkariyên ku biryar hebe ji welatiyên perîşan re werin dan, ew alîkarî ji wan re nayê dan eger bertîlan nedin, di encamê de wê bigihê kesên nehewcedar yan kesûkûsên berpirsên wan alîkariyan.

5- Bazirganiya ne rewa û qedexekirî ( Hîroyîn- Kokayîn- Çek…… ).

6- Terxankirina qebe û ne rewa ji diravên dewletê re.

Bê guman dê ji bilî va yên ku li jor hatine diyar kirin temtêline din jî hebin.

Piştî me temtêlên gendiliyê nas kirin, pêdiviye em sedemên gendiliyê jî diyar bikin:

1- Desthilata navendî, dest datîne ser zagonsazî,  dadmendî û cêbecêkirinên hemû kar û mafan bi xwe ve girêdide .

2- Terxankirina bilind ji diravên giştî re di piroje û karên bê encam û sûd e de, tenê ji bo derfet ji diziyê re ferehtir bibe.

3- Bendkirina mafên dezgehên çavdêriya rêvebirî û diravî û encumena zagonsaz, ji bo ev encumen û dezgeh lawaz bibin û ji armancên xwe dûr bikevin.

4- Nediyariya pirogramên zanistî di karê dezgehên çavdîriyê de, dê alikariyê bide karên ne durist di navçe û saziyên ku çavdêriyê li karê wan dikin.

5- Lawaziya biryarên ku dermafê kesên gendelî li wan tekez bûye, têne standin. Ev jî dibe têvedanek ku jimara yên gendeliyê bikin bilind bibe, û çarçewên wê jî ferehtir bibe.

Gelo çawa em dê karibin rê le ber gendeliyê teng bikin da em wê ji holê rakin?.  Bê guman ev jî pisporiyeke bêhempa jê re divê. Di baweriya min de, ev xalên jêrîn ku bikarbên, dê ji gendeliyê re çareseriyeke baş be.

 1- danîna sezakirineke tund dermafê kesên ku gendeliyê bikar tênin û dikin, ji bo  rê li ber yên dîtir jî nemîne û ji tirsa sezayan, xwe dûrî gendeliyê bikin.

2- hêsankirina yasa û biryaran di herem, dezgeh û saziyên rêvebiriyê de.

3- Em berê xwe bidin zelalûnê (الشفافية) di hemû cihên desthilatê de, yên ku bi cemawer re peywendîdar bin, ji bo rê li ber bertîlan were girtin.

4- Em rolekê bidin saziyên civaka sivîl ji bo diyarkirin û destnîşankirina rewşên gendeliyê .

5- Danîna kesên hemkûf û pispor di wî kar û berpirsyariya  ku jê re zana û pispor têne xwestin.

6- Destnîşankirina asteyan ji fon û mehaneyên karmendan re .

7- Vejînkirina rêzikên demokrsiyê û dûrketin ji biryar û fermandariya tekane û yek alî.

8- Em pêwistiyê bidin aliyê sincî di danîna berpirsyaran de. Gendelî di destelat û rêvebiriyan de, nexweşiyeke herî zor e, weke nexweşiya  penceşêrê ye, çendî em zû, berî ku belav bibe, wê ji kokê ve rakin, ew qasî baş e.

* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button