Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

6 sal di ser kuştara Şingalê re derbas bûne… Hê jî birîn vekirî ye!
Desteya sernivîser*

Roja 3ê Tîrmeha 2014an, di dîroka Kurd û cîhanê de rojeke reş, tarî û bêqidoş e, roja belavbûna şer û mirinê li Êzîdiyên bê sûc û bêguneh e! Roja vekirina birîneke kûr di laşê sinc û nirxên mirovatiyê de ye.

Di vê rojê de, keriyên hov ên rêxistina Daişê, bi têvedan, palpiştî û pilanên neyarên Kurdan, neyarên aştî û ronahiyê ji nişka ve, girtin ser gund, bajar û bajarokên Şingalê, bi kîn û zikreşî, sedên xotr û zilaman rêz kirin û ew gulebaran kirin!, keç, jin û zarok revandin, ji xwe re birin, keç û jinên êzîdî li bajarên mîna Reqa û Dêra Zorê hatin firotin!

Di siha bîdengî, lalbûn û bêhilwestiya Cîhanê û dewletên mezin de, gundên êzîdiyan hatin talankirin û şewitandin, bêtir ji 68 navendên olî û şûnewarên bav û bapîran hatin rûxandin û bi xakê ve hatin dûzkirin!..Bêtir ji 4000 keç û jinên êzîdî ta vê rojê windayî ne, çarenûsa wan ne diyar e!.

Piştî xwendin û lîkolînên lêpirsînê, Yekîtiya Netewan, kiryarên Daişê yên hovane, weke tawanên li dij mirovatiyê pejirandiye, lê sed mixabin ku hê jî piştgirên rêxistina terorist berdayî ne, azad in, li gora dilê xwe çanda zikreşî, şer û mirinê hawîr belav dikin!.

Piştî 6 salan ji vê kuştara reş û 5 salan ji rizgarkirina Şingalê, hê jî bajar û gundewarê wê kavil û wêran e, bê jîn û jiyan e, dora (300) hezar êzîdî di bin konikan de dijîn, çiku gundên wan nehatine avakirin, hê  jî aramî û hêminiyê di can û derûna wan de cih negirtiye!.

Li ser vê mijara dilêş, jineke êzîdî bi navê Hela Safîl ku ji destê Daişê hatiye rizgarkirin bi xemgînî û dilekî şewat dibêje:

«Jina êzîdî, toşî hemû reng û cûreyên aşkence û azaran bûye, mîna lêdan, destdirêjî û kuştinê!… Û her kêlîkek ku wê di girtin û dîlîtiyê de derbas kiriye, hemberî 1000 carî kuştinê ye!».

Di vê bîranînê de, pêwiste Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê ji bo nûavakirina gund û bajarên Şingalê gavên îjdil bavêjin, qerebû li wan bê belavkirin, da ku êzîdiyên di konikan de dijîn, vegerin gundên xwe, çandinî û jiyana xwe ya xwezayî bidomînin, çimku bersiva herî dirust li Daiş û xwişkên wê yên terorist re, man û girêdana bi axa welêt ve ye.

Bi şer, pevçûn û kuştaran, kirîzên cîhanê çareser nabin, pêwistya siyasetmedarên cîhanê bi danûstandin û diyalogê heye, di şer û kuştina mirovan de, şewitandin û wêrankirina welatan de, tu aqilmendî û berjewendiya gelan tune ye, lê berjewendiya bazirganên şer, febrîqeyên çêkirina çekên tevkuj têde heye.

Ev e 6 sal di ser kuştara Şingalê re derbas bûne, lê hê jî birîn vekirî ye!

* Rojnama Newroz – hejmar /146/ – 29ê Tebaxê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Back to top button