Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (99):
Şewtandinên berdewam, vêrgiyên nû, dijberîkirineke aşkere û ne mafdar, tewaneke qirêj

Destkeftî, pêşveçûn û pêşketinên ku, Rêvebiriya Xweser li Efrînê di karnava çar salan /2014- 2018/ de ji temenê wê ya kin, û di piraniya aliyên jiyanê – bi taybetî asayî û aborî –  pêkanîne de; Li kêf û heza daweleta Turkiyê ya cîran, û herweha rikberiya Sûriyê ya pêve girêdayî nehat. Ji ber wê, bi hemî rê û şêweyan û bi riya ragîhandin û diraveke pir hewilda ku, wê rêvebiriyê bifetsîne û tune bike. Destpêkê Turkiyê hewilda ku, bi riya milîseyên cîhadîst û tekfîrî (ji gundê Qestelê de bigir, di çiyayê Lêlûn re derbs be, û ta bighê gundê “Dêwa” – Cindirêsê) herêmê talan bike, û dorpêçeke aborî guvaştî li ser çêbike, lê, di wan hewildanan de bi ser neket. Wêlomê, wê bi piroseyeke leşkerî fere ye bejayî û asîmanî, bi çekên pêşketî û nûjen, û bi pişikdariya “artêşa niştîmanî ya Sûrî ya girêdayî hemahengiya Sûrî – Ixwanî, û ji milîseyên radîkalî û terorîst çêkirî”, êrişî Efrînê kir. Wê dijberîkirinê pêncî û heyşt rojan dirêj kir, û di wê navboriyê de, Yekîneyên Parastina Gel û Jinê YPG û YPJ berxwedaniyeke lehengî – ye kêm weke wê di çerxa nû de tê dîndin – kir. Lê, hêza leşkerî ya dagîrkeriyê û nandozên wê ya mezin, hîşt artêşa Turkiyê di şer de bi serkeve, û herêmê di gel wan milîseyan dagîr bike. Û ew milîseyên terorîst ên ku, pîstirîn û qirêjtirîn tewan di dermafê mirov, dar û keviran de, û di bin serpereştiya istîxbaratên Turkiyê de kirin – bê rêgirike sincî yan mirovane –  da ku, fişarê li ser nişteciyên wê yên resen bike, û wan bi aliyê koçberkirina zorane ve têvede, û li dawiyê jî guhertineke demografî bi awakî fere li herêmê – weke Turkiyê dixwaze – were çêkirin. Û piştî du sal û nîvan ji êriş û dagîrkirinê; Hîn ew milîs di binpêkirin û tewanên curbecur de berdewam in.

Û binpêkirin û tewanên me şopandine ev in:

– Ji bo rijandin û valakirina kîn û zikreşiya xwe li ser hemî tiştên Efrînê; Milîseyên ku, gundê “Elemdara” – navça Reco desteser dikin, hejmarek mezin ji darên daristanên xwezayî li çiyayên “Bilêl û Curqa”, ji bo çêkirina komirê qutkirin.

– Rûberên fere ji hirşên ihracê yên nêzîk gundên “Çema û Qerqîniya” – navça Şera (yên ku, li 2.7.2020 agir pê hatibû xistin û ta roja din berdewam kiribû) hatin şewtandin.

– Milîseyên ku, hin gundên navçeyên Reco û Bilbilê desteser dikin, 10% vêrgî li berhemdana behîva dixin, û bi ser de jî, werza wê didizin.

– Di siya fewdalîzim û serberdayetiya asayî de, giropeke şivanên anîndeyan û yên ku, pezên xwe bi rengekî hovane di nav zeviyên zeytûna yên xelkê gundê “Kokanê” – navça Mabeta de diçêrandin; Li hemwelatiyên Kurd ên ji wî gundî xistin, dema ku, ew razînebûn ku, weha biçêrînin û ziyanê bi zeviyan bikin. Ji ber wê dijberîkirinê, xelkê gund gilîk pêşkêşî aliyên têkildar kirin, lê wan tu tişt ji cî nelivand, û gilî ta niha bîrvekirî maye.

– Giropeke çekdar ji milîseyan dijberî kurê hemwelatî “Mistefa Şinbul” ji xelkê gundê “Kurkê Jêrin” kir û ew da ber lêdan, kêmrûmetikirin û bi koka darekê ve girêda. Bi ser de jî, /15/ mî jê birin. Divê bê zanîn ku, milîseya “Lîwa’i Mihemd Elfatêh” gund desthilat dike.

– Li 15.7.2020an, di ava gola gundê “Birc Ebdalo” de, terma hemwelatiyeke ji xelkê herêma Sincarê – Idlib, û bi kevirekî mezin girêdayî, hate dîtin. Lê, sedem û paşîniyên bûyerê nehatin naskirin.

– Weke pêdeçûn ji dorpêçkirina girtî ji herêma Efrînê re, ji duh (roja Înê) ve desthilatên dagîrkeriya Turkiyê herdu derbasgehên gundê “Xezîwiyê” – Darazê û gundê “Dêrbelûtê” – Etmê,  -bê ku, tu sedeman xuya bikin- girtin. Û jerkî dagîrkeriyê herêm girtiye, nişteciyên Efrînê yên resen ên mane nikanin herin herêmên Sûriyê yên din, ji bilî toreyên revandina ademîzadan û bi pereyên pir. Û herweha, ji çend heyvan ve û bi behaneyên çêkirî, tevgera kelûpel û berhemên herêmê bo hundir Sûriyê û yê bervajî jî, hatiye seknandin.

Tiştê xelkê herêma Efrînê ditengijîne û venahesîne, bêdengiya bi gûman û şermok a rêxistinên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan, û bi taybetî jî rêxistina Neteweyên Yekgirtî ye. Ya li hember kiryarên ku, ji aliyê milîseyên terorîst ve, û bi serpereştiya hikometa Eledalê we Eltenmiyê ya Turkiyê, di dermafê wan de têne kirin de. Û ew tim jî daxwaza xwe ji civaka navdewletî û bi taybetî ji emîndarê giştî yê Neteweyên Yekgirtî birêz “Entonyo Gotîrês” re dubare û nû dikin, ji bo fişarê li ser hikometa Turkiyê bikin. Da ku, Turkiyê bi berpirsiyariyên xwe yên sincî, siyasî û zagonî, li hember van rewşên li herêmê hene rabe, û serdefter jî, parastina sivîlan, peydakirina mercên lêhatî û pêngavên gerekî vegereke asa ji nişteciyên resen re bo cî û warên wan, û li gor naveroka biryara Encûmena asayî /2254/.

19.07.2020an                                                

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————————

Wêne:

– Wêneyeke kevin e, karwanên anîndeyan bo Efrînê, di riya derbsgeha gundê “Xezîwê”re.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button