Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (103):
Kuştina mebestkirî, qutkirina darên temenmezin, girtinên berdewam, dizîn û zorbirina hevgîhandî

Hikometa Turkiyê bi serkêşiya Receb Teyib Erdoxan û hevkariya milîseyên terorîst ên pêve girêdayî, ji roja dagîrkirina wê ji herêma Efrînê ve û ta vê kêlîkê, di siyaseta Osmanîkirin û Turkirina di dermafê xelkê Efrînê de berdewam e, û ji bo cîbicîkirina wê û ferekirina guhertina demografî ji herêmê re, rê û şêweyên nû û cûrbecûr dafrîne. Wê herêm ji hemî milîseyên tekfîrî (xwîşkên Da’iş û Nesra) re vekir û li wan helal kir, û zagona daristanê – bi riya belavkirin û fewdalîzma çekan – lê ferz kir, da ku, di heyameke weha de, rûdanên civakî yên biyanî û dûrî heyîna civaka Efrînê (ya li ser perensîpên lihevborandin, naverastbûn û jiyankirina hevbeş avakirî) werin geşkirin. Û rûdana herî berztirîn ji wan rûdanên qirêj, rûdana kuştina mebestkirî li herêmê ye, û nîşana herî berbiçav jê re, ew tewanên berdewam ên ku milîseyên çekdar ên cîhadîst di dermafê sivîlan de – bê rêgir – dikin de ye. Û di navboriya hefta çûyî de, me ev binpêkirin şopandin:

Dilovanber “Nûrî Cimo Umer Şerf”

– Li 13.8.2020an û di mercên ne zelal de, giropeke çekdar bi şev êrişî mala hemwelatî “Nûrî Cimo Umer Şeref /63/sal” ji gundê “Şadêrê” kirin, û dema ew li hember wan sekinî, çekdaran ew qurşîn kirin û kuştin. Û li gorî di rapora me ya /44/ hatî de, dilovanber, li destpêka heyva Tîrmehê 2019an, li ser destê endamên milîseya “Feyleq Elşam” hate revandin, û piştî merivên wî baceke diravî mezin dan, ew hate berdan.

– Di siya fewdalîzim û serberdayetiya asayî û belavbûna rûdana kuştina mebestkirî de, li 11.8.2020an, termên “Gulê Xelîl Ferec” û zarok “Bekir Fû’ad Şêx Salih” ji xelkê gundê “Dêrsiwanê” – navça Şera, li nav hirşê derdorê hatin dîtin, û li 8.8.2020an  hemwelatî “Istêrvan Enwer Bakîr, dayîka du zarokan” ji gundê “Qude” li taxa “Mehmûdiyê” li bajarê Efrînê li ser destê mêrê wê hate kuştin, û berî bêtirî deh rojan jineke penaber ji Idlibê li heman taxê hate kuştin, û herweha jî li 3.8.2020an, cendirmeyên Turkiyê ciwanê negîhayî “Xelîl Nîhad Şêxo” ji gundê Vêrganê kuştin…Bê ku, destlatên xwecihî çawabûna wan tewanan diyar bikin.

Gundê “Ze’irê”

– Weke dijbûneke aşkere û zelal li ser nixuma geyayî ya cîwaz a herêma Efrînê, milîseya “Firqit Elsultan Mûrad” (ya ku, gundê “Ze’irê” – navça Bilbilê destlat dike), çar darên temenmezin (yên ku, temenê wan dora /110/ salan û yên hemwelatiyekî ji gund), ji bo bikin êzing û bifroşin, qutkirin.

– Bi armanca zêdekirina fişarê li ser nişteciyên li Efrînê mane, û têvedana wan bi aliyê penaberbûn û koçberiyê ve; Asayişa leşkerî hejmarek ji hemwelatiyên gundê “Birîmce” û di nav de jî temenmezin – navça Mabeta (Necim Eldîn Ezet Betal/65/sal, Mihemed Nûrî Sîdo/60/sal, Ehmed Elî Bekir/60/sal û Îsam Mihemed Mûse), li 11.8.2020an, bi behaneya têkeliya wan bi Rêvebiriya Xweser a berê re, girtin. Û weha jî, milîseya “Lîwa’i Elsultan Mihemed Elfatih” (ya ku, gund destlat dike), temenmezin “Sibhî Ehmed Elo” girt, ji xwediyan ji bo berdanê baceke diravî bi qasî /100/ hezar P.S xwest, û rast jî piştî dandina bacê, ew piştî du rojan hate berdan.

– Istîxbaratên Turkiyê bi hevkariya (asayişa sivîlî) hejmarek xort ji gundê “Mistika” – navça Şiyê, bi behaneya ku, ew berê di Yekîneyên Prastina Gel de endam bûn, girtin, û “Esed Elo û Malşîn Elo” ji yên nasbûne ne. Û hin ji wan jî – piştî dandina /1300/P.T wek vêrgî – hatin berdan. Herweha jî, asayişa leşkerî ciwan “Mistefa Ukaş” ji gundê “Çeqelê Ortê” – navça Şiyê, li bajarê Efrînê girt, û ta niha hîn girtî ye.

– Li ser şopa rêxistinên “Da’iş û Nesra”, milîseya “Firqit Feyleq Elşam” hemwelatî “Ridwan Mihemed Mihemed” ji xelkê gundê “Çeqmaqa” – navça Reco, bi tewanbariya Islamvegerê û behaneya ku, hevjîna wî ya dilovanber berî bimre çûbû ser ola Xiristiyanî, girt. Û tirs heye bi seza Islamvegerê cezakin. Hêjaye were bîranîn ku hemwelatî “Ridwan” li gundê xwe û gundên derdorê, mamosteyê zimanê Ingilîzî bû.

– Hemwelatî “Elî Misto – bavê Şivan” ji xelkê gundê “Birc Ebdalo” – navça Şêrewa – piştî dandina/1500/$ ji çekdaran re – kanî makîna xwe (ya ku ji salekê ve hatibû dizîn) vegeranda.

Xelkê Efrînê daxwaza xwe ji civaka navdewletî re dubare û nû dike, da ku, hikometa Turkiyê neçar bike, ji bo bi erkên xwe – weke dewleteke dagîrker – li gor zagon û hevpeymanên navdewletî rabe. Ya yekem jê jî, parastina sivîlan û mal û milkên wan, û peydakirina mercên guncaw û avêtina pêngavên vegereke aram ji koçberên bi zorê penaber bûne re, bo cih û warên wan e, û herweha jî fişarlêkirin ji bo vekşîna wê ji herêma Efrînê, da ku, vegere serweriya dewleta Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê yê resen.

16.08.2020an                                                

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————————

Wêne:

– Dilovanber “Nûrî Cimo Umer Şerf”.

– Gundê “Ze’irê” – navça Bilbilê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button