Mîr Celadet Alî Bedirxan, roja 26.06.1893an, li bajarê Istenbolê ji dayik bûye û di malbata Bedirxaniyan a bi nav û deng ku mîrîtiya Kurdistanê kiriye mezin û perwerde bûye. Li ser destê zaniyarên mezin, nivîskar û helbestvanên navdar ji kaniya zanînê ya zelal vexwariye. Herweha, di civatên Mîr de, li dengbêj, çîrokbêj, sazbendî û folklora Kurdî guhdarî kiriye, û fêrî çanda Kurdî ya resen bûye. Kurdayetî û hezkirina zimanê Kurdî, bi şîrê dayika xwe re mêtiye.
Ji ber sitema dewleta Turkiyê li vê malbata Kurd a welatparêz, Mîr Celadet û Kamîran ji Turkiyê derdikevin, li Almanya cîwar dibin, li zanîngeha Miyûnixê, mafnasiyê dixwîne û dibe parêzer.
Mîrê gewre, li Şamê, paytexta Sûriyê ciwar dibe, dest bi xebataSiyasî dike, li gel mezin û girgirên Kurdan, Tevgera Xoybûnê dadimezrîne. Lê piştî şikestina serhildana Agirî, dest bi xebata çandî û wêjeyê dike.
Li Şamê, roja 15ê Gulana 1932an, yekemîn car di dîroka gelê Kurd de, bi zimanê Kurdî û Elfabeya Kurdî ya Latînî, hejmara Yekê ji Kovara HAWARê çap û belav dike, 57 hejmaran jê û 28 hejmaran ji kovara RONAHÎ diweşîne. Gelek helbestvan û nivîskarên navdar di van herdu kovaran de dinivîsin, yên mîna (Osman Sebrî, Dr.Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Qedrî Can, Mele Ehmedê Namî, Hesen Hişyar…û hwd) ku dilê Kurdan pir şa bûye.
Lî sed mixabin ku Mîrê me zû ji nav gelê xwe bar dike, xatirê dawî dixwaze, ku roja 15ê Tîrmeha 1951ê, di bîra Qederê werdibe, jiyana xwe ji dest dide, li pey xwe gelek şagirt û hezkerên ziman û çanda Kurdî dihêle!
Cihê te bihuşta berîn be Mîrê me, em te jibîr nakin!
* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.