Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (98):
Şewtandina daristanan, dijîkirina li ser sivîlan, vêrgiyên berdewam

Hemî kiryarên ku, milîseyên çekdar ên terorîst ên di bin ala ” artêşa niştîmanî ya Sûrî” de, û bi (hikometa Sûrî ya demkî) ve girêdayî, ya ji aliyê Hemahengiya Sûrî – ya Ixwanî ve hatiye çêkirin; Bi rengekî rêbazkirî û pîvandî, û bi serpereştiyek yekser ji istîxbaratên (mît) Turkiyê ve, têne kirin. Û yê ku, ji bilî wê bibêje xewnan dibîne, û ji rastî û heyînê ve, pir dûr e.
Armanca sereke ji van binpêkirin û tewanên curbecur, çêkirina guhertineke demografî li herêma Efrînê ye. Û di hefta borî de, me hin binpêkirin şopandin:

– Milîseya “Lîwa’i Elsemerqend” ya ku, gundê “Dela” – navça Mabeta destlat dike, li 4.7.2020an dijayetiya ser hinek hemwelatiyên wî gundî kir, ji ber ku, razînebûn milîse darên daristanên derdora gund qutbikin. Û ew jî ev in: Temenmezin Ebid Elkerîm Hemadê /65/sal, Rizgar Ehmed Umer, Mihemed Ehmed Umer, Mihemed Ebid Elkerîm, Mihemed Elî Cayê û kurê wî Şêro, Rêzan Ebid Elkerîm Hemadê, Nîzar Şukrî Çîlo, û Ehmed Ezîz û kurê wî Xalid. Û ji ber lêdan û işkencê, temenmezin Ebid Elkerîm Hemadê bi nexweşxana Efrînê hate guhestin.

çiyayê gundê Şêx Bila – navça Reco

– Li siba 5.7.2020an, milîsyeke çekdar agir bi rûbereke fere ji çiyayê gundê Şêx Bila – navça Reco xist, û daristanên ihracê yên xwezayî hatin şewitandin.

– Piştî ku, milîseya “Firqit Elhemzat” a ku, gundê “Firêriyê”- navça Cindirêsê destlat dike, vêrgî ji xelkê gund xwest û wan jî neda; Devavêtin di nav herdu aliyan de çêbûn, û çekdaran qurşînên jîndar yekser avêtin xelkê. Di encamê de, li siba 5.7.2020an /3/hemwelatî birîndar bûn, û li roja din çekdaran dîsa vêrgî ji xelkê xwestin, û careke din gundiyan daxwaza wan redkirin. Di dû re, çekdaran mal bi şêwakî fere dane lêgerînkirin, û /1/K.G zêr û /1500/$ ji malbata “Hesîdê” ya ji pêkhateya Ereb dizîn, û ta amedekirina raporê, hîn rewşa gund ne li hev e.

– Ji bo zextê li ser nişteciyên Kurd li herêma Efrînê, û têvedana wan bi aliyê berdana gundê wan û penaberiyê ve, û weke berdewamî ji tûşîbûna gundê “Kaxrê” – navça Mabeta, ya li ser destê milîseya “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah – Elemşat” re; Hemwelatî ” Fatme ji gundê Xalta – navça Cindirêsê û li gundê Kaxrê mêrkirî ” ji mal hate qewtandin – piştî ku, /1000/$ neda -, ji ber wê jî neçar bû ku, bi xwediyên xwe re, li gundê Xalta rûne. Û piştî danûstandinê bi “Elemşat” re /800/$ da, da ku, mala xwe vegerîne.

– Li 2.6.2020an, hemwelatî “Elî Xelîl Xelîl” ji bajaroka Celemê – navça Cindirêsê, ji aliyê milîseya “Feyleq Elşam” ve hate girtin, û ta niha çarenûsa wî ne xuyaye.

– Di siya fewdalîzim û serberdayetiyê de, li 5.7.2020an, makînak li taxa Mehmûdiyê – çateriya nanpêjgeha otomatîk – li hundir bajarê Efrînê hate teqandin, û di encamê de, du kes hatin kuştin û hin din birîndar bûn.

Ebid Elrehman Îbiş Biko

– Piştî girtina ciwan “Ebid Elrehman Îbiş Biko /1982/Z” ji gundê “Kurzêlê” Şêrewa gelek caran, li ser destên milîseya “Firqit Elhemzat” bi behaneya ku, du birayên wî di nav refên Yekîneyên Parastina Gel de bûn hate girtin. Û pişt re, bi gelek nexweşiyan ket, û bi ser wê de, jiyana xwe ji dest da. Divê were zanîn ku, dilovanber di xwaringeheke bi çûk de, li Efrînê kar dikir.

Menan Ebdo Îbiş

– Ciwan “Menan Ebdo Îbiş /19/sal” ji navça Cindirêsê – taxa jêrin, ji 15/8/2019an ve – bi behaneya danûstandina wî bi Yekîneyên Parastina Gel re – hatiye girtin, û bi zorê hatiye veşartin û ta niha çarenûsa wî ne zelal e.
Çiqas dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên terorîst bi hemî alav û şêweyan hewil bidin ku, ji vîna xelkê me yê berxwedêr li Efrînê kêm bikin; Ew nikanin hêz û rijdariya xelkê ji berevanî û pêgiriya bi erdê bav û kalên wan re daxînîn, û ewê herdem ji daxwaza derxistina Turkiyê ji hemî axên Sûriyê yên dagîrkiriye, û dandina zirarên ku, dagîrkeriyê gîhandiye hemwelatiyan re, rikdar bin.

12.07.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Wêne:

– Çiyayê gundê Şêx Bila – navça Reco.

– Dilovanberê ciwan Ebid Elrehman Îbiş Biko.

– Girtiyê ciwan Menan Ebdo Îbiş.

——————————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button