Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (95):
Teqînek… şewtandin, û destdanîna ser zeviyên hemwelatiyan û qutkirina darên zeytûnê, bombebarankirin, destdanîna ser stasyoneke avrahêjitinê… Ferzkirina vêrgiyan li ser werzên gênim û cihê

Timayên ferekirinê -Osmaniya nû yên Turkiyê li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî, û herêm û parêzgehên din ên Sûriyê û Îraqê (weke Kerkûk, Mûsil, Hesekê û Heleb), ta digihê welatên din; Nema li ser tu kesî tê veşartin, û piroseya bi navê (Pepilê teyrê baz, teyrê azad) a ku, niha artêşa Turkiyê li herêma Kurdistanê – bi behaneya şerê bi Partiya Karkirên Kurdistanê re, ya ku, bi şev û roj tîne zimên – pê rabûye, nîşana herî zelal ji wan timayan re ye, û herweha, bersivdaneke yekser li ser guftûgoyên yekrêziya Kurdî yên ku, niha dibin re ye…Û daxuyanên li ser hev ên serokê wê Receb Teyib Erdoxan (serokê Partiya Eledalê we Eltenmiyê), û endamên hikometa wî, watedariyên beloqin ji wan siyasetên ferekirinê re…Û bêdengiya navdewletî li hember wan kiryarên dijayetî di dermafê gelên herêmê de -bi taybetî li Efrînê- nîşana çavdamirandina civaka navdewletî, û bi taybetî Emerîka û Rûsiya ji wan siyaset û kiryarên qirêj re ye.

Û di çarçewa cîbicîkirina wan siyasetên dijayetiyê yên ku, dagîrkeriya Turkiyê li Efrînê pêk tîne re, me kanî ev binpêkirin bişopanadana û belgebikirana:

-Teqîna pîkabeke biçûk li ser riya Maratê – Efrîn, li Şemiya çûyî 13.6.2020an, lê, me nikanî encamên wê teqînê nasbikirana.

Zeviyê gênim li gundê “Turindê” – bajarê Efrînê, ya hatiye şewtandin.

– Jêdereke me anî zimên ku, agirek bi zeviyên gênim yên gundê”Turindê” – navenda bajarê Efrînê (yên nêzîk hirş û arziya wan vedigere zaroyên keyayê gund “Kenco”) ket, û beşek ne hindik jê şewitand. Lê, bi alîkariya hemwelatiyên gund û bi kanîn û alavên hêsan ên li ba wan peyda dibûn, agir hate vemirandin. Û hate gotin ku, kargêriya berevaniya sivîl (kumsipiyan) ne alîkar bû.

– Ji sê rojan ve, agir bi devera di navêna gundên”Berad û Birc Qasê”de – çiyayê Lêlûn ketî, û hişk û şîn dayî ber xwe û dişewtîne. Lê, ji ber bombeyên ku, artêşa Sûriyê li aliyê “Birc Qasê”, û yên milîseyên cîhadîst (yên bi ser dagîrkeriya Turkiyê ve) li aliyê”Beradê” çandine; Tu kes newêre nêzîkî êgir bibe û vemirîne.

Zeviyê zeytûna yê li ber mirinê, li gundê “Qurbê” – Cindirês.

– Li gundê”Qurbê” – Cindirês, milîseya “Ehrar Elşerqiyê” dest danîbû ser zeviyê zeytûna yê hemwelatiyekî, û nedihîştin xizmet darên xwe bike. Û ji ber wê, dar hişk bûn û zevî rût bû. Xwediyên zevî jî, ji tirsa sezakirinê re, nexwest nav diyar bibe.

– Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê, li 15.6.2020an, bajarê Tilrifetê, bajaroka Dêrcimêlê û gundin din bombebarankirin, para Tulrifetê tenê jî şeş avêjtek bûn. Wê bomberanê, tirs û tevlihevî di nav xelkê Efrînê yên koçberbûyî de, belv kir.

Zeviyê zeytûna yê ku, dar hatine qutkirin li gundê “Hêkiçê” – navça Şiyê.

– Li gor jêdereke xwecihî û bawerbûyî, milîseya”Lîwa’i Elweqas” ya ku, gundê “Hêkiçê”-navça Şiyê destlat dike, dora/600/darên zeytûnê yên hemwelatî”Mistefa Mihemed Dalo”, /50/dar ên hemwelatî”Luqman Qaziqlî Dalo”, /100/dar ên hemwelatî”Mihemed Silêman Ibrahîm”, û /150/dar jî yên hemwelatî”Welîd Silêman Ibrahîm”, ji heyv û nîvekê ve, ji bo êzingkirinê û şandina Turkiyê, qutkir.

