Piştî ku, artêşa dagîrkeriya Turkiyê û di gel milîseyên terorîst (ên ku, di bin navê “artêşa niştîmanî – elceyş elwetenî” de, ya girêdayî hikometa Sûrî ya demkî – Ixwanî kar dikin), Kanî ji Avdara /2018/an ve dest daniya ser tevahiya herêma Efrînê; Vêre penaberiyeke komelîn e mezin ji xelkê bi aliyê herêmên Şêrewa, Şehba’ê û bajarê Heleb ve rûda, û wê hîngê hejmara penaberan gihîşte/300/hezar kes. Lê, jê /200/hezar penaber mişextkirî û di nav mercên çetin de li hundir Sûriyê man, ta niha dora/85/hezarî ji wan li herêmên penaberiyê li bakurê Heleb, û dora/10/ hezarî jî, di mercên sert de û di siya hebûneke rêxistinên fîxaniyê yên navdewletî -pir kêm- de, di çadirgehên perîşanî de jiyan dikin. Û bi ser de jî, cîbicîkirina dorpêçkirineke mekin û fetsandî li ser wan penaberan ji aliyê rêbendên girêdayî hikometa Sûriyê ji alîkî ve, û milîseyên çekdar ji aliyê din ve.
Ji ber wê ew tûşî çewsandin û çilekiya revandker û simsaran ji herdu aliyan ve dibin. Yanê yê ku, bixwaze derbas bajarê Heleb bibe yan vegere Efrînê, divê tibabeke diravî mezin bide revandkeran, û rastî pir qedirnizimkirinan were. Ew binpêkirin gihîştin asta ku, xelk qedexekirin ku, termên miriyên xwe bibin gundên xwe veşêrin – goristanên bav û bavpîran – û herweha jî qedexe kirin ku, ew serdanên gorên merivan di bone û cejnan de bikin, yan jî kok an demkî vegerin, da ku, xizmeguzariya mal û milkên xwe yên çandiniyê bikin. Û tiştê tewrî pîs, qedexekirina şagirtên ku, li Efrînê dimînin ji hatina Heleb re, da ku, ezmûnên herdu bawernamên amedeyî û navendî pêşkêş bikin. Bi ser ku, rêxistinên navdewletî ji bo girîngiya vekirina riyan li pêş şagirtan da ku, kanibin ezmûnên sala xwendinê /2019-2020/ pêşkêş bikin, bangewaziya hemî aliyan kir. Û bi ser wê giştî de, hin şagirt û mamostên vêre (yên ku, xwestine werin Heleb) rastî cûrbecûr nizimkirin û kêmrûmetkirinê hatin, pir pere dan, û ta gihîştin Heleb bêtirî sê rojan li ser rêkan derbas kirin, û hin ji wan jî, berî çend katên hindik ji ezmûnkirinê gihîştin navendên ezmûnanan. Û li dema vegera wan şagirtanan bo Efrînê, piraniya wan li ser destên milîseyên çekdar tûşî girtinê bûn û bi mebesta peran ji xwediyan bistînin, lêkolîn bi wan re hatin kirin. Û ev yeka bi bêtirî /20/ şagirtî/ê re çêbû.
Her binpêkirin ê berdewam bin, ta ku, dagîrkeriya Turkiyê ji herêmê re berdewam e. Û li hefta borî me hin binpêkirin şopandin:
– Di siya fewdalîzimê û serberdayetiya asayî de, li 19.7.2020an, teqînek di makînak “santafê” de li nêzîk pira nû û li orta bajarê Efrînê bûyer da, û di encamê de, hin sivîl hatin kuştin û hin jî birîndar bûn, û ziyanên mezin gihîştin firoşgeh û malên derdorê.
– Di siya pêdeçûna milîseyên çekdar û anîndeyan di karanîna hemî cureyên fişar, zordarî û dizînê di dermafê xelkê Efrînê de, yên bi dev û diranan bi axa xwe ve girêdayî; Li 20.7.2020an devavêtinek di navêna hemwelatî “Isma’îl Elo Isma’îl” (yê bi navê “Ebû Enter” dihate nasîn, û ji xelkê gundê Xaziyana Jêrin – navça Mabeta) û hejmarek anîndeyan (yên ku, berhema wî ya simaqê didizîn) de çêbû, û wan ew ji nav erdê wî qewitandin, û ji ber wê piştî vegeriya mala xwe ya li bajarê Cindirêsê, ji kerba re jiyana xwe ji dest da.
– Ji bo neçarkirina nişteciyên Kurd ên di gundên xwe de mane, ku, gundên xwe berdin û berve penaberiyê û koçberiyê ve têvedin; Xelkê gundê “Qestelê Xidriya” – navça Bilbilê neçarkirin herin nimêja Înê bikin, agahdar kirin ku, her În beşdar bibin, û her kesê ji nimêjê li şûn bimîne, wê were qedirkêmkirin û wê ji mal bê qewtandin. Û ev yeka bi temenmezinekî ji heman gundî re çêbû, û ji ber ku ew li 24.7.2020an – bi sedema kar di nav zeviyê zeytûna de – li şûn nimêja Înê ma; Ew hate qedirnizimkirin û bi qewtandinê hate gefkirin, ger careke din li şûn bimîne.
– Dîsa jî di siya fewdalîzma çekan de, belavbûna çekdaran bi rengekî pir, û pevçûnên berdewam di nav milîseyên terorîst de li Efrînê; Li 22.7.2020an, di encama pevçûnên di nav milîseyên “Elşerqiyê” de (yên girêdayî artêşa niştîmanî), hemwelatiya navsal “Sebîhe Sadêq Sîdo” ji xelkê gundê “Dargirê” – navça Mabeta (ya ku, li taxa Mehmûdiyê li bajarê Efrînê rûdine), şehîd ket.
Xelkê Efrînê yên mane û yên bi zorê koçber bûne, bangewaziya hikometa Sûriyê, hêzên çalak li ser erdnîgariya wê, û hemî rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan dikin, da ku kar bikin, ta dorpêçkirin ji ser wan were rakirin, rêdana guhestina azad yan vegera aram bo cî û waran, û werin parastin. Û herweha zextê li ser hikometa Turkiyê bikin, ji bo firêna ji milîseyên terorîst re lêxe, rêgirekê ji binpêkirin û kiryarên nemirovane yên di dermafê wan de têne kirin dînin, Û weha jî gerek bi erkên xwe yên sincî û mirovahî ji bo parastina xelkê Efrînê -li kû dibin bilabin- rabin. Ew giş jî di pêvajoya dawîkirina dagîrkeriyê, û vegera herêmê bo serweriya niştîmanî ya Sûriyê.
26.07.2020an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
———————————
Wêne:
– Pakrewan “Sebîhe Sadiq Sîdo”.
– Dilovanber “Isma’îl Elo Isma’îl”.
– Teqîna li orta Efrînê .
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: