Di jiyanê de, kes , malbat, sazî, partî û saziyên siyasî, civakî , çandî û rewşenbîrî, xwedî armanc û bawerî ne, di heman demê de ew şêweyekî kar jî bikar tênin. Herweha ew hewil didin ku ji bo pêkanîna wan armancan karê xwe xurt û çalak bikin.
Bêguman, her yek ji van çarçewan dixwaze ku bîr û baweriyên xwe bibe serî, li hêla din jî, dixwazin ku yê bi van nerînan berwer bin, pir bibin, da bweriyên wî werin belavkirin û bibin baweriyên jimareke mezin û kesên xwedî asteke bilind di civakê de.
Di beşê siyasî de, nerîn û helwestên siyasî ji partiyekê re di civat, konfirans û kongiran de, piştî danûstandineke azad tê standin û ji bo ew nerîn bibe helwestê civakê. endamên wê partiyê xebatê di ber wan nerîn û helwestan de dikin. Helwest û nerînên siyasî yên rast û durist, çendî yên li dijî wan hebin jî, lîê ew demkî ne, di dawiyê de, çi dûr çi nêzîk, ew ê biserkevin û ji gel re bibin pirogram û rêbaz.
Ev diyardeya jorîn – ku jimareke mezin baweriyê bi helwestên partiyekê bînin- gerek cihê şanaziya endam û serkirdeyên wê partiyê be, tevlî ku amaje bi wê partiyê neyê kirin, ji ber ku ya giringe ew e ku nerînên wê partiyê tê helwest û nerîn bibin bawerîne giştiyan e, ji ber ew pêwîstire krvine pratîkê.
Weke mînak li ser vê diyardeyê, nerîn , helwest û şêweyên karê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê(YEKÎTÎ) di gelek qonax û helwestan de, eger em tiştan jî binav bikin di baweriya min de nekêmasiye. Çend nimûne li ser hin helwest û nerînan emê bênin zimên, ji demek nêzîk ne dûr ve, ji sala 2011ê ve, dema kirîza Sûriyê dest pêkir û ta niha .
1 – Di destpêka kirîza Sûriyê de, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê di belavok û nerînên xwe de diyar dikir ku rijîma Sûriyê zû bi zû naroxe, û çareseriya vê kirîzê gerek bi riya diyalokê be; şoreşa gelê Sûriyê gerek aştiyane be, ne çekdar be, lê ev nerîn ne ciyê rezamendiya gelek hêzên kurdî bû.
2 – Dema biryara Encumena Niştimanî Kurdî li Sûriyê, ku derbasî hemahengiya Sûrî bibe, Partiya Y.D.K.S.ne bi derbasbûnê re bû, lê ji bo man û parastina encumenê li dijî wê ranewestiya, û nerîna xwe bi erêbûnê da, lê di belavokên xwe de bielalî helwesta xwe ji gel û raya giştî re diyar kir …Roj bi roj, helwestên serkirdeyên Hemahengiyê derbarê gelê kurd û pirsgirêka kurdî di Sûriyê de, xweş diyar bûn ku li dijî mafê gelê kurd bûn û ta îro roj jî ew dijî mafên gelê Kurd in.
3 – P.Y.D.K, didît ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) hêzin Kurdî ne û yên ji wan di bervaniya di ber gel de jiyana xwe jidest dide, ew pakrewanên miletê kurd in û gerek hêzên kurdî di veşartina wan de beşdar bin û rêzgirtin ji wan û malbatên wan re were girtin.
4 – Di civata fereh de ya ku di 25/12/2014ê de lidarket, biryar hate standin ku rêvebiriya xweser rêvebiriyeke kurdî ye, destkeftiyên wê ji miletê kurd re qizincin hêja ne, helwest jê erênî ye, gerek di riya destnîşankirina şaşiyan û bicîkirina xalên erênî de, em wê zengîn û bi pêş de bidin.
Ev xalên li jor û gelek ên din wek wan ji helwestên partiyê bûn, ku necihê erêbûna gelek hêzan bûn, lê bi demê re, ew jî gihane wê baweriyê ku yên rast û durist ev bûn..
Di dawiyê de, dema ku nerîn û baweriyên mirov ewên di rajeya gel û doza wî de ne biserkevin, gereke mirov şanaz be, mirov berketiyê dozê be, ne berketiyê partiya xwe be!
* Rojnama Newroz – hejmar /145/ – 01ê Tîrmehê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.