Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Piştî 34 salan Navê kujerê OLOF PALME hate ragihandin
Desteya NEWROZ*

Roja Çarşembê 10.06.2020 an, di kongirekî Rojnamevanî de, Serdozgerê Giştî yê Swêdê, bi fermî navê kujerê Olof Palmê ragihand!.

Di vê kongreyê de, serdozger diyar kir ku kujerê birêz Olof Palme kesekî Swêdî ye, navê wî Stig Engistrom e, ji sala 2000an ve miriye. Ji ber ku kujer ne sax e, ew vê dosyayê digre.

Olof Palme, serokê Partiya Sosyalist a Demokrat a Swêdê û serokwezîrê dewletê bû, şeva 28ê Sibata 1986an, di dema ku ew û malbata xwe ji sînemê vedigerin malê, li ser destê kesekî nediyar bi du guleyan tê kuştin.

Palme, bi rastgoyî, û hilwestên xwe yên rexnegir û mîna siyasetmedarekî çep navdar bû. Li hemberî kiriyarên rijîma nijadperesta Afrîka Başûr û Israyîlê xwedî hilwest bû, herweha, wî navê PKKê xistibû lîsteya terorê.

Di lêkolînê de, goman piralî û belawela bû, tilî bi ser gelek alî û dewletan de çû, mîna Nazî yên Swêdê, CIA, PKK, MUSAD, Sovyêta berê, Yogoslavya…û hwd.

Dewleta Turkiyê ku wê demê di bin destelata leşkerî ya Kenan Evrîn de bû, bi hemû hêza xwe, xwest Kurdan bi kuştina birêz Palme gunehbar bike, mîna çawa îro jî serokê wê Receb Erdogan hewil dide ku Kurdan bi terorê nîşan bide ku gihaye astekê nayê bawerkirin. Erdogan radighîne ku xwepêşandanên îro li Emerîka bi rêve diçin, ew ên ji ber kuştina mirovekî reş li ser destê polîsekî spî ku bûye cihê dax û mixabininyeke mezin, dibêje, destê Kurdên Rojavayê Kurdistanê di wan xwepêşandana de heye!.

Di vî warî de, hêjayî gotinê ye ku birêz Mihyedîn Şêx Alî/Sekreterê Partiya me di axaftina xwe ya li Perlemanê Ewropa roja 12.12.2019an de got:

«Dewleta Turkiyê, ji bo ku raya giştî li dijî Kurdan tû bike,  di dema terorkirina nemir Olof Palme de, bi hemû hêza xwe ya ragihandinê, wê xwest Kurdan bi kuştina Palmî gunehbar bike. Herweha, bi hewildana kuştina Papa yê Vatîkan, xwest bi sextekarî vê tewanê têxe stoyê Kurdan!».

* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button