– Di çarçewa qutkirina darên zeytûnê de, cîgeha “Efrînpost” got: Anîndeyina ji bajaroka “Heyanê” – bakurê Heleb, /70/ ê dar zeytûnê yên hemwelatiyê pêncîsalî ” Me’imo Mihemed Mihemed” ji xelkê gundê”Şêxorzê” – navça Bilbilê (yê ku, ji Nîsana 2018an ve hatiye revandin) qutkirin.

– Ji /1/ê Avdara borî ve, bi alîkariya keyayekî, milîseyan dest danî ser stasyoneke avrahêjtinê ye li ser benda gundê “Kifêrê” /çemê Efrînê. Hêjaye were zanîn ku, stasyonê zeviyên sê gundan (Bir Ebdalo, Xezîwê û Şadêrê) yên bi qaserî hezar hiktarî  avdida, komîtak ji sê kesan (ji her gundekî kesek) rêvebiriya wê dikir, û tenê xerciya dihat kirin ji cotariyan dibir. Lê, milîseyan ew komîte qewitandin, li ser her hiktarek avdanê û her carekê /50/ hezar P.S ferzkir.

– Bi destpêkirina werzên gênim û cihê re li herêma Efrînê, rêjeya 15% ji berhemdanê hate ferzkirin. Weke çawa milîseya”Lîwa’i Elmu’itesêm”, li gundê”Cûmkê” kiriye. Û dagîrkeriya Turkiyê hewldide, îsal bi riya anîndina patozan ji Turkiyê, û kirîna berhemê -bi buhaya ku, dixwaze- dest dîne ser werzan. Agahiyin hene ku, buhaya/1/K.G genim bi /1,3/ P.T, û /1/K.G cihe jî bi /1/P.T hatiye bêlîkirin.

– Ji dema ku, herêma Efrînê hatiye dagîrkirin ve, û binpêkirinên mîna kuştin, girtin, revandin, hin caran neçarkirina hin ji xelkê Efrînê ku, keçên xwe bidin endamên milîseyên çekdar an anîndeyan, û ji ber belengazbûna xelkê ya zêde, û tirsa wan li ser pêşeroja zaroyên xwe û bi taybetî jî keçikan; Hin ji wan neçar dibin ku, keçikên xwe yên biçûk bidin mêr, û carina jî ji yên ji wan bi gelekî mezintir. Û di siya mercên me berê anîne zimên de, û bi ser de jî, mercên koçberbûna zorane yên di nav xelkê Efrînê yên koçberbûyî de, nakokî û nelihevkirinên malbatî pir dibin, vêre jî berdan zêde dibe. Hêjaye bi bîr were jî ku, berî dagîrkeriyê li Efrînê, mêrkirina keçên bi çûk û berdan  pir kêm bûn.

– Bi ser binpêkirin û zextên berê me gotine, û xelkê Efrînê (yên li wir dimînin) ji ber dinalin ve; Buhabûna zêde û bi taybetî jî hin şênberên serekîn; Herçû jiyana xelkê me zehmetir bû. Nimûne: nirxa/1/ampêr êliktirîkê her heftakê /2/ dolar e, ji ber wê hin hemwelatî neçar dibin, bê êliktirîk jiyana xwe derbas bikin. Herweha, buhaya guhertina her cerakî vala yê gazê bi yekî tijî, hin caran digihê/30/ hezar P.S, û ji ber hin malbat û bi taybetî li gundan – ji bo amedekirina xwarinê – zorê didin ser êzingan. Û ji ber buhabûna dînayetî ya nên, hin malbat neçar dibin ku, weke berê nanê sêlê yan tenûrê li mal bikin.

Gelê me yê Kurd û bi taybetî xelkê herêma Efrînê, ji tiştên li derdora wan digerin û li dijî wan tê pilankirin re, têgihîştî û haydar in, û bi hêvî ne ku, rojekê kedên rêxistinên mirovî û mafwerî û raya giştî yên di ber dozên miletan de – û gelê me yê Kurd jî di nav de – li ser erdê bibin kiryar. Û bi ser fişarên ku, vêre rûbirû dibin, û çetiniyên ku rojane dikêşin ve – bi taybetî jî yên li hundir Efrînê mane -; Ew her derin bi axa bav û kalan ve, dibin benîşt. Û ew zext û fişar, wan ji xebata berdewam a ji bo derxistina Turkiyê ya dagîker û nadozên wê ji herêmê, vegera koçberan li warên wan bi rengekî asa, û vegera Efrînê ta serweriya dewleta Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê yên resen, nade yal û ne jî bi şûn ve vedigerîne. Ji ber ku, ew bi bawer û ayînin ku, ew xwediyên dozeke dadmend in.

21.06.2020an                                                

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————————

Wêne:

– Zeviyê gênim li gundê “Turindê” – bajarê Efrînê, ya hatiye şewtandin.

– Zeviyê zeytûna yê li ber mirinê, li gundê “Qurbê” – Cindirês.

– Zeviyê zeytûna yê ku, dar hatine qutkirin li gundê “Hêkiçê” – navça Şiyê.

——————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button