Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (104):
Girtin û bacên nûkirî, gundê “Gemrûkê” di bin têlîskopê de, çêrandina hovane

Yê/a ku hemî binpêkirin û tewanên ku Kurd li herêma Efrîna Sûrî tûşê dibin dişopîne, baş têdighê asta kîn û zikreşiya desthilatên dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên terorîst ên bi ser ve, ya li dijî Kurdan. Bi riya salixkirina wan ji Kurdan re bi gawirbûn, nebawerbûna bi Xwedê û cudaxwazbûnê, û bi riya kiryarên nemirovane, binpêkirin û tewanên rojane yên di dermafê wan de têne kirin de, da ku zextê li ser hemwelatiyên bi axa bavpîran ve girêdayî bikin, bi aliyê penaberiyê û koçberbûnê ve têvedin û guhertina demografî( ya ku, rijîma Turkiyê bi rijd hewil daye ku cîbicî bike)fere û kûr bikin. Û dorpêçkirina li ser Efrînê ferzkirî, xelekeke ji zincîra xelekên pêkanîna wê armancê ye. Û di navboriya vê hefta çûyî de, me hin binpêkirin di dermafê nişteciyên Efrînê yên sivîl de hatine kirin şopandin:

– Ji bo armanc û sedemên ku ji tevan ve nasbûyî, encûmenên xwecihî yên ji aliyê dagîrkeriya Turkiyê ve çêkirî, serjimarên dubarekirî ji nişteciyên herêma Efrînê re çêdikin, da ku, rêjeya Kurdên mane nas bikin. Û li vê dawiyê hejmara zarok û xortên temenê wan ji/6/ ta /18/salî, li hemî navçên herêmê serjimar kirin.

– Ji bo fişarên zêdetir li ser hemwelatiyan, desthilatên dagîrker û digel milîseyên bi ser ve, dest bi hilmeteke fere ji girtinan di nav sivîlan de kirin, û li 13.8.2020an hemwelatî “Xelîl Menan Sîdo” û herdu kurên wî “Kamîran û Ferîd” ji xelkê gundê “Tirmûşa” – navça Şiyê û nişteciyê bajarê Cindirêsê girtin, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.

– Û di heman pêvajoyê de, li 10.8.2020an, gerokeke asayişa leşkerî êriş kargeha dirûtinê li orta bajarê Efrînê kir, û bi behaneya nivîsandina belevokekê li ser fêsbokê di sala 2014an de li dijî Erdoxan, hemwelatî “Mihemed Hesko Hesko /43/sal” ji gundê “Gemrûkê” – navça Mabeta girt. Hêjaye bi bîr were ku yê bîrhatî weke cilbir kar dike.

gundê “Gemrûkê”

– Li 17.8.2020an, gerokeke girêdayî (asayişa sivîl) hemewelatiyên gundê “Gemrûkê” – navça Mabeta vexwendin civatekê li mala keyayê gund, û dema ku beşdar bûn, bi tuhmeta parêzkariya wan di rêbendên çekdar ên Rêveberiya Xweser a berê de, hin ji wan girtin, û li roja din – piştî dandina her yekî ji wan/1000/ pereyên Turk – ew serbest berdan. Hin ji wan ev bûn: Ebid Elrehman Ebdo Êhmo/64/sal, Ebdo Ebdo Ehmed/49/sal, Ednan Hesen Zekeriya/54/sal, Ebdo Elî Ebdo/65/sal, Luqman Xelîl Ebdo/38/sal, Kemal Ehmed Hesen/55/sal û Hesen Elî Ibrahîm/59/sal.
Û weha jî di navêna /12/ ta /14/î Tebaxê de, gerokeke (asayişa sivîl) êrişî çandingeha “Ereb Şêxo” – navça Mabeta kir, deh û şeş kes ji xelkê wê girtin, û ew jî Ev in: Husên Merdûd, Mihemed Merdûd, Mihemed Ehmed Wês, Ebdo Zekûr Mistefa, Husên Zekûr Mistefa, Mihemed Mistefa Wês, Xalid Ubêd Ubêd, Mihemed Ubêd Ubêd, Elî Ubêd Ubêd, Hesen Eyûb Mihemed, Ebid Eyûb Mihemed, Şêxo Eyûb Mihemed, Zafêr Eyûb Mihemed, Ehmed Elî Cum’a û Se’îd Ne’iso Hesen, û weha, li 17.8.2020an – bi tuhmeta danûstandinê bi Rêvebiriya Xweser a berê re – mamosteyê metiryala dîrokê girt, û piştî li ser her yekî ji wan hezar pereyên Turk ferz kir, hemî berdan. Hêjaye were zanîn jî, ku ew hemî ji pêkhateya Ereb in.

çandingeha “Ereb Şêxo”

– Weke dijatiyeke zelal û açiq ji malmewalên hemwelatiyên Efrînê re û bê rêgir; Şivanên anîndeyan bi awakî nemafdar û hovane keriyên pezên xwe li nav darên meywan û erdên çandiniyê ên nişteciyên Efrînê yên resen diçêrînin. Û dema hemwelatî rikberiyê dikin jî, fîşekên jîndar davêjin wan, da ku, wan bitirsînin û qedexe bikin ku tu giliyan di dermafê wan de, li ba aliyên têkildar vekin. Û ev bûyera bi xwe bi malbata “Şeref” re ji gundê “Şadêrê” – navça Şêrewa çêbû, û di encamê de berî demekê û bi xwînsarî, temenmezin “Nûrî Cimo Umer Şeref” hate kuştin.

Xelkê herêma Efrînê ya dagîrkirî, di derbarê bêdengiya navdewletî ya bi gûman û şermok de – bi taybetî jî ji aliyê sazî û rêxistinên navdewletî yên têkildar bi mafên mirovan re û girêdayî Desteya Netewên Yekbûyî – di derbareyî binpêkirin û kiryarên hovane (yên rojane û di bin serpereştî û pilankirina istîxbaratên Turkiyê de, tûşê dibin), bi bêhêvîtiyeke mezin dihesin. Ji ber ku, bêdengiyeke metirsîdar e û pîsîtiyê dighîne heybet û navûdengê wan rêxistin û Desteya Navnetewên Yekgirtî – parêzvanê yekê ji mafên mirovan re.

23.08.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Wêne:

– Girtî Xelîl Menan Sîdo û herdu kurên wî.

– Gundê Gemrûkê – navça Mabeta.

– Çandingeha Ereb Şêxo – navça Mabeta.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button