Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Metirsiya vayrosa «Korona» ne derew e
Zelîxan Cimo*

Vayrosa «Korona» yan «Kovîd 19» li heyva Berfenbarê ya 2019an, li «Sînê», li bajarê «Wohanê» derket. Paşê, li piraniya welatên cîhanê belav bû, bi milyonan kes vêketin, bi sedhezaran jiyana xwe ji dest dan, tirs û xofeke mezin di nav xelkê de çêkir, bala ragihandina cîhanê bi ser xwe ve kişand, saziyên tenduristiyê û dewlet li xwe heyirandin, ziyaneke mezin gihande aboriya welatên dunyayê û hîn jî berdewam e.
Welatên ku, ji tevan pirtir ziyan ji vê bobelatê dîtine, Amerîka, Spaniya, Îtaliya, Birêtaniya, Firsnsa û Rûsiya ne. Lê, siba wê çawa be em nizanin, ji ber ku, pêla wê guhêrek e, û ne dûre guhertinekê di sîstema navdewletî tev de de çêbike. Pir nêrînên cuda bi sedemên derketina vê veyrûsê û vegirtina wê ji gelek aliyan derketin, ta niha li ser yeknêrînê erê nekirine, û tu derman ji bo dermankirin û pêşparêziyê jêre nedîtine. Tenê tev li ser hin mercên xweparastina jêvegirtinê xwedî yek nêrîn in.
Yanê, weke xuya dibe metirsiya wê hîn heye. Lê, ger mirov wan şert û mercan bi cih wîne, wê kanibe xwe biparêz e. Ew şert û merc jî ev in: 1- Di mal de mandin. 2- Dûrketin ji deverên xirebaliq lê heye. 3- Ger mirov neçar bû derkeve, divê berdevokan li xwe ke, û ta jê were xwe ji yên derdora xwe bi dûr keve. 4- Carbicar her ku, destê xwe bi tiştekî kir – berî ku, bavêje dev an bêfil an jî çavên xwe – baş dora (20) saniyan bi sabûnê pak bişo, û ger li der ve be bi îspirto yan bi şênbereke din e paqijiyê destên xwe paqij bike. 5- Paqijkirina alavên xwarin û vexwarinê, destokên deriyan û penceran, kilîtên êliktirîkê, lûle û tevlokên ava germ û sar bi şênberên paqijiyê bi awakî rojane. 6- Qedexekirina çûnûhatinên civakî, silav û ramûsandinê. Ji ber ku, ev vayrosa ne xuya û bi tirs e, ji mirovên vêketî yan ji ser tiştên ku, vayros li ser dere mirovên din, û ji ber ku, hîn vayros azad e û bi dawî nebûye, yanê hîn metirsiya wê li dar e; Vêca, pêwîste em tev haje xwe bikin, û bi wan şert û mercan pêgir bin.

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button