Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (97):
Belavkirina ramana olî ya tundrew, teqandin û şewtandinên berdewam, binpêkirinên li dû hev

Siyaseta Dewleta Turkiyê ya Toranî perensîpa “Hebûna Turkiyê bi tunekirina hebûna Kurdan ve girêdayî ye” dimeşîne, û li gor wê perensîpê, bi şev û roj û bi hemî alav û şêweyan şerê Kurdan – li kû dibin bila bin – dike. Û kiryarên li Efrîna Kurdî dibin, nimûneyeke herî balkêş e li ser wê siyasetê. Ji dema ku, Efrîn dagîrkiriye ve û ta niha, hewildide ku, hebûna Kurdan tê de tune bike, û çanda kîn û zikreşiyê li ba milîs û anîndeyan li dijî Kurdan, û bi behaneya (gawir, milhud û cudxwaziyê) gerek şerê wan were kirin diçîne. Ev bi xwe jî, valahiyeke kûr di navbera xelkê yekwelat de (Kurd, Ereb û yên din) çêdike, û çetin dibe ku, bi hêsanî were derbaskirin. Û herweha jî, di bin serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê û saziya “Diyant a Turkî” de, çanda olî ya tundrew di nav xelkê herêmê de, bi riya avakirina dibistanên olî, û dandina diyarî û cîwazbûnan bo zarokan, belav dike. Weke çawa li vê dema dawiyê, dest bi guhertina îmamên mizgeftan ên berê û ji xelkê herêmê, bi îmamên nû yên ji anîndeyan û li ser lîsteyên “Îmam Elxtîb” hene, kirî, û tiştê li bajarê Cindirêsê û hin gundên wê bûye, nimûneyeke balkêş e.
Hikometa Turkiyê û bi hevkariya “hikometa Sûrî ya demkî” ya bi Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ve girêdayî, di riya sixûr û saziyên xwe re kar dikin ku, guhertineke demografî li herêma Efrînê çêbikin. Û li vê dawiyê serjimareke xaknîgarî ji malên navça Bilbilê bi tevayî re, li gor neqşeriyên “Gogilê” çêkir, û mal nimrekirin û nasnameyên ên tê de (ka ew malbat Kurd in, an Ereb û Turkmanên anîndeyî ne) bêlî kirin.
Û ev jî hin bûyerên çêbûne ne:

çiyayê Hawarê

– Li 29.6.2020an agirek mezin bi çiyayê Hawarê – başûrê gundê “Çê” – navça Reco ket, û rûberin fere ji ihraşê -yên ku, piraniya wan bi darên çolê yên kêmdîtî nixumandî ne – hatin şewtandin.

Mistefa Mihemed Yûsif

– Li 1.7.2020an, ciwan “Mistefa Mihemed Yûsif kurê Menên” ji xelkê gundê “Hec Qasma”- Mabeta û yê ku, li gundê “Husê” – Mabeta rûniştî bû, bi dara gûzê ya nêzîk malê ve, darvekirî hate dîtin. Û berê çekdaran xwediyê wî ji mala wan ya li “Hec Qasma” qewitandibûn.

– Di siya fewdalîzim û serberdayetiya asayî de, li 3.7.2020an, teqînek li bajarê Efrînê – taxa Eşrefiyê – li nêzîk dibistana “Meyselûn” rûda, û di encamê de, du kesan jiyana xwe ji dest dan, û hin jî birîndar ketin. Hêjaye bi bîr were ku, milîseya “Lîwa’i Elmu’itesêm” ya ku, “Mistefa Sêcerî” serkêşiya wê dike, wî ciyî desteser dike.

– Di pêvajoya destdanîna ser arziyên giştiyane û taybet de; Milîseyên çekdar ên ku, bajaroka Meydankê ya geştiyarî û gundên derdorê destlat dikin, dest danîn ser kenarên golê, û /5000/P.S ji her seredanêrekî bixwazibe li rexê rûne distînin, û keştiyeke biçûk jî bi /15000/P.S kirê didin kesê bixwazibe gerekê di golê de bike.

– Hemwelatî “Rêzan Remzî Bîlal /37/sal” ji xelkê gundê “Dîkê”- navça Reco, ji aliyê rêbendeke lêgerînê ye li derbasgeha kevana rojhilatê bajarê Efrînê, “bi tuhmeta endamtiya wî ji PYD” re – piştî nasnama wî li fîş xistin – hate girtin. Ji xwe li ber her derbasgeheke serekîn a bajarê Efrînê, rêbendeke leşkerî heye, nasnamên yên derdikevin û dikevinê -bi taybetî jî yên Kurd- li fîş dixînin.
Berdewamkirina dagîrkeriya Dewleta Turkiyê û bi pîrozkirina “hikometa Sûrî ya demkî” ji hin herêmên Sûriyê yên sînordar jê re; Dibe kelemek serekîn li pêş dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê ya domdar re, û ji erk û stubariya civaka navdewletî û hikometa Sûriyê ye ku, jê daxwaza vekişînê ji van herêman bikin, da ku, vegerin serweriya niştîmanî ya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wan.

5.07.2020an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Wêne:

Xort Mustefa Mihemed Yûsêf.

Teqandina taxa Eşrefiyê – Efrîn.

– Çiyayê Hawarê – Reco.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button